Li Amedê meşa ji bo Narînê: Kujer Hîzbûllah, hevkar AKP

 
AMED - Li Amedê hezaran kes bi diruşma “Kûjer Hîzbûllah hevkar AKP meş li dar xist. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çigdem Kiliçgun Ûçar wiha got: “Em ê destûrê nedin bûyerên nû yên Narînan.” 
 
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li Taxa Çulî ya navçeya Rezan a Amedê winda bûbû. Di roja 19’emîn a xebatên lêgerînê de cenazeyê Guranê, di nava kîs de, nav ava çem de hate dîtin. Tevgera Jinên Azad  (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo rewşê protesto bikin, meş li dar xistin. Ji bo meşê li pêşiya avahiyê DBP’a Amedê sedan kes kom bûn. Girseya Wêneyên Narînê girtiye destê xwe ber bi Qada Şêx Seîd ve dimeşe. 
 
HEZARAN KES MEŞIYAN
 
Li pêşiya avahiyê DPB’a Amedê ya li Oryila navçeya Rezan a Amedê, hezaran kes kom bû û meş li dar xistin. Hevserokên Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevberdevkê Kongreya Civakên Demokratîk (KCD),  Cengîz Çîçek, Parlamenterên DEM Partiyê, Heserokên rêxistinên navend û navçeyan yên DEM Partiyê, hevşaredar, alîgirên Amedsporê û hezaran kes tev li meşê bûn. Di meşê de li dijî barikata polîsan diruşmên “Narin zaroka gelê me ye” û “Ne ji gel re, ji kujeran re barikat” hatin berzkirin. Di meşê de pankarta “Kuştina zarokan politik e!” û “Destên xwe ji ser zarokan bikşînin!” hatin vekirin, dovîzên li ser “Ji bo Narînê edalet” hatin hilgirtin. 
 
‘KUJER HÎZBÛLLAH HEVKAR AKP’
 
Bi vekişîna barîkatên polîsan, girse ber bi Parka Koşûyolûye ve meşiya û dirûşmên “Narin zarok e kujerê wê dewlet e”, “Kujer Hîzbûllah, hevkar AKP” berz kir. Di van kêliyan de polîsan AKP’ê wek saziyekî dewletê pênase kir û hişyariya “Saziyên dewletê biçûk nexin” kir. Girse bertek nîşanî polîsan da û guh neda hişyariyan. 
 
Polîsan dema gefa ava şid li gelê ku rê girtiye xwar gel vê yekê bi çepikan protesto kir. Bi vê yekê re  TOMA li pêşiya girseyê rabû û girse li pêşiya Bîrdariya Marê Mirovan kom bû. Dema ku kesên li pêşiya AZC Plazayê kom bûbûn nehatin, girse bi deqeyan çalakiya rûnişinê li dar xist. Di vê navberê de jî dirûşmên “Destên li Narînê dirêj bûne bişkên” hate berzkirin. 
 
LI PÊŞIYA AZC’Ê SEDAN KES KOM BÛN
 
Di pêşengtiya Komîsyona Mafê Zarokan a Amedê, Tora li Dijî Tundiyê ya Amedê, endamên Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) de sedan kes bi daxwaza “Ji bo Narînê edalet” li pêşiya AZC Plazaya li semta Ofîsa navçeya Yenîşehîrê kom bû. Girse pankarta “Em bang li dewletê dikin: Neparêze, pak neke, bidarizîne. Em hesabê dipirsin” hilgirt. Bi destûr nedana polîsan, girse dirûşma “Ji kûjeran re barikat” berz kirin û çepikan polis protesto kirin. 
 
Bi astengkirina polîsan welatiyek ji şaneşîna mala xwe wiha bertek nîşan da: “Faîlên Narînê bibînin. em ji bo Narînê edaletê dixwazin.” 
 
PANKARTA WÊNEYA NARÎNÊ SER PERÇE KIRIN
 
Polîsan pêşî li girseya wêneyên Narînê hilgirtiye û xwestiye bimeşe, girtin. Pankarta ku wêneyê Narîn li ser hate parçekirin û polîsan bi xaza îsotê êrişî girseyê kir. Girse êrişê bi çepik û fîtikan polis protesto kir. Parlamentera DEM Partiyê Berîtan Guneş bertek nîşanî polîsan da û wiha got: “Li şûna me, kujeran dorpêç bikin.”
 
BI PARKARTA HATIYE PERÇEKIRIN MEŞIYAN 
 
Girse bi pankarta hatiye perçekirin ber bi barikata polîsan ve li ber xwe da û bi diruşma “Ji bo Narînê, ji bo her kesê edalet”  berteka xwe domand û sekinîna xwe ya li pêşiya barîkatan jî dawî nekir. Polîsan dîtin ku girse bi biryar e, neçar man ku destûrê bidin girseyê. Girse bi dirûşmên “Ji bo Narînê, ji bo her kesê edalet”, “Amed ranezê, xwedî li Narînê derkeve”, “Ne ji gel re, ji kujeran re barikat” û “Neparêze, pak neke, demildest îro bidarizîne” berz kir û ber bi Parka Koşûyolûyê re meşiya. Gelek welatiyên ku ji riyê bi erebeyên xwe derbas bûne bi korneyan piştgirî dan çalakgeran. Ji 7 saliyê heya 70 saliya xwe gelek welatî tev li meşê bûn.   
 
‘EM EDALETA ZILAM PROTESTO DIKIN’ 
 
Bi hatina girseya Ofîsê li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşûyolûyê daxuyanî hate dayîn. Li vir ewil Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Suzan Îşbîlen axivî û wiha got: “Em bi rojan e, li van deran li benda agahiyekî derbarê Narînê de bûn û mixabin me agahiya mirina wê girt. Lewma em ji bo bêhtir Narin nemirin li vê derê ne. Ev 20 rojên lêgerîn hatine kirin, ji bo veşartina kujerên Narînê bûn. Lêgerin ji bo parastina kujeran û tunekirina delîlan bû. Ji ber vê yekê em ji bo protestokirina edaleta zilam li vê derê ne.” 
 
‘FAÎL HATIN PARASTIN’
 
Li ser navê saziyên jinan û zarokan daxuyanî bi kurdî endama Weqfa Alîkariyê ya Koç û Mirovan Eylem Kaya, tirkiya wê jî Seroka Komîsyona Zarokan a Baroya Amedê Hûriye Hamîdî xwend. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Me bi xemgînî û hêrseke mezin zanî ku cenazeyê Narîn Gûran a 8 salî ku ji 21’ê Tebaxê ve agahî jê nayê girtin, hat dîtin. Em dîsa bi serhildan û şîna xwe li vir in.
 
Spekulasyonên di medyayê de yên derbarê vê bûyerê de, ku ji roja ewil ve em dişopînin, nehiştina van bûyeran, piştî çend rojan girtina nimûneya DNA ji otomobîlekê an jî lêkolînên HTS, daxuyaniyên ji hev cûda, biryara nepenîtiyê ya di dosyayê de hatiye girtin, qedexeyên weşanê, bi zanebûn bandora hin hêzên di nava dewletê de di vê pêvajoyê de nîşanî me dide ku ji bo parastina van kiryaran gavan diavêje. Ji xwe piştî çend rojan cenazeyê Narînê li nêzî mala wê hate dîtin Ev tişt vê rewşê piştrast dike.”
 
‘EM Ê ŞOPDARÊ DOSYAYÊ BIN’  
 
Di berdewama daxuyaniyê de jî ev tişt hatin gotin: “Em weke sazî û aktîvîstên di warê mafên zarokan de dixebitin, mirina Narînê ji polîtîkayên hikûmetê yên li dijî zarokan cuda nabînin. Em dizanin ku ev polîtîkayên hikûmetê hêz dide sûcdaran. Em naxwazin di vê pergala nefreta zarokan de, ku tê de tedbîrên parastina zarokan nayên bicihanîn, kujerên zarokan bi bêcezatiyê têne parastin, li wir hewldanên pêşîlêgirtina tundiya li dijî zarokan nayên kirin û di warê de destkeftî de neyên kirin de, zarokek din wenda nekin.
 
Li Tirkiyeyê rojane bi giştî 32 zarok winda dibin, lê aqûbeta van zarokan nayê lêkolînkirin. Bi parvekirina daneyên zarokên wenda yên 8 salên dawî re jî, TUIK erka xwe ya eşkerekirina daneyan pêk nayîne, xwe ji berpirsyariyê dûr dixe û dibe kirdarê van mirinan. Dewletên Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî qebûl dikin ku her zarok xwediyê mafê bingehîn ê jiyanê ye. Dewletên Peymandar divê çi ji destê wan tê bikin da ku zarok neyên kuştin. Xebatên parastina zarokan ne dema ku mafên zarokan tên binpêkirin, beriya ku ev binpêkirin çêbibin divê bên kirin. Lê mixabin dewleta Tirk li hember zextên ku dema mafên zarokan tên binpêkirin, zarok winda dibin an jî zarok jiyana xwe ji dest didin zêde dibe reaksîyoneke tavilê, bêfonksîyonel û demkî.
 
Em dixwazin bidin zanîn ku Narîn Güran ne zaroka yekem e ku bi vî awayî  jiyana xwe ji dest daye. Em dizanin ku li pişt Muslime Yagal, Leyla Akdemir û gelek buyeren din çîrokên bi vî rengî hene. Ger piştî kuştina van zarokan tedbîrên pêwîst ên pêşîgirtin û parastinê bihatana girtin, wê îro Narîn sax bûya.
 
Em bi raya giştî re soz didin ku em ê li dijî polîtîkayên hikûmetê yên li dijî zarokan têkoşîna xwe bidomînin, da ku ji bo zarokan cîhanek baş û bi ewle ava bikin, em ê têkoşîna xwe bidomînin û ji bo tespîtkirina sûcdarên Narînê em ê dosyayê bişopînin. Ew dê cezayê ku heq dikin bistînin.”
 
HATÛN: WE ÇEMÊ DÎCLEYÊ QÛT KIR?
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn jî diyar kir ku hem xemgîn in hem jî bi hêrs in. Hatûn, da zanîn ku nayê qebûlkirin ku zarok di nava malbatê de bên kuştin û wiha got: “Ji bo ku em xwedî li zarokên xwe dernektin, xwedî li civaka xwe derneketin civaka me têk çûye. Em di serî de ji civaka xwe re dibêjin; em ji vê têkçûnê derkevin. Em xwedî li zarokên xwe derkevin, ji bo jiyaneke bi hev re polîtîk û exlaqî xwedî li mirovan, li jinan li mafên xwezayê derkevin. Heke em ê her roj zarokeke weke Narînê winda bikin. Ev dewlet jî qanûn jî zarokan jinan naparêze. Madem qanûn xwedî dernakevin, divê em xwedî derkevin. Îro 19 roj in li Amedê zarokek winda bûye. Hemû cenderme, polîs, AFAD, şaredarî em di bin vê lêgerînê de man. Em li ser navê şaredariyê lêborînê dixwazin. Em bang li dewletê jî dikin; ‘We Çemê Dîcleyê qût kir? We hemû leşker û polîs şandin. We li wir çi parast?’ Ne ol ne jî siyaseta zarokî heye, zarok zarok e. Bi destê kê hatibe kuştin zarok e. Divê hûn xwedî li zarokan û civakê derkevin. We kesên ku Narîn qetil kirin parastin. Ji ATK’ê agahiyek hat. Weke ku Narîn îro nehatiye kuştin. Divê hûn hemû rastiyan ji gelan re bibêjin. Agahiyekê bidin vî gelî. Em dipirsin ku ev bûyer çawa çêbû.”
 
‘BILA HESAB WERE PIRSÎN’  
 
Hatûn, got ku “Divê em xwedî li zarok û civaka xwe derkevin” ev tişt gotin: “Ev bar ne tenê yê me ye, yê me hemûyan e. Divê dozger guh bide me. Em bawer in ku zarokên dozger jî yê walî jî hene. Dozger divê hesabê ji kesên peywîra bi cih neanî bipirse. Walî divê tu jî ji kesên ku 19 roj in peywîra bi cih neanîne bipirsin. Divê em van bûyerên qirêj ji holê rakin.”
 
ÛÇAR: HÎZBÛLKONTRA VALA NASEKINE 
 
Pişt re Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî û wiha got: “19 rojan rayedarên dewletê çi kirin. Çapemeniya alîgir kirin magazîn. Fermandarê cendermeyan got ‘em nêz bûn’. Dema em hatin vir gelê me dirûşmeke dîrokî berz kir. Got ‘Kujer Hîzbûlah’. Wezîrê Karên Hundir ê vî welatî ji bo Hîzbûlahê got ‘Em ê piştî 10 salan jê encamekê bigirin’ Ji wê rojê ve Hîzbûlkontra vala nasekine. Em ê bi rik li dijî kesên ku dixwazin têkoşîn, nirxên gelê kurd parçe bikin bi hev re têbikoşin. Em ê desturê nedin Narînên nû.”
 
Piştî daxuyaniyê girseyê dirûşma “Neparêze, dernexîne paqijiyê faîlan bigire” berz kir.
 

Sernavên din

01/10/2024
16:37 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Îranê pêl bi pêl belav dibe
16:30 Meclis hate vekirin: DEM Partî ranebû ser pêyan
16:19 Sîlvan Belediyespor hate avakirin
15:31 Di lêpirsîna tecawiza li zarok de 10 kes hatin girtin
15:20 Ji Daghan ê girtî bo dadgehê: Tu hêzek we ya ku min bidarizîne nîn e
15:15 Hîzbullahê ‘operasyona bisînor a bejahî’ derewand
14:55 Du kurên AKP’iyekî ku gumanbarên cînayetê ne 13 roj in nehatine girtin
14:31 Bernameya bîranîna Komkujiya Garê hat eşkerekirin
14:30 Meclisa Parêzerên Ciwanan ‘tarîfeya heqdestê’ şermezar kir
13:35 Şerîf Mesûtoglû yê girtî dest bi greva birçîbûnê kir
13:28 Cerdevanan bi çekan êriş kirin: 11 kes birîndar bûn
13:26 Girtiyê li dijî binpêkirinan di çalakiyê de: Bila malbat li girtîgehê bigerin
12:54 Zaroka 12 salî ya li Amedê winda bûbû hate dîtin
12:48 Tehliyeya Tursun ê 32 salan girtî ye cara 4’an hate taloqkirin
12:39 Cezayên pereyan li kesê ku nêçîra kewan dikir hat birîn
12:30 Xebatên lêgerînê yên zaroka winda didomin
12:04 Partiya Sosyal Demokrat a Alman serdana DEM Partiyê kir
11:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:30 DEM Partî: Divê Meclis bibe meclis çareserkirina pirsgirêka kurd
11:19 Binpêkirinên li girtîgehên Serhedê zêde dibin
11:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:21 Hêrsa kurdan a li dijî komployê
09:47 Ji bo 17 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:46 Li Şirnex û Erziromê bi ser malan de girtin: 6 kes hatin binçavkirin
09:14 Ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ banga tevlibûna çalakiyan hate kirin
09:13 Kabaîş ev 5 roj in winda ye: Divê her kes ji bo dîtina Rojînê seferber bibe
09:09 Mamosteyê zimanê kurdî: Wê têkoşîna me ya ziman bidome
09:08 Zimanzan Tan: Divê şaredarî pêşengiya xebatên zimanê kurdî bikin
09:04 Li Stenbolê seferberiya mitînga ‘Azadiyê’: Em berê xwe bidin Amedê
09:01 Girtîgehê bi hinceta ‘navtêdanê dike’ meqapê desteser kir!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2024'AN
30/09/2024
20:57 Li Surfestê kargeha ji bo zarokan
20:55 Endamên Koma Hevra serbest hatin berdan
20:53 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê 4 roj li pey xwe hiştin
19:55 3 hezar û 230 kes ji Lubnanê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:34 Endamên Koma Hevra ji ber stranên kurdî hatin binçavkirin
16:07 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye
15:52 Wekîlê AKP’ê îstîfa kir
15:30 Xwendekara dibistana amadehî ya winda bûbû hate dîtin
15:29 Ji Bayraktarê daxuyaniya hevkariya bi Îsraîlê re: Em pê serbilind in
15:26 Çawişê pispor ê bi tiryakê hate girtin hat binçavkirin
15:24 Jinan ji bo Rojîn Kabaîş bang kir: Bila aqûbeta Rojîn jî nebe mîna aqûbeta Gulistan
15:00 Li Nepalê lehî û hezaz: Herî kêm 192 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:45 Li Hênê şahiya zarokan hat lidarxistin
14:29 Tundiya li ser kedkarên tenduristiyê hat protestokirin
14:18 Operasyona leşkerî ya li Pîranê didome
13:49 Bavê S.T. a bi darê zorê hatibû revandin: Gefa kuştinê li me dixwin
13:21 Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê: Divê Ocalan azad bibe
13:13 Keftarên bixêzik ên neslê wan li ber tunebûnê ne xwedî dikin û diparêzin
12:58 Zavayê Ensarîoglû yê ji diziyê hatibû girtin di rojekî de hat berdan
12:09 Jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir
11:58 Bazara ku li dijî mezaxtinê piştevaniyê xurt dike
11:58 Meclisa Jinan a DBP'ê: Em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga li Amedê
11:17 Di êrişa Îsraîlê de sê reveberên ERGF'ê hatin kuştin
11:15 Li Wanê 2 xwendekar winda ne
11:07 Mafê hevdîtinê yê Zeynep Celaliyan hate qedexekirin
11:06 Li Qersê jinek hate qetilkirin
11:03 Sekna Abdullah Ocalan a li dijî komployê
11:02 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî şer deklarasyon weşand
10:58 Li balafirgeha Wanê şewat derket
09:32 KNK: Herin ser sindoqê û dengê xwe bidin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Qiyametê rakin’ derket
29/09/2024
23:51 Ciwan li dijî tecrîd û îşkenceyê meş li dar xistin
22:58 Îsraîl Yemenê bi balefirên şer bombebaran kir
22:47 Nagîhan Akarsel li Baselê hat bibîranîn: Têkoşîna wê rê nîşan dide
22:30 Amedspor bi serkeftinê maç temam kir
22:15 Konsera Amedê: Em ê xwedî li çanda xwe derkevin
21:39 Serokê YNKʹê: Em ê vê desthilata gemar û qirêj biguherînin
21:29 Sûrfest bi stranên ermenkî û kurdî dest pê kir
20:53 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên 9’ê Cotmehê
20:32 Li Hamburgê ‘Maratona ji Abdullah Ocalan re Azadî’
20:18 Apê Mûsa li Îzmîrê hate bîranîn
19:48 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna xwe heya pergala biedalet ava dikin bidomînin
18:59 Li Stenbolê hevdîtina gel: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
18:16 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
18:08 DEM Partî dê li Konseya Ewropayê hin hivdîtinan bike
17:45 Li MED-DER’ê serdanên piştevaniyê
17:30 TJA: Em ê destûr nedin jiyana ciwanan were tarîkirin
17:10 Lubnan bi metirsiya mezin a koçberiyê re rû bi rû ye
16:18 Malbata Kabaîş giliyê peywirdarên wargehê kir
16:08 Du kesên êrişî avahiya DEM Partiyê kilrin hatin binçavkirin
16:01 Beştaş: Em ê di 13’ê cotmehê de li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
15:13 DYA’yê li Sûriyeyê du êrişên hewayî kir
14:57 Li ser rêya Agirî-Giyadînê qeza çêbû
14:38 Hatîmogûllari: Dixwazin mafê xanî dewrî sermayedaran bikin
14:21 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Eynika kesên demokrasiyê dixwazin Îmrali ye
14:05 Artêşa Îsraîlê: Rayedarê Hîzbullahê Nebîl Kavuk hate kuştin
13:40 Li Amedê 6’emîn Bazara Pevguhertinê hate vekirin
13:29 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Kabaîş didomin
13:27 Li Pasûrê operasyona leşkerî: Daristan tê bombebarankirin
12:25 Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji ber rewşa li Lubnanê maseya krîzê ava kir
12:20 Cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiya cezayê îdamê protesto kirî
12:14 22 hezar û 215 lubnanî derbasî Sûriyeyê bûn
11:51 Li Pasûrê ‘herêma ewlehiya taybet’ hate ragihandin
11:43 New York Timesê tora îstîxbaratê ya Îsraîlê li dijî Hîzbullahê ava kirî vegot
11:17 Bakirhan li dijî îktîdara ekolojiyê qir dike banga rêxistinkirinê kir
10:56 Dosyayên doza tacîz û tecawizê yên li wargeha cemaetê kirin yek
10:43 Liceyî madenan naxwazin: Em ê dev ji xaka xwe bernedin
10:33 Bi komployê bersiv dan hewldanên ji bo çareseriyê