Seroka IFJ’ê: Tirkiye bi şêwazê mafyayê rojnamegeran hedef digire

  • rojane
  • 12:55 23 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka IFJ’ê Dominique Pradalié diyar kir ku dewleta tirk bi rêbazên mafyayê rojnamegeran qetil dike û wiha got: “Kujer ji ber necezakirinê hebûna xwe didomînin. Lê divê her kes bizane ku heke rojnameger nebin, demokrasî jî nabe.” 

Nerazîbûnên li dijî qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, didomin. Seroka Federasyona Rojnamevanên Navneteweyî (IFJ) Domînîqûe Pradalîê, der barê qetilkirina rojnamevanan de ji ANF’ê re axivî. 
 
‘PÎŞEYÊ ROJNAMEVANAN HEDEF HAT GIRTIN'
 
Domînîqûe Pradalîê, diyar kir ku weke IFJ’ê li hemberî bûyera qetilkirina rojnamevan Daştan û Cîhan Bîlgîn matmayî bûne û wiha got: “Qetilkirina hevrêyên me yên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn teqez nayê qebûlkirin û binpêkirina mafên navneteweyî ye. Rojnamevan li herêmê ne aktor in, ew çavdêr in. Li wir çi diqewime dişopînin û bi rêya radyo û vîdeoyan ji cîhanê re radigihînin. Rojnamevan ji ber bi erka xwe radibûn hatin qetilkirin. Em ji hevrê, hempîşe û malbatên rojnamevan re sersaxiyê dixwazin.
 
Mijara ku me matmayî dike, ew e ku êdî her kes difikire ku mafê wan ê kuştina rojnamevanan heye. Her kes difikire ku dikare rojnamevanan bikuje. Çima? Ji ber ku bêcezahiştin heye. Ji ber ku kujer bê ceza dihêlin. Ez dixwazim hevgirtina xwe ya bi malbat, hevrê û hemû hempîşeyên herdu hevalên me yên rojnamevan re, diyar bikim. Her wiha dixwazim diyar bikim ku Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî, li kêleka wan e. Niha divê edalet bê bicih anîn bi gotineke din divê lêpirsîn bê vekirin.”
 
‘NAXWAZIN SÛCÊN WAN ÊN ŞER DEŞÎFRE BIBE’
 
Domînîqûe Pradalîê, destnîşan kir ku sedema bingehîn a qetilkirina rojnamevanan nixumandina rastiyên sûcên şer in û wiha domand: “Mixabin ne tenê Tirkiye rojnamevanan qetil dike, Îsraîl jî li Xezeyê nêzî 130 rojnamevan qetil kir. Ev dewlet çima rojnamevanan qetil dikin? Dixwazin yên şahidiyê ji sûcên wan re dikin, ji holê rakin. Dixwazin rê li pêşiya eşkerebûna binpêkirin û jenosîdên xwe ji hemû cîhanê re bigirin."
 
'QANÛNÊN PARASTINA ROJNAMEVANAN TÊRÊ NAKIN'
 
Domînîqûe Pradalîê, bi bîr xist ku rojnamevan bi qanûnên navneteweyî tên parastin û êrişên li ser wan sûc e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek peymanên ku parastina rojnamevanan dikin hene, bi taybetî peymanên Cinev û Venedîkê. Lê diyar e ku ev ne bes in.”
 
‘DEWLETA TIRK BI ŞÊWAZÊ MAFYAYÊ ROJNAMEVANAN HEDEF DIGIRE’
 
Domînîqûe Pradalîê, diyar kir ku dewleta Tirk mîna mafyayê rojnamevanan hedef digire û ev tişt anî ziman: “Artêşa Tirk mîna mafyayên Meksîkayê rojnamevanan hedef digire. Armanca wan yek e. Dixwazin pêşî li wan bigirin ku karê xwe nekin, raya giştî agahdar nekin. Divê her kes zanibe, rojnamevan nebin demokrasî jî nabe. Qetilkirina rojnamevanan sûcê şer e. Heke li pêşiya vê neyê girtin, di dema pêş de wê rojnamevanek sax nemîne. Ji ber vê divê peymanên navneteweyî bên bi cih anîn.”
 
‘ROJNAMEVANÊN KURD JI BO CÎHANÊ MÎNAK IN’
 
Domînîqûe Pradaliê, anî ziman ku divê kesên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn qetilkirine bên darizandin û axaftina xwe wiha qedand: “Li welat û cihên ku lêpirsîneke cidî der barê qetilkirina rojnamevanan de nebe, divê lêpirsîneke serbixwe û navneteweyî ya ji pisporên hiqûqê pêk tê bê destpêkirin. Em ji hempîşeyên xwe yên Kurd ên li herêmê dixebitin re dibêjin ji ber karê ku we kirî em we pîroz dikin. Hûn lehengên rastî ne. Tevî ku hûn dizanin xetere ye jî, hûn ji bo pêkanîna pîşeyê xwe têdikoşin. Hûn ji bo tevahiya cîhanê mînak in.”
 

Sernavên din

16/01/2025
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
13/01/2025
21:17 Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
21:12 Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
20:11 Li Amedê sersal hat pîrozkirin
19:55 Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike
19:33 Li gelek bajaran protestokirina qeyûman: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
18:31 Der barê Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar de biryara berdanê
15:29 QSD'ê: Di nava 24 saetên dawî de 23 çete hatin kuştin
15:02 Li Akdenîzê gel guh neda bendan
14:25 Leyla Guven: Em amade ne tevkariyê li pêvajoyê bikin
14:12 DEM Parti: Qeyûm înkarkirina vîna gel e
11:57 Karê ewil ê qeyûm: Wêneyê Erdogan daleqand
11:50 Şaredariya Beşîktaşê hat dorpêçkirin
10:58 Li gundên Geverê operasyona leşkerî
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:46 Xwebûn bi manşeta ‘Êriş û aştî bi hevre nabin’ derket
08:13 Qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hat kirin
06:47 Hevşaredarên Akdenîzê hatin girtin: Em biryarê nas nakin
12/01/2025
16:57 Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê rêveberiya xwe diyar kir
16:08 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Li dijî qeyûm em bi ruhê zindanê li ber xwe bidin
15:54 Li Îzmîrê pîrozbahiya Serê Salê
15:53 Protestoya li pêşiya edliyeyê didome: Îdiayên vala ne
15:12 HSD: 23 çete hatin kuştin, 36 jî birîndar bûn
15:11 Li Pîranê şitil hatin danîn
14:31 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
14:30 Yuksekdag: Çi bikeve ser milê me em amade ne bi cih bînin
14:29 DBP dê serdema nû bi heman hevserokên giştî bidomîne
14:05 Dayikên Aştiyê li pêşiya edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin
12:42 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çû serdana Fîgen Yuksekdag
12:32 Eren ê 30 sal girtî ma, hat berdan
12:30 Bi hezaran kes li pêşiya edliyeyê ne: Kelûmelên qirtasiyeyê sûc hesibandine
12:23 Bakirhan: Pirsgirêka ewlehiyê ya esasî, feraseta Kurdan tune dihesibîne ye
11:58 Bayindir: Roj roja berxwedan û xwebirêxistinkirinê ye
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
11:38 Wekîl û malbat negirtin avahiya edliyeyê
11:12 Kurê girtiyê nexweş Elçîçek: Em ji ber xetereya ser jiyana wî ditirsin
11:11 Endamên DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê divê gavên samîmî bên avêtin
10:58 Li Amedê ‘Pirtûkxaneya Berhemên Jinan’ tê vekirin
10:44 Li dijî tecrîdê bedena xwe dabû ber agir: Em li Serokê xwe xwedî derkevin
10:40 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 16’an
10:39 Hevşaredarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:33 Dayikên li dijî hewldana qeyûm li ber xwe didin: Ji vê polîtîkayê çareserî nabe
10:27 7’emîn Kongreya Asayî ya DBP’ê dest pê kir
10:13 'Îftirayên' Akbiyik bi beraatê encam dibin
09:55 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:54 Estukyan: Bi gotinên 'terorîstanê' ve diyalog dewam nake
09:52 Saîpnazarova ya Qazaxistanî: Zimanê Kurdî pir dewlemend e
09:36 Pîrozbahiyên Serê Salê dest pê dikin
09:16 Daştan bi belgefîlma ‘73’yê rastiya Şengalê vegot: Dê xeyalên wî nîvco nemînin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÇILEYA 2025’AN
11/01/2025
16:43 Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
16:12 Dosyeya Pexşan Ezîzî ji daîreya înfazê ya ceza re hat şandin
16:08 Rojnamegerên hatin qetilkirin li Qamişloyê hatin definkirin