ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 21 Îlon 2024
  • |
img
* Rahîme Kahraman a ku di 22’yê Îlona 1985’an de li herêma Bestayê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê hat teşhir kirin, jinên Şirnexî navê wê li keçên xwe kirin û tevî ku 39 sal bi ser re derbas bûn jî navê wê nehat jibîrkirin. 
 
* Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku ew dixwazin bi Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edalet re dawî li bêhiqûqiya li Îmraliyê bînin û ew ê di vî warî de bi gelek derdoran re têkiliyê deynin û got: "Armanca me ew e ku tecrîda li Îmraliyê bibe rojev û meseleya kurd bi rêyên demokratîknç gengeşekirin." 
 
*  Berdana girtî Çetîn Arkaş ku di Sekreteryaya Îmraliyê de cih digirt, roja wê bihata berdan ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve 6 mehan hat taloqkirin. 
 
* Der barê Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş de ku piştî hilbijartinê ji wezîfeyê hat girtin îdianameyeke din jî hat amadekirin. 
 
* Tevî pêkanînên rewşa awarte (OHAL) yên fiîlî yên li Geverê jî xizmên windayan her hefte li qadê tên cem hev. Xizmên windayan diyar kirin ku heta kiryar neyên eşkerekirin û edaleta rast pêk neyê ew ê dest ji têkoşînê bernedin.
 
* Abdulkadîr Barût, bavê Kendal Barut ê ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 2 ya Xarpêtê sewqî Girtîgeha Hêjmar 1 a Ewlehiya Bilind a Sûlûca ya Edeneyê hat kirin, diyar kir ku laşê kurê wî bi bîrîn e, nayê dermankirin û got: "Em jî tên cezakirin."
 
* Dengbêj Kazo yê ku tam 32 sal berê di şeva ku ji bo nivîskarê kurd Mehmet Ûzûn hat lidarxistin de bi destê Mûsa Anter girtibû û bi hev re govend gerandibû, wiha got: “Dema min ew dîmen piştî salan dît, pir pê êşiyam. Lê ji aliyê din ve ez kêfxweş bûm ku vî dîmenî ez û Apê Mûsa di govendê de aniye cem hev.”
 
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê di çarçoveya “Hevdîtinên Nan û Dadê” de li Edeneyê serdana karkerên çandiniyê û kedkaran bike. (10.00-15.00) 
 
* “Komxebata di Sedsala 21’emîn de Polîtîkaya Têkoşînê ya li Dijî Pergala Mêrsalarî û Rêbazên wê” ku Kovara Jineolojiyê li Wanê li dar dixe û dê du rojan berdewam bike dê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar dest pê bike. (10.00) ZINDΠ
 
* Malbatên Windakiriyan û ÎHD dê li Amed, Gever û Êlihê bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” çalakiyên xwe bidomînin. (11.00-12.00) 
 
* Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe ya hezar û 17’emîn ku bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin her hefte li Qada Galatasarayê pêk tînin dê li dar bixin. (12.00) 
 
* Şaxa ÎHD’a Îzmîrê, Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê û Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê li Îzmîr, Stenbol û Enqereyê daxuyaniyê bidin. (13.30) 
 
* Emîne Şenyaşar, dê Nobeta xwe ya Edaletê ku veguhestiye Meclisê di roja 31’emîn de bidomîne. (14.00-17.00)
 
* Bi pêşengtiya DFG’ê ji bo pirtûka rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol a bi navê “Dîroka Çapemeniya Azad” dê li Hewş Kafe ya li Sûra Amedê roja îmzeyê bê lidarxistin. (18.00) 
 
 
 
 

Sernavên din

29/09/2024
10:56 Dosyayên doza tacîz û tecawizê yên li wargeha cemaetê kirin yek
10:43 Liceyî madenan naxwazin: Em ê dev ji xaka xwe bernedin
10:33 Bi komployê bersiv dan hewldanên ji bo çareseriyê
10:06 Li DYA’yê Bahoza Heleneyê: 63 kes mirin
10:04 Ji bo Nagihan Akarsel bang: Bila kesên cînayet teşwîq kirin bên darizandin
09:35 Hejmara nû ya Kovar Jinê derket
09:33 Sewalkar: Em bifiroşin jî zirar dikin xwedî jî bikin her zirarê dikin
09:04 Li Edeneyê dozeke din a ‘xespkirina îradeyê’
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2024’AN
28/09/2024
20:08 Li Stenbolê şahiya jinan
17:00 Ceylan Onkol di salvegera 15’emîn de hat bibîranîn
16:35 Li Licê protestoya madenê: Em ê rê nedin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Ozbek banga ‘berdana lezgîn’
15:03 Komkujiya Roboskî di meha 153'yemîn de ye: Em ê nedin jibîrkirin
14:47 Hizbulahê piştrast kir ku Hesen Nasrallah hatiye kuştin
14:35 Xizmên Windayan li çar bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
14:22 Êrişî Şaxa YNK’ê hate kirin
14:21 Aydenîz a serdana girtiyan kir: Divê raporên tenduristiyê yên bêalî bên dayîn
13:53 Li Cizîrê fûara ‘jinên hilberîner’
13:43 Dayikên Şemiyê: Divê kujerên Abdulmecît Baskin bên cezakirin
13:17 Li Sûltangaziyê bi çekê êrişî avahiya DEM Partiyê kirin
12:01 Çîçek: Armanca tifaqê rûxandina desthilata faşist û rizgarkirina siberojê ye
11:22 Artêşa Îsraîlê îdia kir ku lîderê Hizbulahê hatiye kuştin
11:21 KASED dê ‘Festîvala Sûrfestê’ li dar bixe
11:04 Li şûna tundiya polîsan doz li çalakvan hate vekirin
10:33 Xebatkarên MED-DER’ê yên hatin berdan: Wê xebat û têkoşîna me ya ziman bidome
09:56 Derûnnas Tekînalp: Yê ku Narîn kuştî ne keseke, feraseteke
09:55 Dr. Berwarî: Plana tunekirina destkeftiyên kurdan di dewrê de ye
09:06 Wêneyên hunermend û nivîskarên kurd li ser dîwaran hatin neqişandin
09:05 ATK’ê ji bo Yildiz a li ser sedyeyê hate girtin rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ da
09:04 Ji bo mitînga ‘Azadiyê’ bang: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:00 Pêvajoya ber bi 9'ê Cotmehê ve
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/09/2024
20:50 Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî hat girtin
19:36 Operasyona li dijî saziyên ziman: 2 kes bi daxwazê girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:46 Ji mamosteyên kurdî yên binçavkirî 7 kesên din jî hatin berdan
16:41 Polîsê ji bo ‘parastina’ wê hatiye peywirdarkirin ew tacîz kir
16:00 Di doza protestoya komkujiya jinan de biryara beraetê
15:46 ‘Li girtîgehên Herêma Serhedê tecrîd di asta herî jor de ye’
15:44 Doza Hasret Tûtalê hate taloqkirin
15:03 Hat îdiakirin ku mamosteyekî zarokek tacîz kir
14:57 Bi hinceta ‘rojeva neyînî ava dike’ dest danîn ser nameya binpêkirinê
14:55 Jina hatibû derbkirin û tacîzkirin banga piştevaniyê kir
14:47 Ewlekariya şaredariya CHP’î li mamosteyan xist û gefa kuştinê li rojnameger xwar
14:44 Dayikên Aştiyê zextên li ser zimanê kurdî şermezar kirin
14:31 GABB’ê biryara dewrkirina avahiya akademiyê betal kir
14:08 Li Amedê sempozyûma navneteweyî: Divê avahiyên dîrokî û nirxên çandeyî bên parastin
13:12 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina perwerdekarên kurdî dan: Bêhiqûqî ye
13:11 Îsraîlê 5 leşkerên Sûriyeyê kuştin
12:49 Micira asfaltê ji bo nedin şaredariyê rijandin sergoyê
12:20 Di doza Safîturk de daxwaza jinûvedarizandinê hate redkirin
12:18 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:02 PFDK’ê cezayê pereyan da Amedsporê
11:56 Nagihan Akarsel dê li Stenbolê bê bibîranîn
11:46 Hate tespîtkirin ku li cihê cenaze lê hatiye veşartin 2 kesên din jî hebûne
11:15 Xelkê Liceyê dê sibe li dijî madenan çalakiyê li dar bixe
11:01 Turkoglû: Em ê rê nedin çeteyan û şerê taybet
11:01 Akademiya Jineolojiyê 2’yemîn Konferansa xwe li dar xist
10:56 Mamosteyên zimanê kurdî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:30 Li Amedê berteka binçavkirinan: Em ê bi bêhtir axaftina kurdî ve bibin bersiv
10:28 Doza Ceylan Onkolê: Ji ber ku kujer dewlet e hate veşartin
10:14 Pevçûnên Îsraîl-Hîzbullahê: Wê pevçûn heta hilbijartinên DYA'yê bidomin û gur bibin
10:08 Ozbîngol: Di cînayeta Narînê de hewldanek heye ku delîlan ji holê rakin
09:33 Ji Sakik banga ji bo 'Mitînga Azadiyê': Divê bi sedhezaran kes bi hev re dengê aştiyê bilind bikin
09:04 Ji bo 2 ciwanên walîtiyê hedef nîşan dabû biryara neşopandinê hate dayin
09:04 Êrişkarên avahiya DEM Partiyê nayên darizandin
09:03 Malbatek, 2 girtî û 3 bajar!
09:02 Rojnamevan Karwan: PDK ketiye nava tirsa têkçûnê
09:02 Girtî: Serşok û daşir bi kamerayan tên temaşekirin
09:01 Du bajarên cuda du jin: Qet nebêjin ‘ez nikarim’
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2024'AN
26/09/2024
21:09 Şivan, li nêzî qereqolê mirî hat dîtin
20:54 'Em ê bi axaftina zimanê kurdî bersiva êrişan bidin'
18:26 Îfadeya perwerdekarên kurdî yên di binçavan de dest pê kir
16:31 Ji bo kesên komkujiyên jinan protestokirin ceza hat xwestin
16:08 Hatîmogûllari: Ji bo komeke biçûk bi milyonan kes birçî tên hiştin
15:26 Ji Şamê daxuyanî: Heta ku şertê vekişînê qebûl nekin em ê li ser maseyê nerûnin
15:18 DBP’ê banga ‘sûîqestê’ şermezar kir: Em ê li dijî vê zîhniyeta tarî bisekinin
14:59 Bi awayekî girseyî serdana şîna Ozkan kirin
14:54 4 kesên li baxçeyê qereqolê îşkence lê hatibû kirin dîsa hatin girtin!
14:34 Li MED-DER’ê atolyeya kirmanckî: Em ê bi axaftina zimanê xwe ji êrişan re bibin bersiv
14:06 Dê gora Cem Garîpoglû were vekirin
13:53 Gergerlîoglû li HSK’ê giliyê dadgerê ku ew ji danişînê derxistî kir
13:22 Rojnamegera girtî Ezîzî rakirin nexweşxaneyê
13:00 KASED Mihrîcana Surfestê li dar dixe
12:23 DEM Partiyê gilî kir: Bila têkiliya Salîm Guran û Ensarîoglû bê tespîtkirin
11:50 Dema binçavkirinê ya mamosteyên kurdî hate dirêjkirin
11:48 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:10 Dogan ji Yerlîkaya pirsî: Ka we digot kurdî jî ya me ye?
10:18 Dhalamînî: Divê em hîn bêhtir daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:45 Di Haberturkê de bang hat kirin ku suîqest li Bafel Talabanî bê kirin
09:13 Jin li ser rêbazên têkoşîna hevpar nîqaşan dikin
09:03 Xebatên bendavê ku dê bi xwe re rûxandineke mezin bîne dest pê kirin
09:02 Rojnamevan Yûrtsever: Tirkiye amadekariya êrişên li dijî Garê û Qendîlê dike
09:01 Di îdianameya mirina bi guman de ji çawişê pispor re ceza tê xwestin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2024'AN
25/09/2024
22:46 Lêpirsîna der barê saziyên ziman de: Kesek hat berdan, 2 kesên din jî hatin binçavkirin
19:27 Ji bo kurdî banga seferberiyê
16:53 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
16:06 Doza Nîhat Kazanhan taloqî 16’ê kanûnê hate kirin