Li Êlihê ji bo 17’ê mijdarê bang: Ji bo parastina azadiyê em li qadan bin

  • rojane
  • 14:09 14 Mijdar 2024
  • |

ÊLIH - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar ji bo mitînga 17’ê mijdarê ya li Êlihê bang kir û wiha got: “Li dijî rejîma tecrîd, ji bo parastina azadiyê em dakevin qadê.”  

Çalakiyên protestoyî yên li dijî tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlih û Xelfetî ya Rihayê berdewam in. Di roja 11’emîn a protestoyan de xelkê Êlihê li Parka Yilmaz Guney hatin gel hev. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê û şandeyeke ji Şirnexê hatî jî di meşê de cih girtin. 
 
Girseya ku ber bi Xaçerêya Basinê ve dest bi meşê kir, di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana Batmanê”, “Jin jiyan azadî”, “Qeyûm talan e berxwedan jiyan e” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kir. 
 
ESNAFAN PIŞTGIRÎ DAN MEŞVANAN
 
Pankarta “Qeyûm biaxive tu ji ku yî?” ku şandeya Şirnexê bi xwe re anîbû di meşê de hate hilgirtin. Welatiyên derdorê jî bi çepik û nîşaneyên serkeftinê piştgirî dan meşvanan. Esnafekî jî av da meşvanan. Di meşê de coşeke mezin hebû û meş li Xaçerêya Basinê bi dirûşmên “Qeyûmê dizek” û “Dê qeyûm biçe gel dê were” bi dawî bû. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk piştî meşê axivî û got ku berxwedana gel a li dijî xespkirina îradeyê bênavber didome. Tekîk, diyar kir ku heta encamê bi dest dixin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
‘EM Ê BI HEV RE TÊBIKOŞIN’
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen jî diyar kir ku ew ê her tim li ziman, çand û nirxên xwe xwedî derkevin û wiha dom kir: “Gelê me xwedî kevneşopiya berxwedanê ye û her tim li ber xwe da. Dinya şahidê têkoşîna gelê kurd û talan van e. Em ê bi hev re têbikoşin.” 
 
‘AGIRÊ AZADIYÊ ROJ BI ROJ MEZIN DIBE’ 
 
Parlamentera Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî got ku ew bi pergaleke dizîker, talanker û xespkar re rû bi rû ne û ev tişt anî ziman: “ Gelê kurd çiraya azadiyê vêxistiye û kesek dê nekare vî agirî vemirîne. Ev agirê azadiyê roj bi roj mezin dibe. Em ê destûrê nedin talankirina şaredariyan. Berxwedana gel rewa ye û tişta nerewa jî xespkirina îradeya gel e.” 
 
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk jî wiha got: “Ji bilî polîs û leşkeran kesek nikare bikeve şaredariya hatiye dagirkirin. Ev 11 roj in zarok, jin, ciwan û kal û pîr bi fermana qeyûm tên îşkencekirin. Gelê Êlihê salên 90’î jiya. Li dijî wan zextan berxwedaneke mezin nîşan da. Serkeftin nêz e. Ne talanker lê gelê me dê qezenc bike.” 
 
UÇAR: JI BO BIDAWÎKIRINA REJÎMA TECRÎDÊ EM LI QADAN BIN 
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî mirina 5 zarokan a li Îzmîrê bi bîr xist û got ku kesên pariyê nan ê gel di dizin û gel neçarî mirinê dikin, hewl didin bi çerxa qeyûman xwe û alîgirên xwe dewlemend bikin. Bi domdarî Uçar, got ku heta meseleya kurd neyê çareserkirin dê tu pirsgirêkên piralî çareser nebin û wiha bi dawî kir: “Îktîdara xwe bi şer li ser pêyan digire, polîtîkaya qeyûm xist meriyetê. Di pêvajoya çareserî û muzakereyan de birêz Ocalan di şertên newekhev de gotin û hêza çareseriyê nîşan da. Îktîdara AKP-MHP’ê ku dijminê edalet û demokrasiyê ne, çareseriyê naxwazin. Heke daxwaza wan a çareseriyê hebe, bila tecrîda li Îmraliyê rakin û fikrên birêz Ocalan bigihijin gel. Banga me ji bo her kesên demokrasiyê dixwazin ew e ku di roja 17’ê mijdarê de li Êlihê bin. Li dijî rejîma tecrîdê, ji bo parastina azadiyê em li qadan bin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye”, “Bijî Serok Apo” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bi dawî bû. 
 
Berxwedana gel a li dijî xespkirina îradeyê ya li Xaçerêya Basinê didome. 
 
 

Sernavên din

03/12/2024
09:00 ROJEVA 3’YÊ KANÛNA 2024’AN
08:35 Komên paramîlîter 3 kes qetil kirin
02/12/2024
20:31 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:26 Xebatkarê Aramê Zengeralp serbest hat berdan
20:21 Polîsan êrişî çalakiya Rojavayê kir: 50 kes hatin binçavkirin
16:40 Li Wanê Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalan hate avakirin
16:37 Şaredariya Artukluyê têkildarî nelirêtiyan serlêdana sûc kir
16:24 Şandeya navneteweyî çû serdana OHD’ê: Heke tecrîd rabe dê demokratîkbûn çêbibe
16:19 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li geleke bajaran hatin protestokirin
16:18 Tehliyeya Besra Erol hate taloqkirin
16:02 Li Miksê xespkirina îradeyê hate protestokirin: Qeyûm nelirêtî û talan e
15:35 Ji bo pirtûka 'Dildarê Serkeftinê' biryara komkirinê hate dayin
15:34 Wezîrê Karên Derve yê Îranê hate Enqereyê
15:16 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Silopiyayê hatin protestokirin
15:12 Bertek nîşanî girtina Hevşaredar Dundar dan
14:47 Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê daxuyanî da
14:46 Li Mêrdînê jin li dijî tayînkirina qeyûm meşiyan
14:32 Derket holê ku keça AKP’iyê qeyûm diparast bêyî mulaqetê girtine kar
14:24 Qeyûm projeyên hevşaredaran jê bir
13:59 Şandeya navneteweyî çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê
13:53 DFG’ê rapora meha mijdarê eşkere kir: 21 rojnameger hatin binçavkirin, 3 hatin girtin
13:43 Jinan bertek nîşanî tundiyê dan: Jin, Jiyan, Azadî pisûleya me ye
13:27 Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê seferber bû
13:26 Kongra Star banga ‘xurtkirina xweparastinê’ kir
13:26 DBP’ê li dijî êrişan banga helwestnîşandanê kir
13:25 Wezaretê gotibû 3 leşker mirîne: Ozdag got ku 44 leşker mirine
13:24 Parlamentoya Iraqê îro dê bi rojeva Qanûna Rewşa Kesî bicive
13:24 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
10:49 KNK: Roj roja parastina Rojava ye
10:42 Hejmara 259'emîn a Xwebûnê derket
10:36 Parlamentoya Herêma Federe dicive
10:07 Mazlûm Ebdî: Em ê gelê xwe biparêzin
09:35 'Êriş bi tevî li dijî gelên herêmê ne'
09:04 Claûdîa Korol a feminîst: Azadiya Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navînê firsendek e
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2024'AN
01/12/2024
16:53 HSD’ê li dijî êrişan bang kir
16:36 HPC’ê ragihand ku êrişên komên paramîlîter dane sekinandin
16:12 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî ragihand
15:57 Ji Amedê bang: Dest bi muzakereyên bi Abdullah Ocalan re bikin
15:29 SOHR: Di mijdarê de 176 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
14:49 Kolakan piştî 33 salan hate berdan
14:48 Omer Ocalan: Bi zîhniyeta DAIŞ’ê çav berdane destkeftiyên kurdan
14:02 Çiyayên Xêrê yê Dihokê hate bombebarankirin
13:38 Li Şerayê pevçûnên dijwar diqewimin
13:29 Li Miksê qeyûm hate protestokirin: Qeyûm talan e berxwedan jiyan e
12:27 Artêşa Sûriyeyê leşker sewqî Hemayê kir
12:24 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da welatiyekî kurd
12:22 Ankêta Sosyo Polîtîkê: Çavkaniya hemû pirsgirêkan pirsgirêka kurd e
11:54 Di navbera HRE û komên paramîlîter de pevçûnên dijwar diqewimin
11:23 Foza Yûsif: Em ê li ser xeta şerê gel ê şoreşgerî xwe biparêzin
11:05 Endamên Meclisê yên DEM Partiyî li dijî qeyûm serlêdana sûc kirin
10:50 DYA’yê têkildarî geşedanên li Helebê daxuyanî da
10:36 3 gundên Efrîn-Şehbayê hatin bombebarankirin
10:34 Kovara Jinê bi manşeta ‘Di pêvajoyên pevçûn û muzakereyan de jin’ derket
10:27 Îşkence û destdirêjiya li dijî jinên afgan ên neçarî parsekiyê hatin kirin
10:18 Gelo geşedanên li Helebê operasyona NATO’yê ye?
09:23 Xelkê Agiriyê ji ber fatûreyên zêde yên gaza xwezayî bi bertek in
09:00 ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2024’AN
08:58 Di qezaya li Bartinê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 SOHR: Artêşa Sûriyeyê xwe ji Hemayê vekişand, HTŞ’ê 16 gund bi dest xist
30/11/2024
16:16 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat girtin
15:43 Pêşangeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir
15:40 Li Cizîrê tayinkirina qeyûm hat şermezarkirin
15:37 HTŞ'ê gelek deverên Helebê xistin bin kontrola xwe
14:56 Xizmên windayan ji bo Tahir Elçî doza edaletê kirin
14:29 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
14:23 30 sal in aqûbeta wî ne diyar e
11:13 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat binçavkirin
11:10 Qeyûmê Mêrdînê gelek kes ji kar derxistin
09:04 Bîrsen Orhan a cezayê hepsa malê lê hat birîn: Ez ê bitêkoşim
09:02 Akademîsyen Neşe Ozgen: Tecrîd êrişa li aştiya civakî ye
09:01 Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê: Şandina pereyan ji girtiyan re ne sûc e
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2024'AN
08:29 9 siyasetmedar û sendîkavan hatin girtin
29/11/2024
22:23 DEM Partî: Bila gelê me mafê xwe yê protestoyê bi kar bîne
22:18 DBP: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
19:53 Qeyûm tayinî Şaredariya Miksê hat kirin
16:26 Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Qeyûm li pişt bariyerên betonan hefsî ne
16:06 Bakirhan: CHP dikare ji bo çareseriyê rola xwe bilîze
Ozel: Em amade ne rola xwe bilîzin
15:04 Li Miksê esnaf hatin ziyaretkirin
15:02 5 rojnameger bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
14:55 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Ozel dest pê kir
14:51 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
14:43 Qeyûmî cîgirên hevşaredar ji peywirê girt û li şûna wan AKP’iyek tayîn kir
13:18 Navê Tahir Elçî li kolana lê hatibû qetilkirin, kirin: Dê bibe sembola aştiyê
12:47 Ozel ji dozger Gurlek re got: Nebe amûra hin kesan
12:35 Pevçûnên di navbera artêşa Sûriyeyê û HTŞ’ê de didomin: Hedef rêya M5’ê ye
12:30 Qonaxa dîrokî ya li Qersê bi hilweşînê re rû bi rû ye!
12:29 Rojnameger, siyasetmedar û sendîkavan sewqî edliyeyê hatin kirin
12:26 Hevşaredarê Miksê Hazir: Li ser talîmatê ceza dan
12:24 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:22 Ji ber ‘dermanê epîlepsiyê’ êrişî girtî Bayir kirin
12:21 Derheqê cîgirê Şaredarê Esenyurtê Yalçin de biryara binçavkirinê hat dayin
10:00 Parêzer Zeynep Karayilan: Divê ji bo ‘mafê hêviyê’ sererastkirinek bê kirin
09:21 Ji bo ceza bidin xwe li benda hevşaredarbûna wî girtine!
09:12 Berdevka YPJ’ê: Pergala baviksalariyê dê bi modernîteya demokratîk tune bibe
09:03 'Li dijî asîmlasiyonê divê li her derî Dibistana Zarokan a Ma Musîcê bê avakirin'
09:02 Sedema beraetkirina rojnamevan Dicle Muftuoglûyê
09:01 Mûstafa Sarigul: Dixwazin tayînkirina qeyûman nîşanî muxalîfan jî bidin
09:00 Ji dêrsimiyan berteka li dijî qeyûm: Hûn nikarin kesên hilbijartî ji peywirê bigirin