‘Dê têkoşîna hevpar a gelên bindest karibe êrişan rawestîne'

  • rojane
  • 09:04 13 Kanûn 2024
  • |

AMED - Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl diyar kirin ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî paradîgmaya neteweya demokratîk in û gotin:" "Têkoşîna hevpar a gelên bindest dikare van êrişan rawestîne."

Tirkiye û koma paramîlîter a girêdayî wê ya bi navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Di van êrişan de jin û zarok jî di nav de 52 sivîl jiyana xwe ji dest dane û 28 sivîl jî birîndar bûne. Nûnerên partî û saziyan diyar kirin ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destkeftiyên kurdan hedef digirin û xwestin ku ev êriş bên rawestandin.
 
DESTKEFTÎ HEDEF TÊN GIRTIN
 
Hevseroka Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Sûltan Yarayê diyar kir ku bi êrişên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destkeftiyên gelê kurd hedef tên girtin û got: “Gelê kurd li Rojavayê pergaleke nû ava kir. Hemû nasnameyên li wir dikarin xwe bi hêsanî îfade bikin. Ev destkeftî bi pêşengiya gelê kurd û jinên kurd pêk hat. Di pêşengiya kurdan de jiyaneke komînal, wekhev hat afirandin. Armanca van êrişan destkeftiyên gelê kurd ên bi têkoşînên mezin bi dest xistin bi xwe ne. Em van êrişan şermezar dikin."
 
Sûltan Yarayê diyar kir ku her çend êriş wekî ku ji aliyê komên paramîlîter ve hatine kirin bên nîşandan jî, dewlet li pişta wan e û got: “Dîmenên ku di medyaya dîjîtal de tên belavkirin, nîşaneya binpêkirina mafên mirovan e. Li Rojavayê sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin. Ji ber vê yekê ez van êrişan şermezar dikim û bang li Tirkiyeyê û dewletên din dikim: Dest ji dijminatiya xwe ya li kurdan berdin. Dewlet û desthilatên ku dijminatiya kurdan dikin mehkûmî tunebûnê ne."
 
‘PARADÎGMAYEKE KU JI ROJHILATA NAVÎNÊ RE BIBE MÎNAK'
 
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) ê Amedê Abbas Şahîn bi bîr xist ku gelê kurd ê li Rojhilata Navînê bûye 4 parçe, bi salan e rastî komkujî, zext û zordariyê tê. Şahîn bal kişand ku gelê kurd ê li Sûriyeyê bi salan rastî zilma rejîma Baasê hatiye û got: “Rejîma Baasê bi dehan salan rê neda ku gelê kurd bi nasnameya xwe bijî û nasname jî neda wan. Êş û qetlîamên giran hatin kirin. Tevî van zextan jî gelê kurd li Rojavayê paradîgmayeke ku wê ji Rojhilata Navînê re bibe mînak pêk anî."
 
Şahîn bi bîr xist ku pergala demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin ji aliyê gelên cîhanê ve jî hatiye dîtin û got: “Li Sûriyeyê rejîmeke faşîst, dîktatorî hat rûxandin. Rejîma ku divê şûna vê dîktatoriyê bigire divê rejîmeke demokratîk be. Divê Sûriyeyeke demokratîk bê avakirin û gelên di nava Sûriyeya Demokratîk de xwedî nasnameya xwe bin û di nava sîstemê de xwedî biryar bin. Şahîn êrişên li dijî sivîlan jî şermezar kir."
 
Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Kesên di Dergûşa Şaristaniyan de Xizmên xwe Wenda kirine re (MEBYA-DER) Mehmet Emîn Kiliç jî diyar kir ku armanca êrişan jiyana nû ya kurdan e. Kiliç da zanîn ku destkeftiyên kurdan û gelên herêmê hedef hatine girtin û got: “Di salên 2017-2018’an de bi êrişan Efrîna aram talan kirin, demografiya wê xera kirin û avahiya wê ya dîrokî hilweşandin. Ji ber ku niha perwerde bi tirkî û erebî tê dayîn, pergala perwerdeyê jî hilweşandin. Kurdî ji zimanê perwerdehiyê hat derxistin. Ravekirina vê yekê tune ye. Yanî çima pergala perwerdeyê ya li Efrîna ku kurd û ereb lê dijîn tirkî ye? Tirk li wir çi dikin?"
 
Kiliç ku got "Jiyana aştiyane ya gelan kabûsa pergala kapîtalîst e" got: "Îro rûxandina rejîma Sûriyeyê bi awayekî vekirî nîşan da ku fikra neteweya demokratîk tekane rê ye. Neteweya demokratîk dermanê Rojhilata Navînê ye. Ji ber vê yekê ditirsin ku xwerêveberî û berfirehkirina neteweya demokratîk ji kapîtalîzmê re cih nehêle. Ji ber vê yekê êrişî Rojavayê û destkeftiyên wê dikin. Yekîtiya gelên bindest dikare vî şerî rawestîne. Tenê têkoşîna hevpar a hemû gelan bi taybetî jî ya kurdan dikare van êrişan rawestîne."
 

Sernavên din

03/01/2025
13:04 Bi hezar kes li ser sînorê Kobanê meşiyan: Dê berxwedana Rojava bi ser keve
12:00 Xelkê Kobanê ji bo HSD û YPJ’ê seferber bû
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:33 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyona salane eşkere kirin
11:29 Kaya ê di protestoya qeyûm de hate girtin qala îşkenceyê kir
11:11 Wezîrên Fransa û Almanyayê li Şamê ne
10:46 Gel ji bo meşa ser sînor li Pirsûsê kom bû
10:45 Bernameya Şandeya Îmraliyê ya Meclisê diyar bû
10:28 Serokê Baroya Amedê: Ji bo çareseriyê em amade ne peywirê li xwe bigirin
09:47 Baroya Mêrdînê li dijî biryara qeyûm serî li dadgehê da
09:42 HDK û DEM Partiyê ji bo aştiya civakî zend û bend badan
09:41 Li Tunusê keştiyên penaberan noqî avê bûn: 27 kes mirin
09:26 Rojnamevan Şah: Dê şerê xetên bazirganî û enerjiyê berbelav bibin
09:25 Bavek û 2 jê nexweş 4 kur
09:06 Çi bû ji Rojîn Kabaîşê: Çima hevala wê naaxive?
09:03 'Ger hêviya ji bo aştiyê hebe divê ji bo mafê hêviyê gavên zelal bên avêtin'
09:01 Di têkoşîna azadiyê de 3 jin: Dê neyên jibîrkirin
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÇILEYA 2025’AN
02/01/2025
21:26 HSD: Tirkiye tevî koma paramîlîter 'Huras El Din' êrişî Minbic û Bendava Tişrînê dike
21:20 Endamê Meclisa DEM Partiyê Rohat Guvercîn hate girtin
16:58 DAKAP çû serdana malbata Rojîn Kabaîşê: Divê berpirsyar bên darizandin
16:54 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
16:47 HSD’ê banga diyalogê kir
16:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî bi dawî bû
16:29 Rapora girtîgehan: Êrîş, kelepçekirin, lêgerîna tazî
15:48 Rojnameger Yalçin sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
15:47 Ji bo tevlibûna meşa li ser sînorê Kobanê bang hate kirin
15:33 Dayikên Aştiyê: Ji bo şer bi dawî bibe divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:11 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî dest pê kir
14:59 Li Zanîngeha Dîcleyê ji bo Rojîn Kabaîşê çalakî hat lidarxistin
14:45 Onder ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi Erdogan re got: Li ser tê axaftin
14:45 Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran: Girtina produksiyonan biryareke siyasî ye
14:20 Weqfa Aştiyê: Ji bo Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe firsendek çêbû
14:05 Bi hezaran kes ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan: Banga Ocalan li muxalefetê kirin
13:36 Hevdîtina şandeya DEM Partiyê û Kurtulmuş dest pê kir
13:33 Muameleya xerab li girtiyê nexweş Aksaç hate kirin
13:27 HSD: SNHR sûcên dewleta tirk vedişêre
13:26 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar
12:38 Karnameya azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê
12:17 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:16 Qeyûmên Êlih û Dêrsimê karker ji kar derxistin
12:03 Çalakvanên ser sînorê Qamişloyê: Divê hevdîtin bidomin û dewlet gavan biavêje
11:31 Mêdêa derdikeve turneya Kurdistanê
11:20 'Divê Yekitiya Baroyan rola xwe bilîze û li dijî tecrîdê derkeve'
11:15 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Bahçelî û Kurtulmuş
11:14 Kurkçu banga berpirsyartiyê li sosyalîstan kir
10:45 Ozgur Ozel: Ez ji bo pêvajoya nû dibêjim ‘erê’
10:07 Li Zaxoyê 2 wesayît bi SÎHA’yan hedef hatin girtin
10:03 Dayika Sêvê Demîr: Xeyalên keça min li Rojava dijîn
09:58 Ji bo meşa ber bi sînorê Kobanê ve banga tevlibûnê
09:08 Demîrel ê OHD'î: Mafê hêviyê wê bibe gava ewil a dilsoziyê
09:07 'Em ê bi hev re Rojavayê biparêzin'
09:03 Francesca Baruffaldi: Serbestberdana Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a demokratîkbûyînê
09:02 Xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil: Ev êriş li dijî azadiya jinê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2025'AN
01/01/2025
17:22 'Gava şênber a pêvajoyê azadiya Ocalan e'
15:49 Li Tişrînê pevçûn, li Tebqayê bombebaran
15:17 Ji bo rojnamegerên îtalî ku li Îranê hat girtin bangewazî
14:46 Li ser sînorê Kobanê nobed didome
14:40 Taziyeya Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
13:40 Li ser sînorê Kobanê nobed di roja 10’emîn de didome
13:25 Qeyûm 26 karkerên din jî ji kar derxist
13:19 Ji Hunergaha Welat klîbeke nû: Gujje Çemê Me
13:18 Li Qereqozaqê SÎHA’yeke Tirkiyeyê hat xistin
13:04 MKG’ê bertek nîşanî girtina Kompanya Gizîngê Berbeyan da
12:47 Li ser Ukraynayê sewqiyata gazê hat rawestandin
12:39 Buhayê abonetiya gaza xwezayî hat zêdekirin
12:38 Senatorê fransî: Modela Rojava ji bo avakirina Sûriyeyê referans e
11:45 Di sala nû de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
10:50 Der barê ekolojîstan de lêpirsîn hat vekirin
10:49 Li Colemêrgê zext tevahiya salê dewam kirin
09:48 Piştgirî ji bo peyamên Ocalan: Em ê piştgiriyê bidin her gava bê avêtin
09:37 Serdana Girtîgeha Panosê kir: Li ser laşê girtiyan şopên îşkenceyê hebûn
09:19 Rojnameger Germiyanî: Di hikûmeta nû de PDK û YNK dê hebin
09:18 Tifaqa gundekî li hemberî cinawirekî: Gurê Manco
09:01 Nobeda li sînor: Ha Kobanê ha Pirsûs
09:00 Canpolat: Divê Abdullah Ocalan bi hemû derdoran re hevdîtinê bike
09:00 ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2025’AN
31/12/2024
16:43 Şerîfe Mihemedî rakirin nexweşxaneyê
16:38 Der heqê 16 parlamenteran de 26 fezleke pêşkeşî Meclisê hatin kirin
16:30 Budak ê tehliyeya wî 2 caran hatibû astengkirin hate berdan
15:21 Li Seravê Navenda Jiyanê ya Jinan hate vekirin
15:16 Di çalakiya ser sînor de piştgirî dan peyama Abdullah Ocalan
14:50 Qeyûmê Dêrsimê 9 kes ji kar derxist
14:45 ‘Divê her kes li dora peyama Ocalan bibe yek’
14:37 IFJ: Di 2024'an de 122 rojnameger hatin kuştin
14:32 Ji Weşanxaneya Aramê 17 pirtûk
14:21 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Divê binpêkirinen li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin
13:26 Gundên Biradostê hatin bombebarankirin
13:13 Nobeta li ser sînorê Pirsûs-Kobanê di roja 9’an de didome
13:13 Pira Qereqozaqê û xaçerêya Sirînê tê bombebarankirin
12:33 Piştî 32 salên dîlgirtinê hat bajarê xwe
11:48 Baysoy ê jiyana wî bi têkoşînê derbas bû wefat kir
11:44 Biryarên Komîsyona OHAL’ê di tûrikê kîjan saziyê de ne?
10:26 KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe pisûleya me ya têkoşînê
10:24 Mele Bîlgîn: Ger aştî û demokrasî hebe dê welat pêş bikeve
10:23 Îmzevanên Bangawaziya Aştiyê: Hevdîtina Îmraliyê ji bo hemû aliyan peyamek e
09:23 Hevserokê DEM Partiyê yê Gebzeyê hate binçavkirin
09:22 Ji Mandela heya Ocalan kampanyaya azadiyê
09:17 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan ev salek û nîvin nobetê digirin