‘Nûçeya Rabîayê dewlet aciz kir’

  • rojane
  • 16:12 21 Îlon 2024
  • |

COLEMÊRG - Partiyên siyasî û saziyên sivîl ên li Geverê ji bo piştevaniya bi rojnamevan Rabia Onverê re meş li dar xistin, destnîşan kir ku Onverê rastiyên ku li hemû Tirkiyeyê tên zanîn, lê ditirse were axaftin îfşa kiriye. 

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê duh polîsan bi ser mala nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onver ku têkildarî fihûş û hişbirê nûçe çêkir de girtin. Rêxistina Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) a Geverê têkildarî vê rewşê li navenda sûka Geverê daxuyanî da çapemeniyê. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de bi sedan kes beşdar bûn. 
 
Beriya daxuyaniyê girse ji avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Geverê heta ber Navenda Kar a Zagrosê ya ku daxuyanî lê hate dayîn meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin” , “Zext nikarin me têk bibin” hatin berzkirin. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armût a metna çapemeniyê xwend, diyar kir ku ew bi polîtîkayên ku dewlet careke din hewl dide rastiyan tarî bike re rû bi rû ne û anî ziman ku nûçegihana JINNEWS'ê Onver ji ber nûçeyên xwe hedef hatiye girtin.
 
Armût, îşaret bi avadaniya ku Onverê di nûçeya xwe de teşhîr kirî kir û wiha got: “Ev rastî, parçeyek ji şerê ku hewl tê dayîn ji aliyê avahiyên kûr ên dewletê ve bê nixumandin e. Şerê taybet bi hişbir, fihûş û polîtîkayên tepisandina ciwanên kurd tê meşandin. Hevala me Rabîayê rûyê qirêj ê vî şerî derxist holê. Lê belê nûçeyên wêrek ên Rabîayê dewlet aciz kir. Li şûna rojnamegereke ku heqîqet lêkolîn dikir biparêzin, bi ser mala wê de girtin, xwestin dest deynin ser materyalên wê yên dîjîtal û der barê wê de biryara girtinê dan. Dewletê li şûna ku lêpirsînê bike bê ka kî li pişt van çeteyan e, Rabîa ya ku ev çete derdixistin holê bêdeng kir.”
 
PERÇEYEKÎ ŞERÊ TAYBET
 
Armut da xuyakirin ku avadaniya mijara gotinê parçeyek ji şerê taybet ê dewletê yê li hemberî gelê kurd e û wiha berdewam kir: “Pirsên Rabîayê neynikeke ku li pêşberî vî şerê qirêj tê ragirtine. Li Colemêrgê kî çeteyên hişbir û fihûşê diparêze? Kîjan astên dewletê di nava vî karî de ne? Yên ku diviyabû bersivê bidin van pirsan, li dijî Rabîa dest bi operasyona zext û çavtirsandinê kirin. Di serdegirtinê de ne tenê Rojnameger Onver, mafê gel ê zanîna rastiyan jî hedef tê girtin. Ji ber ku torên qirêj ên têkiliyên ji aliyê Rabîa ve hatine aşkerakirin ne tenê meseleyeke herêmî ye, di heman demê de refleksa pêkanînên zordar ên ku bi salan e li ser gelê kurd tên meşandine. Êrişên li dijî çapemeniya azad pêveka van polîtîkayên bi armanca tirsandina gelê kurd tên meşandine. Êrişa îro ya li ser mala Rabîa hewldanek ji bo nixumandina hêzên tarî ye ku ciwanên kurd gemar dikin û wan dixin nava çirava fihûş û hişbirê. Bêguman zext, girtin, xwepêşandanên we yên bi îşkence û polîtîkayên çavtirsandinê re wê çapemeniya azad bêdeng nekin.”
 
Armût desnîşan kir ku yên hewl didin pênûsa çapemeniya azad bişikînin û pîşeyê rojnamevaniyê krîmînalîze bikin wê careke din li ber xwe bikevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Haya me jê heye ku ev êriş, binçavkirina rojnamevanan û hewldanên sansurê yekser êrîşa li dijî mafê wergirtina agahiyan a gel e. Onverê rastiyên ku ne tenê li Colemêrgê li hemû Tirkiyeyê tên zanîn, lê ditirse were axaftin îfşa kiriye. Ev zext, girtin û gef xwarin nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin!”
 
‘KESÊN HEQÎQETÊ DINIVÎSIN NE BI TENÊ NE’ 
 
Armût, anî ziman ku li cem rojnamevan Onverê ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pênûsê Rabîayê ne bi tenê ye. Li dijî zextên we dê gavekê jî bi paş ve neavêje. Hem hemû kedkarên çapemeniya azad ên ku pênûsê Apê Mûsa li erdê nehiştine bi berîkirin bibîrtînin. Rojnamevanî ne sûc e, çapemeniya azad nikare were bêdengkirin.”
 
‘TÊKOŞÎNA ME DÊ BIDOME’  
 
Parlamenterê Colemêrgê Onûr Duşunmez jî bertek nîşanî serdegirtina mala Onverê da û destnîşan kir ku sedemê vê serdegirtinê derxistina holê ya avadaniyên qirêj ên dixwazin li Colemêrgê bi cih bibine. 
 
Duşunmez, bi lêv kir ku tevî zextan Çapemeniya Azad bi paş ve gavê naavêje û wiha got: “Têkoşîna çapemeniya azad ji Apê Mûsa vir ve 32 sal in bi biryardariyeke mezin didome. Çapemeniya Azad a di salên 90’î de serî netewandî di vê pêvajoyê de jî serî natewîne. Kesek tenê jî bimîne dê kevneşopiya çapemeniya azad bidome. Kesên dixwazin polîtîkayên şerê qirêj î faşîzmê li Colemêrgê bimeşînin dê winda bikin û têk biçin. Têkoşîna me dê heta dawiyê bidome. Kedkarên çapemeniya azad ne bi tenê ne. Em li cem têkoşîna wan e. Tu kes nikare çapemeniya azad bêdeng bike.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Çapemeniya azad nikare were bêdengkirin” û “Zext nikarin me têk bibin” bi dawî bû. 
 

Sernavên din

29/09/2024
10:56 Dosyayên doza tacîz û tecawizê yên li wargeha cemaetê kirin yek
10:43 Liceyî madenan naxwazin: Em ê dev ji xaka xwe bernedin
10:33 Bi komployê bersiv dan hewldanên ji bo çareseriyê
10:06 Li DYA’yê Bahoza Heleneyê: 63 kes mirin
10:04 Ji bo Nagihan Akarsel bang: Bila kesên cînayet teşwîq kirin bên darizandin
09:35 Hejmara nû ya Kovar Jinê derket
09:33 Sewalkar: Em bifiroşin jî zirar dikin xwedî jî bikin her zirarê dikin
09:04 Li Edeneyê dozeke din a ‘xespkirina îradeyê’
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2024’AN
28/09/2024
20:08 Li Stenbolê şahiya jinan
17:00 Ceylan Onkol di salvegera 15’emîn de hat bibîranîn
16:35 Li Licê protestoya madenê: Em ê rê nedin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Ozbek banga ‘berdana lezgîn’
15:03 Komkujiya Roboskî di meha 153'yemîn de ye: Em ê nedin jibîrkirin
14:47 Hizbulahê piştrast kir ku Hesen Nasrallah hatiye kuştin
14:35 Xizmên Windayan li çar bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
14:22 Êrişî Şaxa YNK’ê hate kirin
14:21 Aydenîz a serdana girtiyan kir: Divê raporên tenduristiyê yên bêalî bên dayîn
13:53 Li Cizîrê fûara ‘jinên hilberîner’
13:43 Dayikên Şemiyê: Divê kujerên Abdulmecît Baskin bên cezakirin
13:17 Li Sûltangaziyê bi çekê êrişî avahiya DEM Partiyê kirin
12:01 Çîçek: Armanca tifaqê rûxandina desthilata faşist û rizgarkirina siberojê ye
11:22 Artêşa Îsraîlê îdia kir ku lîderê Hizbulahê hatiye kuştin
11:21 KASED dê ‘Festîvala Sûrfestê’ li dar bixe
11:04 Li şûna tundiya polîsan doz li çalakvan hate vekirin
10:33 Xebatkarên MED-DER’ê yên hatin berdan: Wê xebat û têkoşîna me ya ziman bidome
09:56 Derûnnas Tekînalp: Yê ku Narîn kuştî ne keseke, feraseteke
09:55 Dr. Berwarî: Plana tunekirina destkeftiyên kurdan di dewrê de ye
09:06 Wêneyên hunermend û nivîskarên kurd li ser dîwaran hatin neqişandin
09:05 ATK’ê ji bo Yildiz a li ser sedyeyê hate girtin rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ da
09:04 Ji bo mitînga ‘Azadiyê’ bang: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:00 Pêvajoya ber bi 9'ê Cotmehê ve
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/09/2024
20:50 Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî hat girtin
19:36 Operasyona li dijî saziyên ziman: 2 kes bi daxwazê girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:46 Ji mamosteyên kurdî yên binçavkirî 7 kesên din jî hatin berdan
16:41 Polîsê ji bo ‘parastina’ wê hatiye peywirdarkirin ew tacîz kir
16:00 Di doza protestoya komkujiya jinan de biryara beraetê
15:46 ‘Li girtîgehên Herêma Serhedê tecrîd di asta herî jor de ye’
15:44 Doza Hasret Tûtalê hate taloqkirin
15:03 Hat îdiakirin ku mamosteyekî zarokek tacîz kir
14:57 Bi hinceta ‘rojeva neyînî ava dike’ dest danîn ser nameya binpêkirinê
14:55 Jina hatibû derbkirin û tacîzkirin banga piştevaniyê kir
14:47 Ewlekariya şaredariya CHP’î li mamosteyan xist û gefa kuştinê li rojnameger xwar
14:44 Dayikên Aştiyê zextên li ser zimanê kurdî şermezar kirin
14:31 GABB’ê biryara dewrkirina avahiya akademiyê betal kir
14:08 Li Amedê sempozyûma navneteweyî: Divê avahiyên dîrokî û nirxên çandeyî bên parastin
13:12 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina perwerdekarên kurdî dan: Bêhiqûqî ye
13:11 Îsraîlê 5 leşkerên Sûriyeyê kuştin
12:49 Micira asfaltê ji bo nedin şaredariyê rijandin sergoyê
12:20 Di doza Safîturk de daxwaza jinûvedarizandinê hate redkirin
12:18 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:02 PFDK’ê cezayê pereyan da Amedsporê
11:56 Nagihan Akarsel dê li Stenbolê bê bibîranîn
11:46 Hate tespîtkirin ku li cihê cenaze lê hatiye veşartin 2 kesên din jî hebûne
11:15 Xelkê Liceyê dê sibe li dijî madenan çalakiyê li dar bixe
11:01 Turkoglû: Em ê rê nedin çeteyan û şerê taybet
11:01 Akademiya Jineolojiyê 2’yemîn Konferansa xwe li dar xist
10:56 Mamosteyên zimanê kurdî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:30 Li Amedê berteka binçavkirinan: Em ê bi bêhtir axaftina kurdî ve bibin bersiv
10:28 Doza Ceylan Onkolê: Ji ber ku kujer dewlet e hate veşartin
10:14 Pevçûnên Îsraîl-Hîzbullahê: Wê pevçûn heta hilbijartinên DYA'yê bidomin û gur bibin
10:08 Ozbîngol: Di cînayeta Narînê de hewldanek heye ku delîlan ji holê rakin
09:33 Ji Sakik banga ji bo 'Mitînga Azadiyê': Divê bi sedhezaran kes bi hev re dengê aştiyê bilind bikin
09:04 Ji bo 2 ciwanên walîtiyê hedef nîşan dabû biryara neşopandinê hate dayin
09:04 Êrişkarên avahiya DEM Partiyê nayên darizandin
09:03 Malbatek, 2 girtî û 3 bajar!
09:02 Rojnamevan Karwan: PDK ketiye nava tirsa têkçûnê
09:02 Girtî: Serşok û daşir bi kamerayan tên temaşekirin
09:01 Du bajarên cuda du jin: Qet nebêjin ‘ez nikarim’
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2024'AN
26/09/2024
21:09 Şivan, li nêzî qereqolê mirî hat dîtin
20:54 'Em ê bi axaftina zimanê kurdî bersiva êrişan bidin'
18:26 Îfadeya perwerdekarên kurdî yên di binçavan de dest pê kir
16:31 Ji bo kesên komkujiyên jinan protestokirin ceza hat xwestin
16:08 Hatîmogûllari: Ji bo komeke biçûk bi milyonan kes birçî tên hiştin
15:26 Ji Şamê daxuyanî: Heta ku şertê vekişînê qebûl nekin em ê li ser maseyê nerûnin
15:18 DBP’ê banga ‘sûîqestê’ şermezar kir: Em ê li dijî vê zîhniyeta tarî bisekinin
14:59 Bi awayekî girseyî serdana şîna Ozkan kirin
14:54 4 kesên li baxçeyê qereqolê îşkence lê hatibû kirin dîsa hatin girtin!
14:34 Li MED-DER’ê atolyeya kirmanckî: Em ê bi axaftina zimanê xwe ji êrişan re bibin bersiv
14:06 Dê gora Cem Garîpoglû were vekirin
13:53 Gergerlîoglû li HSK’ê giliyê dadgerê ku ew ji danişînê derxistî kir
13:22 Rojnamegera girtî Ezîzî rakirin nexweşxaneyê
13:00 KASED Mihrîcana Surfestê li dar dixe
12:23 DEM Partiyê gilî kir: Bila têkiliya Salîm Guran û Ensarîoglû bê tespîtkirin
11:50 Dema binçavkirinê ya mamosteyên kurdî hate dirêjkirin
11:48 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:10 Dogan ji Yerlîkaya pirsî: Ka we digot kurdî jî ya me ye?
10:18 Dhalamînî: Divê em hîn bêhtir daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:45 Di Haberturkê de bang hat kirin ku suîqest li Bafel Talabanî bê kirin
09:13 Jin li ser rêbazên têkoşîna hevpar nîqaşan dikin
09:03 Xebatên bendavê ku dê bi xwe re rûxandineke mezin bîne dest pê kirin
09:02 Rojnamevan Yûrtsever: Tirkiye amadekariya êrişên li dijî Garê û Qendîlê dike
09:01 Di îdianameya mirina bi guman de ji çawişê pispor re ceza tê xwestin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2024'AN
25/09/2024
22:46 Lêpirsîna der barê saziyên ziman de: Kesek hat berdan, 2 kesên din jî hatin binçavkirin
19:27 Ji bo kurdî banga seferberiyê
16:53 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
16:06 Doza Nîhat Kazanhan taloqî 16’ê kanûnê hate kirin