Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partiyê encamnameya komxebeta xwe eşkere kir

img

WAN - Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê encamnameya koxebata xwe ya li Wanê li dar xist, eşkere kir. Di encamnameyê de hat gotin ku wê bi rêveberiyên xwecihî siyaseta rêya sêyemîn berfireh bikin û li dijî qeyûman û zîhniyeta înkarker a li ser ziman û çanda gelê kurd bibin pêşengên avakirina jinûve. 

Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê di navbera 3-4'ê tebaxê de li Wanê civiyabû û komxebat li dar xistibû. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogûllari û Hevserokên Giştî yên DBP'ê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar û hevşaredarên DEM Partiyê beşdarî komxebatê bûbûn. Di van rojan de li ser rêveberiyên xwecihî nîqaşên berfireh hatin kirin. 
 
Rêveberiyên Xecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê, encamnameya komxebata xwe eşkere kir. 
 
Berfirehiya encamnameyê wiha ye: 
 
"Komxebata me ya Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a ku me di 3-4ê Tebaxa 2024an de li Wanê pêk anî, diyarî Edip Solmaz, Nadir Temel, Terzi Fikri, Saadet Yavuz, Emine Haciyusufoglu û Durre Kaya ye ku wan mîrasa şaredariya civakî di hilbijartina 1979an de ji me re hişt.
 
Weke pêkhateyên komxebatê em hemû hevrêyên xwe yên ji bo azadiyê têdikoşin, bi taybetî endamên me yên hilbijartî yên ku dîlgirtî ne silav dikin. Di komxebata 2 rojan de derbarê fikra me, pêkanînên rêveberiya xwecihî ya demokratîk, modela hevserokatiya me û serdema pêşerojê de gelek nîqaş hatin kirin.
 
Weke Partiya DEMê di Hilbijartinên Rêveberiyên Xwecihî yên 31ê Adara 2024an de; li ser bingeha pergala hevşaredariyê me 3 bajarên mezin, 7 bajar, 58 navçe û 10 bajarok bi giştî 78 şaredarî bi dest xistin. Her wiha partiya me 1424 kursiyên endamên meclisa şaredariyê bi dest xist ku 468 ji wan jin in. Herwiha partiya me wek 6 di şaredariyên bajarên mezin de, 11 di şaredariyên bajaran de, 94 di şaredariyên navçeyan de û 33 di şaredariyên bajarokan de bi giştî di 144 meclisên şaredariyan de cih digire. Ji bilî hilbijartinên şaredarî û endamên meclisa şaredariyan, di hilbijartina endamiya giştî ya bajaran de partiya me ji 52 navçeyên cuda, bi giştî li 12 bajaran cih digire. Partiya me li ser bingeha hevserokatiyê bi giştî 132 kursiyên meclisa giştî ya bajaran û 7 serokên meclisên giştî yên bajaran bi dest xist.
 
EM Ê BI RÊVEBERIYÊN XWECIHÎ RE SIYASETA RÊYA SÊYEMÎN BERFIREH BIKIN 
 
Gelek giring e ku di Hilbijartinên Xwecihî yên 2024an de fikra “rêyeke nû mumkin e” ji bo gelên Tirkiyeyê pêş bikeve. Li gel 78 şaredariyên ku Partiya DEMê li Kurdistanê bi dest xistine, bi stratejiya Mutabaqata Bajarî ya li rojavayê Tirkiyeyê hat meşandin, gelek destkeftî bi dest ketine. Nêzîkatiya rêveberiya AKP-MHPê ya li ser talan û rantê li beşeke mezin a Tirkiyeyê nehat qebûlkirin û gelan di hilbijartinên xwecihî de piştgirî neda desthilata AKP-MHPê.
 
Li hemberî vê zihniyeta ku feraseta desthilatdariyê ya yekperest û navendî li ser Tirkiyeyê ferz dike, em destkeftiyên xwe û yên muxalefetê ji bo pêşxistina demokrasiya herêmî giring dibînin. Me careke din dît ku li hemberî vê rêbaza rêveberiyê ya ku demokrasiya wê ne temam e, seqet e û bi rengekî newekhev tê meşandin, çanda demokrasiyê ya ku hemû beşên Tirkiyeyê bigire nava xwe, li herêmê pêkan e. Di van hilbijartinan de careke din derket holê ku nirxa siyaseta me ya Rêya Sêyemîn gelekî giring e. Em ê ji rêveberiyên xwecihî dest pê bikin ku polîtîkaya xwe ya Rêya Sêyemîn berfireh û civakî bikin.
 
Em ê li 75 şaredariyên xwe, polîtîkaya xwe ya Rêya Sêyemîn berfireh û xurt bikin û şaredariya civakî pêk bînin. Li dijî her cure zihniyeta înkarker a li ser ziman, çand û nasnameya gelê Kurd; em ê bajarên ku mirov bikarin bi azadî ziman, çand û nasnameya xwe tê de bijîn ava bikin. Li dijî vê rejîma yek zilamî ya ku dixwaze civak û bajaran dîl bigire em ê xwe bigihînin feraseta 'Bi welatiyên azad re ber bi bajarên azad ve'.
 
EM Ê LI DIJÎ QEYÛMAN BIBIN PÊŞENGÊN AVAKIRINA JINÛVE 
 
Destkeftiyên ku partiya me di hilbijartinên 31ê Adarê de bi dest xistin, careke din bû hedefa hevkarên desthilatê. Xwestin ku mazbataya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê desteser bikin û ev yek bê gava ewil a vê hewldana xesbker. Piştî vê berxwedana gel, desthilat neçar kir ku paşde gavekê biavêje. Hevkarên desthilatê li ser xesbkirina îradeya gel biryara xwe neguherandin û vê carê şaredariya me ya Colemêrgê kirin hedef û Hevşaredarê me Mehmet Siddik Akiş dîl girtin û qeyûm tayînî şaredariyê kirin. Ev 3 serdem in ku hilbijartiyên ku ji aliyê gelê Colemêrgê ve hatine hilbijartin, ji aliyê desthilatê ve nayên naskirin.
 
Em ê daxwaza xwerêveberiya gelê Kurd a ku bi salan e di bin êrişan de ye biparêzin û xwedî lê derkevin. Em ê ji bo parastin û mezinkirina destkeftiyên xwe têbikoşin. Li dijî vê zihniyeta ku bajarên me talan û wêran dike, em ê bibin pêşengên ji nû ve avakirinê. Em ê bi şaredariyên xwe bajarên ku gelê Kurd ziman, çand û nasnameya xwe bi azadî bijî, ji nû ve ava bikin. Em careke din destnîşan dikin ku heta em siyaseta qeyûman û nûnerên wê ji axa xwe derxin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li dijî vê zihniyeta mêtînger, bi dirûşma 'Xwe jî bajarên xwe jî em ê bi rê ve bibin' li her qadê bin.
 
MODELA HEVSEROKATIYÊ Û NÛERTIYA WEKHEV A JI BO ME JÊVENEGER E 
 
Modela me ya hevserokatiyê ya li ser temsîliyeta wekhev ji roja destpêkê heta îro ji aliyê hişmendiya yek zilamî ve hatiye hedefgirtin. Modela hevserokatiyê ya ku me di siyaseta demokratîk de li dijî zîhniyeta yekperest û mêrperestiyê pêş xist, modelek mînak e ku di qada rêveberiyên xwecihî de jî tê meşandin. Me li dijî her cure feraseta ku xwe bi yekperestiyê ava dike û jiyanê li ser yekperestiyê dimeşîne, li ber xwe da û em ê berxwedana xwe bidomînin.
 
Em her hewla ku li dijî pergala hevserokatiyê ya di qada rêveberiyên xwecihî yên demokratîk de diqewime, di çarçoveya konsepta şerê taybet de dinirxînin. Em hemû nêzîkatiyên ku bi zanebûn an jî nezanebûn xizmetî van êrişan dikin, di vê çarçoveyê de dinirxînin. Li hemberî van hemû êrişan em ê ji modela hevserokatiyê jî û ji feraseta xwe ya şaredariyên azadîxwazên jinan tu tawîzê nedin. Em ê li dijî vê feraseta serdest û mêrperest a ku di asta rêveberiyê de yekîtiyê ferz dike, modela hevserokatiya xwe berfireh û zagonî bikin. Modela hevserokatiyê û di rêveberiyên xwecihî yên demokratîk de temsîliyeta wekhev ji bo me jêveneger in. Em bi biryar in ku di hemû qadên jiyanê de jiyana hevjîniya azad biafirînin. Em ê li dijî her meyleke ku modela me ya hevserokatiyê dike hedef, bi biryardariya ‘Hevserokatî xeta me ya mor e’ têbikoşin.
 
EM Ê DEMOKRASIYA XWECIHÎ PÊŞ BIXIN 
 
Desthilat dixwaze kiryarên antî-demokratîk li tevahiya Tirkiyeyê belav bike. Desthilat û alîgirên xwe van kiryaran di rêveberiyên xwecihî de zêdetir ferz dikin. Bi tecrîda mutleq a li ser Birêz Ocalan re, demokratîkbûna Tirkiyeyê tê rawestandin û gelek krîz li ser civaka Tirkiyeyê tên meşandin. Fikra Komara Demokratîk a Birêz Ocalan di warê avakirina rêveberiyên xwecihî yên bi hêz de jî gelek bi nirx û giring e.
 
Hevparên desthilatdar, bi rêya desthilatdariya navendî, li hemberî şaredariyên ku di hilbijartinan de winda kirin, nêzîkatiya tolhildanê digirin. Bi vê nêzîkatiya tolhildanê dixwazin şaredariyan bêfonksîyon bikin, rayeya wan teng bikin, qadên wan teng bikin û derfetên wan ên aborî asteng bikin.
 
Li aliyekê tê xwestin ku şaredarî nikaribin karê xwe bikin, li aliyê din jî bi pêkanînên şerê taybet di qada rêveberiyên xwecihî de gavên giran tên avêtin. Em ê xwe jî civakê jî birêxistin bikin û bajarên xwe li hemberî hewldanên şerê taybet ên dagirkirina takekesî û qadî biparêzin.
 
Rêveberiyên xwecihî qadên xwerêvebirina gel in. Di vê çarçoveyê de şaredarî malên gel in. Em ê şaredariyên xwe yên ku malên gel in, bi feraseta xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan bi rê ve bibin. Em ê bajarên ku tê de demokrasiya xwecihî û siyaseta civakî pêşketî ye ava bikin. Bi vê hişmendî û îradeya xwe em ê 'bi Civaka Rêxistinkirî ber bi Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk ve' pêk bînin."
 

Sernavên din

13/08/2024
16:13 Tedawiya karkerên ku di teqînê de birîndar bûbûn didome
15:57 Li Xezeyê hejmara miriyan derket 40 hezaran
15:36 Waliyê Kerkûkê Taha mazbataya xwe wergirt
15:31 Eşîrên ereb êrişên rejîmê şermezar kirin: Em bi HSD’ê re ne
14:58 Artêşa tirk êrişî gundê Efrînê kir
13:16 Endamê Koma Aştiyê Aktaş ber bi Meletiyê ve hate oxirkirin
11:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:00 Li Sêwazê erdhej çêbû
11:00 Jinên Iraqî û êzidî: Guhertina Qanûna Rewşa Şexsî êrişeke li dijî mafên jinan e
10:45 Li Agiriyê efsûniya zeviyên gulberojan
10:17 Şahîn a bi îdiaya ‘êrişa bi beroş-exlewîkê’ hatibû girtin tehliye bû
09:51 Li restoranta HD Îskender astengkirina kurdî: Mişterî aciz dibin!
09:50 Dê hewa ji dereceyekê heta 3’yan germtir bibe
09:49 Şêniyên Xanika Jêr: Em dixwazin meseleya qenalîzasyonê ya gund bê çareserkirin
09:04 Cara ewil li Marsê rezervuara avê hate keşfkirin
09:03 Waniyan bertek nîşanî krîzê da: Bila bes ji me re çîrokan bibêjin
09:02 Rojanmeger Îbrahîm: Planên Tirkiyeyê yên ji bo Kerkûkê têk çûn
09:01 Girtiyê ku çavên wî nabînin di hucreyê de bi tenê tê ragirtin
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2024'AN
08:48 Li sê bajaran gelek kes hatin binçavkirin
12/08/2024
23:32 Berxwedana li dijî qeyûm didome
22:52 Endamê Koma Aştiyê Aktaş jiyana xwe ji dest da wê li Meletiyê bê definkirin
21:36 Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriyê şandeyek şand Dêrazorê
18:59 Şaredariya Amedê dê ji bo kurdî termînolojiya hevpar çêke
16:54 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
16:52 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Dawî li tecrîdê bînin
15:36 Li Silopiyayê teqîn çêbû
15:16 Meclis dê ji bo Can Atalay bicive
15:10 Li Dêrazorê di êrişa hêzên Şamê de 14 kes birîndar bûn
15:08 Platforma Jinan a Enqereyê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafên xwe bidome
14:42 Sirri Sakik: Alî Budak xiyanetê li gelê Avkevirê kir
14:33 Hevserokên TEV-DEM’ê yên nû diyar bûn
14:09 Rêxistinên gelek bajar û navçeyan ji TÎP’ê îstîfa kirin
13:05 Wezîr Tunç ji bo girtiyên nexweş got: Di destê me de dane tune ne!
12:50 TJA: Divê hemû jin û dinya piştevaniya êzidiyan bike
12:25 Hêzên Îranê kolberek din kuştin
12:14 Rejîma Îranê cezayê hepsê da 2 rojnamegeran
11:50 Kesên di serdegirtina dawetê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:40 Endamê Meclisa Gel a Dêrazorê: Em li cem HSD’ê şer dikin
10:52 TUÎK: Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 305 hezar kesan
10:48 Li Nîjerê ji ber şiliyê hejmara miriyan derket 94 kesî
10:22 Di êrişên Dêrazorê de 2 sivîl birîndar bûn û xesar gihîşt gelek malan
10:14 Cîgirê serokkomarê Îranê Zerîf îstîfa kir
09:09 Cotkarên petêx û zebeş: Heke wiha bidome em ê dev ji cotkariyê berdin
09:09 TÎHEK’ê serlêdana der heqê Soylu de red kir
09:08 Berxwedana Hesandînê didome: Ji xwe re xeyalan çênekin, ev hêj destpêk e
09:07 Nehiştin parêzerê li dijî lêgerînê derketî bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bike
09:02 Li Girtîgeha Şirnexê axaftina bi kurdî hat qedexekirin!
09:01 Meteorolojiyê ji bo Serhed û Behra Reş banga hişyariyê kir
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘24 saet bû 40 sal’ derket
11/08/2024
23:59 Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Depê bi coş dawî bû
23:59 Belgefîlma ‘Li Kurdistanê mij û şev’ hate nîşandan
23:42 Li Çiyayê Pîremegrûnê şewat derket
23:36 ‘Gef û biçûkxistina li dijî êzdiyan divê were astengkirin’
23:17 Amedspor ji deplasmanê bi yek puanê ve vegeriya
22:58 Zaroka ketiye golê jiyana xwe ji dest da
21:55 Tevgera Azadî: Îradeya gelê Kerkûkê bi ser ket
20:24 Serdana birîndarên Dêrazorê hate kirin
20:11 Beriya maç were lîstin ‘amedspariyên biforma’ hatin binçavkirin
19:54 ‘Divê em xwedî li çand û ziman derkevin’
19:12 Bakirhan: Heke aştî nebe ne nan ne jî edalet dibe
19:09 Ji KCD'ê hişyariya PDK'ê: Em ê destûr nedin hûn êzidiyan qurbanî berjewendiyên xwe bikin
18:51 Ji Foza Yûsifê banga diyalogê: Çareserî di destê sûriyeyiyan de ye
18:33 Li herêma hatiye bombebarankirin şewat derket
18:21 Ji Îmamoglû hişyariya Çewligê: Erdheja bi pileya 7 û jortira wê tê payîn
17:29 Nexweşê nav cihan dema hate binçavkirin krîza dil derbas kir
17:15 Meclis dê bi awarte bicive
15:54 Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê rastiyan berevajî dike
15:40 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kir
15:37 Xizmên girtiyan tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
14:52 Berdevkê YNK’ê Pîre têkildarî Kerkûkê daxuyanî da
14:13 Li pêşiya mala Bayrak a hatiye qetilkirin bang kirin: Em bêçare nînin
13:43 Li Manîsayê qeza: 4 kes mirin
13:43 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
12:45 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
12:29 Di nava 11 salan de 407 karkerên xurekan jiyana xwe ji dest dan
11:58 Turk Telekomê ji bo înternetê zem kir
11:00 Şewata li Salihliyê didome
10:28 DEM Partî: Xetereya komkujiyeke nû li ser êzidiyan heye
10:26 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:16 Pasûrî li Hasandînê li ber xwe didin
10:16 Li Stenbolê bi ser dawetê de hate girtin
10:15 Roj bi roj 10 mehên kampanyaya ‘azadiyê’
09:53 Tiliya kê di êrişên li Dêrazorê de heye?
09:27 ARÎ-DER li dijî otoasîmlasyonê têdikoşe
09:25 Ger emeliyat nebe dibe ku gurçika wî xera bibe
09:00 ROJEVA 11’Ê TEBAXA 2024’AN
08:50 Li Depê konsereke bicoş: Tu hêz nikarin vê têkoşînê têk bibin
08:32 Waliyê Kerkûkê diyar bû
10/08/2024
23:20 Êrişî gundên Minbicê hat kirin
21:38 Li Stenbolê berxwedana li dijî qeyûm di roja 58'an de ye
21:31 Li Dêrazorê li dijî DAIŞ'ê operasyon
20:15 Li Stenbolê hevdîtina jinan: Em tecrîd û koletiyê red dikin
20:11 Sebahat Tuncel: Mesele ne hilbijartin e, hûn ê çi hilbijêrin
16:18 Hizba Wifaqî Nîştimanî: Sererastkirina Yasaya Kesî li dijî jin û zarokên Iraqê ye
16:08 Ji bo girtiyê nexweş Karataş banga berdanê hate kirin
16:07 Salgin ê piştî 30 salan hat berdan: Em ê bigihîjin armancên xwe
15:45 MEBYA-DER bi malbatan re civiya: Divê rojeva me tecrîd be
15:35 Xwestin Çelebî ya rewşa wê giran dibe were berdan