Li dijî êrişan saleke berxwedana azadiyê bû

  • rojane
  • 09:03 28 Kanûn 2024
  • |
img

AMED - Kurd li çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrişan li ser pêya bûn û li dora kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, çareseriya pirsgirêka Kurd" hatin cem hev.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê de di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin, di destpêka salên 2000’î de destnîşan kir ku Şerê Cîhanê yê 3’yemîn diqewime û şer nemaze jî di sala 2024’an de li erdnîgariya Rojhilata Navîn hat hîskirin. 
 
êrişên Îsraîlê yên di 7ê cotmeha 2023’an de li ser Gazeyê dest pê kiribûn, bi hinceta êrişên Hamasê, heta dawiya salê li Lubnan, Îran û Sûriyeyê belav bûn. Pêşveçûna dawî û herî girîng a salê rûxandina rejîma Baas a 61 salî ya Sûriyeyê bû. Hevdem ligel ku Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) li Şamê desthilatdarî kir, Tirkiyê û Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (SMO) dest bi armanckirina bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.
 
Di tevahiya salê de li Rojhilata Navîn xwîn rijandin, şer û pevçûn berdewam kir, çar parçeyên Kurdistanê bûn hedefa êrişên dijwar. Li hemberî van êrişan berxwedana kurdan û dostên wan bê navber dewam kir. Li dijî polîtîkayên îmha, înkar û asîmîlasyonê yên netew-dewletên ku hêzên emperyalîst piştgiriya wan dikin, kurdan ji bo jiyaneke nû li erdnîgariya Rojhilata Navîn geş bikin, têkoşîneke mezin meşandin.
 
BERXWEDANA MALBAT Û GIRTIYAN 
 
Kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” rojeva sereke ya kurdan bû, di çarçoveya kampanyayê de li Wan, Amed, Edeneyê, Mêrsînê, çalakiya “Nobeda Edaletê” hate lidarxistin. Li Stenbol û Îzmîrê bi armanca piştevaniya bi xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de ne, piştî 15’ê sibatê li girtîgehan bi awayekî malbatî û telefonî û her wiha li Amed, Wan û Edeneyê grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger berdewam kirin. 
 
Li Amed, Wan, Edene, Mêrsîn û Stenbolê li ber girtîgehan bi dirûşma "bersiv bide azadiyê” li ber Wezareta Edaletê bi daxwaza "Edaletê pêk bînin, hiqûqê bi cih bînin" û li ber avahiyên AKP'ê jî bi dirûşma "dawî li tecrîdê bînin" dewam kir. Her wiha di dawiya salê de bi pêşengiya TUAY-DER'ê kampanyaya ji girtiyan re şandina pereyan hat destpêkirin.
 
JI HUNERMENDAN BANGEWAZÎ
 
Di 7'ê çileyê de li Amed û Stenbolê 564 kesên ku di nav wan de hunermend, nivîskar û rewşenbîr jî hene deklerasyona "Em Bibin Dengê Aştiyê" li Amed û Stenbolê ragihandin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê aştiya mayînde pêk were û ji bo vê jî banga rakirina tecrîda li Îmraliyê û destpêkirina diyalogê hat kirin. Rewşenbîr û nivîskaran Înîsiyatîfa Huner ji bo Azadiyê ava kirin. Înîsiyatîfê di tevahiya salê de di vî warî de daxuyanî da û bang li hikûmetê kir ku pirsgirêka kurd çareser bike.
 
Di 22’ê çileyê de hezar û 330 parêzerên 35 baroyan ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bikin li Amedê daxuyanî dan û xwestin tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Piştre parêzeran serî li Wezareta Dadê dan.
 
MEŞA AZADIYÊ YA MEZIN
 
Li Wan û Qersê di navbera 1 û 15’ê Sibatê "Meşa Mezin a Azadiyê" hat destpêkirin. Hevserokên DBP'ê yên DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên DEM'ê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari, MED TUAHAD-FED Emîne Kaya û Kerem Canpolat jî di nav de gelek siyasetmedar, endamên saziyên civakî û gel beşdarî meşê bûn. Li her devera ku girse gihîştê beşek ji parêznameyên Abdullah Ocalan xwendin û daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de bang hat kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê tecrîda li Îmraliyê were bidawîkirin.
 
BI MILYONAN KES LI NEWROZÊ BÛN
 
 Tevgera Jinên Azad (TJA) li Elîh û Îzmîrê bi şîara "Bi 8'ê Adarê re bi jin, jiyan, azadî" çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê da destpêkirin.
 
Pîrozbahiya Newroza îsal jî bi heybet bû. Pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" li bi sedan deveran ku 57 ji wan navendan bûn, hatin lidarxistin. Di pîrozbahiya Newrozê ya ku bi milyonan kes beşdar bûn de daxwaza sereke "Azadiya Abdullah Ocalan, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd" bû.
 
Îsal di 4'ê Nîsanê de Kurdan berê xwe dan Amarayê. Bi wesîleya 75'emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa "Ji bo azadiyê Amara " hat lidarxistin. Bi meşê re peyama "Dema azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e" hat dayîn.
 
Li aliyê din TJA'yê dest bi çalakiya "Xwendinên Azadî" kir ku li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê pirtûkên Abdullah Ocalan hatin xwendin.
 
DI HILBIJARTINÊ  DE SERKEFTINÊN DEM PARTIYÊ 
 
Di dawiya meha adarê de hilbijartinên herêmî di rojeva Kurdistanê de bû. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ji bo hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê namzet nîşan da, li zêdetirî 90 navendan sindoq danîn. AKP’ê stratejiya hilbijartina herêmî ya 2019’an ji bo hilbijartinên 31’ê adarê xist meriyetê. AKP’ê bi hezaran leşker û polîs sewqî 24 bajar û navçeyan kirin. Partiya DEM'ê tevî dengên tevlîhev ên leşker û polîsan 78 şaredarî bi dest xist, ku 3 ji wan şaredariyên bajarên mezin bûn.
 
AKP jî di desthilatdariya xwe ya 22 salan de cara yekem bû partiya duyemîn. Di dema hilbijartinê de li Şirnexê ji leşker û polîsan re dirûşma "Biaxive, tu ji ku yî?" bu wek sembolekê. Li navçeya Curnê Reş (Hîlvan) ku Partiya DEM'ê bi ser ket, hilbijartin hatin nûkirin. Lê di hilbijartinên nû de encam neguherî û DEM Partiyê dîsa şaredarî bi dest xist.
 
BERTEKÊN LI DIJÎ QEYÛMAN
 
Di hilbijartinan de DEM Partiyê li Wanê hemû şaredarî yanê 14 şaredarî jî bi dest xist. Piştî hilbijartinan, AKP'ê yekser xwest mazbataya hevşaredarê Bajarê Mezin yê Wanê Abdullah Zeydan desteser bike. Li dijî çalakiyên ku bi rojan li Wanê dewam kir, gav paşve hat avêtin. Lê di cih de ji bo şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin. Piştî Şaredariya Colêmergê qeyûm tayînî şaredariyên Esenyurt, Êlih, Mêrdîn, Xelfetî, Dêrsim, Pûlûr û Miks hatin kirin.
 
Ewilî qeyûm tayînî şaredariya Colemêrgê kirin û piştî wê ji Wanê ber bi Colemêrgê meşa "Ji bo rêzgirtina îradeyê" hat destpêkirin. Piştî meşa 6 rojan mîtîngek mezin hat lidarxistin. Her wiha li bajarên ku qeyûm hatin tayînkirin bi deh hezaran kes bi rojan çalakî li dar xistin.
 
LI AMED Û ÊLIHÊ MÎTÎNG
 
Bajarên Kurdistanê dîsa bûn navenda çalakiyên 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê. Li gelek bajaran çalakiyên 1’ê Îlonê hatin lidarxistin. Li ser polîtîkayên şer û tecrîda Îmraliyê hêrseke mezin hebû. Înîsiyatîfa Edaletê ya Li Dijî Tecrîdê banga "Li dijî tecrîdê divê edalet pêk were", kirin.
 
Di 13’ê cotmehê de Platforma Saziyên Demokratîk bi dirûşma "Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê li hev dicivin" li Amedê mîtîngek li dar xist. Tevî hemû qedexe û astengiyan jî bi deh hezaran kes ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin Amedê û daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî" qîriyan.
 
Di çarçoveya hemleyê de bi beşdariya deh hezaran kesî 17’ê mijdarê li Elihê mîtînga “Demokrasî û azadî” hate lidarxistin.
 
LI ÎMRALIYÊ PIŞTÎ 43 MEHAN HEVDÎTIN 
 
Di encama çalakiyên ku li Kurdistan û cîhanê tên lidarxistin tecrîd hat şikandin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 23'ê mijdarê de li Girava Îmraliyê bi biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtina malbatê pêk anî. Peyama yekem a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a piştî hevdîtinê ev bû: "Eger şert û merc çêbibin, hêza min a teorîk û pratîk heye ku pêvajoyê ji pevçûnê derbasî zemîneke hiqûqî û siyasî bikim."
 
MEŞA BER BI ENQEREYÊ VE
 
Di çarçoveya kampanyaya azadiyê û çareseriya pirsgirêka kurd de, di 16'ê kanûnê de ji Amedê heta Enqereyê meşa "Çareseriya Demokratîk û Azadiyê" hat destpêkirin. Meş 20’ê kanûnê li Enqereyê bi dawî bû. Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: "Ji bo rakirina tecrîda mutleq, çareseriya pirsgirêka kurd bi muzakereyan û demokratîkbûna Tirkiyeyê berpirsyariya meclîsê erkeke dîrokî ye."
 
ZEXTÊN LI SER ÇAPEMENIYA AZAD
 
êrişên li ser Çapemeniya Azad di tevahiya salê de bênavber dewam kirin. Gelek rojnameger hatin binçavkirin û girtin. Dîsa rojnameger bûn hedefa êrişên hewayî. Di serdegirtina malan a 23’ê Nîsanê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşam Enes Sezgîn, xebatkarên Çapemeniya Azad Salîha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balcî, Şîrîn Ermiş û Erdogan Alayumat û nûçegihanê berê yê MA’yê Dogan Kaynak hatin binçavkiin. Dal, Aslan û Alayumat ên hatin girtin di 21'ê gulanê de hatin berdan
 
Di 26’ê Mijdarê de Roza Metîna (Seroka Cemiyeta Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê), Erdogan Alayumat (Rojnameger), Tugce Yilmaz (Rojnameger), Bîlge Aksu (Rojnameger), Ahmet Sûmbûl (Rojnameger), Bilal Seçkin (Rojnameger), Mehmet Ûçar (Rojnameger),  Havîn Derya (Rojnameger), Suzan Demîr (Rojnameger), Abdurrahman Aydin (Akademîsyen/Nivîskar), Ardın Diren (Wergêr-Derhêner), Dogan Guzel (Karîkaturîst), Hicrî Îzgoren (Helbestkar), Omer Barasi (Wergêr-Nivîskar), Baver Yoldaş (Koordînatorê Pirtûkakurdî) û Emrah Kelekçîer (wênegir) hatin binçavkirin. Bilge Aksu û Mehmet Ûçar hatin girtin.
 
5 ROJNAMEGER HATIN QETILKIRIN
 
Di 8’ê tîrmehê de li Şengalê li dijî wesayîta xebatkarên Çira TV û Çira FM yên ku nûçe dişopandin, êrişeke hewayî  pêk hat. Nûçegihanê ÇÎRA TV’yê Murat Mîrza ku di encama bomberdûmanê de birîndar bûbû, di 11’ê tîrmeha 2024’an de jiyana xwe ji dest da.
 
Di 23’ê tebaxê de li navçeya Seyîdsadîk a Silêmaniyê wesayîteke şîrketa çapemeniyê Chatr Production bi SÎHA’yan hat bombekirin. Di êrişê de rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Behaddîn jiyana xwe ji dest dan û 6 rojnameger jî birîndar bûn.
 
Di 19’ê kanûnê de rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişopandin, li ser rêya navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirînê di encama êrişa SÎHA’yê de hatin qetilkirin. 
 
Rojnameger û siyasetmedarên ku qetilkirina rojnamegeran protesto dikirin jî hatin girtin. Rojnameger Gulîstan Dursun, Hayrî Tunç, Enes Sezgîn, Osman Akîn, Can Papila, Pinar Gayip û Serpîl Unal di 22'ê kanûnê de hatin girtin.
 
LI EWROPAYÊ SED HEZARAN LI QADAN BÛN 
 
Rojeva sereke ya kurd û dostên wan ên li Ewropayê yên tevahiya salê kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” bû. Gelek çalakiyên weke meş, şandina nameyan, mîtîng hatin lidarxistin. Li kantona Valaîs a Swîsreyê di 15'ê çileyê de kampanya "100 Hezar Kart" hat destpêkirin. Li bajarê Koln ê Almanyayê 17’ê sibatê bi beşdariya sed hezaran kesî meş û mîtîngek hate lidarxistin. Li Swîsreyê bi wesîleya 75’emîn rojbûna Abdullah Ocalan 6’ê nîsanê meşek hat lidarxistin. Li bajarê Mannheîm ê Almanyayê û paytexta Danîmarka Kopenhagê di 13’ê nîsanê de mîtîng hatin lidarxistin.
 
JI REWŞENBÎRAN NAME
 
Bi pêşengiya Peace in Kurdistan (Însiyatîfa Aştî ji bo Kurdistanê), di 8’ê gulanê de ji bo CPT heyetê bişîne Girtîgeha Îmraliyê nameyek parve kirin. Di nav kesên name şandin de zimanzan Noam Chomsky, serokê berê yê Partiya Karker Jeremy Corbyn, rêxistina sendîka ya herî mezin a Brîtanyayê Unite the Unionê Simon Dubbins ,  Prof Dr. Michael Gunter, Prof. Dr. Bill Bowring û Prof. Dr. Navên wekî Mary Davis jî hebûn. Her wiha 69 kesên ku Xelata Nobelê wergirtine di 26’ê tîrmehê de li dijî tecrîda li Îmraliyê nameyek ji saziyên navneteweyî û Serokê AKP’ê Erdogan re şandin.
 
CIWAN LI QADAN BÛN
 
Ciwanên Kurd ên ku di 19'ê gulanê de li Marsîlyayê meş li dar xistin, daxuyanî dan û gotin: "Heta ku Ocalan azadiya fîzîkî bi dest nexe, kes nikare ji xwe re bêje azad in." Di 25'ê hezîranê de, di 12’emîn salvegera nobeda "Azadî ji Ocalan re" ku li ber CPT'yê dest pê kir, çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Ciwanên Kurd û enternasyonalîst 31’ê tebaxê li bajarê Lozan ê Swîsreyê dest bi meşa 8 kîlometreyan kirin. Di çarçoveya kampanya "Tîrêjên Rojê" de azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hate xwestin. Di vê çarçoveyê de li Almanyayê di navbera 15-20'ê îlonê de "Meşa Dirêj" dest pê kir. Di meşa dirêj a ku di 32’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 21'ê îlonê de bi dawî bû, peyama "Em tecrîd û dagirkeriyê bişkînin, em Rêber Apo azad bikin" hat dayîn. Di 16’ê mijdarê de dîsa bi beşdariya sed hezaran li Kolnê mîtîngek mezin hate lidarxistin.
 
BERTEK LI DIJÎ LOZANÊ 
 
Di 101’emîn salvegera Peymana Lozanê de ku erdnîgariya Kurdistanê di navbera 4 welatan de hat parvekirin, li cihê ku peyman hatibû îmzekirin meş û mîtîngek hat lidarxistin. Di çalakiya bi pêşengiya 36 pêkhateyên siyasî ku di nav wan de YNK, Tevgera Goran, Rêveberiya Xweser a Rojava, KCDK-E, TJK-E, PJAK, ESU, PÎK, PYD jî di nav de ne, peyama "Me Lozan qebûl nekir, em ê qebûl nekin" hat dayîn. 
 
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ 
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin gefa Tirkiye, DAIŞ û rejîma Baasê de ye, xebatên avakirinê bênavber dewam dikin. Meclîs û komunên nû hatin avakirin, rexistinbûna heyî hat xurtkirin. êrişên li vir tevahiya salê dewam kirin.
 
Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî wê gelek caran bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hewa û bejahiyê bombebaran kirin. Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku di hefteya mafên mirovan de hatibû dayîn, di sala 2024'an de di êrişên li dijî sivîlan de herî kêm 162 kes mirin û 194 kes jî birîndar bûn. Hejmara kesên di êrişên SÎHA de mirin herî kêm 43 kes bûn.
 
Piştî rûxandina rejîma Baasê êriş zêde bûn. Di êrişên hewayî yên 9-10'ê kanûnê de 5 jê zarok herî kêm 15 kes mirin. Di 21’ê kanûnê de li Hesêke di êrişa li dijî 2 wesayîtên sivîlan de 3 kes hatibûn kuştin.
 
Di nava salê de êrişên herî dijwar ên Tirkiyeyê di meha cotmehê de pêk hatin. Tirkiye çalakiya li dijî TUSAŞ ya li Enqereyê weke hincet nîşan da, di 23'ê cotmehê de qadên niştecihbûnê, binesaziyê û saziyên xizmetê kir hedef. Di êrişan de navendên tenduristiyê û perwerdeyê, nanpêjxane, embarên ard û dexl, sîloyên genim, santralên elektrîkê, şîrket, kargeh, şebekeyên telefonê û stasyonên av, gaz û petrolê hatin bombekirin. Di êrişên li ser kantonên Cizîrê û Dêrikê de zêdeyî 30 navend ji xizmetê hatin hiştin. Lêçûna van êrişan gihişte 1 milyar dolarî.
 
Di şerê navxweyî yê ku di sala 2011’an de li Sûriyeyê dest pê kir, di 26’ê mijdarê de qonaxeke nû dest pê kir. Piştî têkbirina Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ji aliyê rejîma Baas ve, Tirkiyê û Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (SMO) bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kirin hedef. êrişên li ser Minbic, Dêrezorê, Bendava Tişrîn û Kobanê hê jî berdewam dikin.
 
Li dijî êrişan çalakiyên berxwedanê dewam dikin. Li dijî êrişan li gelek navendên cîhanê bi taybet li bajarên Kurdistanê gelek çalakî û çalakî hatin lidarxistin. Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Qamişlo yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hatibû destpêkirin, dewam dike.
 
 
ROJHILAT 
 
Li Îranê îsal rojevên sereke zext, binçavkirin, girtin, darvekirin, talana ekolojîk, êrişên li ser kolberan û berxwedana “Jin, jiyan, azadî” bû. Di 30’ê çileyê de 4 ciwanên kurd ên bi navên Mihemed Feramerzî, Pijman Fatîh, Wefa Azerbar û Muhsin Mezlûm hatibûn îdamkirin. Li ser vê yekê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. 
 
Di nava salekê de li welat çend kes hatine înfazkirin, daneyên zelal nînin. Li gorî tomarên Navenda Amar û Belgekirina Hengaw, di navbera 1ê çile û 9’ê cotmeha 2024’an de herî kêm 525 girtî li girtîgehên cuda hatine darvekirin. Beşek ji wan girtiyên siyasî ne. Her wiha dema înfazên mehên din bên zêdekirin, tê texmînkirin ku ev hejmar ji hezarî derbas dibe. Hat zanîn ku gelek ji kesên hatine îdamkirin girtiyên kurd in. Cezayê îdamê yê endamê HPG'ê Ethem Ozdemîr hat qebûlkirin. Rojnamegerê kurd Pexşan Ezîzî di 23’ê tîrmehê de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve cezayê darvekirinê lê hat birîn. Endama KJAR'ê Werîşe Muradî jî di nav girtiyên ku cezayê îdamê lê hatiye birîn jî heye.
 
BI DEHAN KOLBEK HATIN KUŞTIN 
 
Kolberên ku bi barên xwe yên li ser sînorê Îran û Herêma Kurdistana Federe debara xwe dikin, gelek caran dibin hedefa êrişan. Li gorî Hengaw, heta meha Mijdarê herî kêm 46 kolber hatine kuştin û 218 kolber jî birîndar bûne. Li gorî zanyariyên Kolbernewsê, di şeş mehên destpêkê yên îsal de, li navçeyên sînorî yên Urmiye û Kirmaşanê, ji ber guleyên rasterast ên hêzên ewlehiyê yên Îranê, rewşa hewaya sar, teqîna mayînan, ketina ji xwarê, bi giştî 142 kolber hatine kuştin û birîndarkirin. Di nava salekê de çend kolber hatin qetilkirin agahiyeke zelal bi dest neket.
 
HILBIJARTIN
 
Beşdariya hilbijartinên Meclisa Pisporan a ku di 1ê adarê de li Îranê hat kirin ji sedî 41 bû. Boykot li Rojhilatê Kurdistanê di asta herî bilind de bû. Li gorî pisporan, ev yek ji kêmîntirîn hilbijartinên Îranê piştî şoreşa îslamî ya sala 1979’an ve hatiye tomarkirin.
 
KAMPANYAYA QADÊN KESK 
 
92 rêxistinên hawirdorê di 11ê mijdarê de ji bo parastina xwezayê û zindîkirina qadên kesk ên zirar dîtine li Rojhilatê Kurdistanê kampanyayeke berfireh dan destpêkirin. Ev însiyatîfa dildar a ku bi armanca rakirina wêraniya li çiyayên Zagrosê 25 rojan dewam kir. 2 hezar jîngehparêz, aktîvîstên sivîl û siyasî yên rojhilatê Kurdistanê di 14’ê mijdarê de kampanyaya bi navê “Dawî li Qirkirina Kurdan a Dewleta Tirk û Guherîna Demografîk” dan destpêkirin.
 
BERXWEDANA ‘JIN JIYAN AZADÎ’ 
 
Li bajarên rojhilatê Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê yên 21’ê Adarê bi coş derbas bûn. Cejna Newrozê îsal bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” hate pîrozkirin.
 
Di 2’yemîn salvegera qetilkirina Jina Emînî de di 16’ê îlonê de li gelek bajaran greva giştî hat lidarxistin. Li bajarên rojhilatê Kurdistanê cihên kar nehatin vekirin, li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.
 
IRAQ Û HERÊMA FEDERAL A KURDISTANÊ 
 
Li Iraqê di 18’ê kanûna 2023’an de hilbijartinên encumenên bajaran hatin lidarxistin. Kerkûk Koalîsyona Hêz û Îradeya Me ya bi pêşengiya YNK’ê bi 5 kursiyan li Kerkûkê bû yekemîn. Xirîstiyanan 1 kursî, PDK 2, Koalîsyona Ereb 3, Qaîdeya Ereb 2, Tifaqa Ereban 1 û Tirkmenan 2 kursî bi dest xistin. Tevî hemû hewldanên Tirkiyeyê jî endamekî YNK'ê bû walî. Rêbwar Taha ku ji YNK’ê di Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê de ye, weke waliyê Kerkûkê hate hilbijartin.
 
Li Herêma Federal a Kurdistanê di 20’ê cotmehê de hilbijartinên parlementoyê hatin kirin. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku rêjeya beşdarbûna hilbijartinan ji sedî 72.6 bû. Hejmara kursiyên PDK'ê kêm bûn, kursiyên YNK'ê zêde bûn. PDK 39, YNK 23, Nifşê Nû (Newey Nû) 15, Yekgirtû (Yekîtiya Îslamî) 7, Komel (Civaka Dadmendiya Îslamî) 3, Helwest (Helwesta Niştimanî) 4, Eniya Gel (Bêriya Gel) 2 û Tifaq (Hevpeymaniya Kurdistanê) 1 kursî bi dest xist.
 
DUHOK BÛ NAVENDA PEVÇÛNAN  
 
êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Zap, Avaşîn, Metîna û bejahiya Duhokê yên Herêma Federal a Kurdistanê bênavber dewam kirin. Ligel êrişan trafîka dîplomasiyan jî hebû. Di 7ê sibatê de Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler çû Iraqê. Guler li Hewlêrê bi Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û Serokê PDK’ê Mesud Barzanî re jî hevdîtin pêk anî. Di 14’ê Adarê de Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler û Musteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin çûn Bexdayê. Serokomarê Tirdkiyeyê Tayyîp Erdogan jî di nav salê da çûbû Iraqê.
 
Piştî serdanan êriş zêde bûn. Tirkiyeyê di nava 3 salan de li herêmê nêzî 100 nuqteyên leşkerî ava kirin. Di tevahiya salê de leşker û alavên leşkerî ji bo nuqteyên leşkerî yên ku bi hevkariya PDK'ê hatine avakirin hatin şandin. Dîsa ji Girê Amediyê heta Girê Biharê dest bi avakirina 14 baregehên leşkerî kir.
 
Ji ber êrişan heta niha nêzî 100 gundên herêmê hatine valakirin. Hêzên taybet ên PDK'ê yên li herêmê sîxurî li şêniyên herêmê ferz kirin. Li gorî agahiyên ku ji aliyê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ve hatine piştrastkirin, Tirkiyeyê di nava salekê de hejmara çeteyên ku ji bo şerê li Herêma Federal a Kurdistanê hatine leşkerkirin, kiriye 550. Di çapemeniyê de hat ragihandin ku komên paramîlîter ên mijara gotinê ji Sûriyeyê hatine anîn.
 
Di 28’ê tîrmehê de li bejahiya Amêdiyê ya Duhokê êrişên nû hatin destpêkirin. Ji ber êrişan herî kêm 184 malbat malên xwe terikandin. 19 mal, 2 dibistan, kargehek ard, otomobîlek, dêr û 2 tesîsên avê hatin bombekirin. Li gorî daneyên rêxistinên navneteweyî, ji ber êrişan 68 hezar dekar deşt û daristan bûne ax. Di êrişan de ji serê salê û vir ve herî kêm 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 11 sivîl jî birîndar bûn.
 
GELEK LEŞKER HATIN KUŞTIN
 
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku di ANF’ê de hatibûn weşandin; di pevçûnên 11 mehan de herî kêm 589 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Dîsa 17 SÎHA û 2 helîkopter hatin xistin, bi sedan caran çekên qedexe û kîmyewî hatin bikaranîn. HPG’ê ragihand ku endamên wan Berçem Umut (Suzan Duman), Rustem Arpêt (Orhan Yakut), Şahîn Nûda (Bedran Gokdemîr) û Ciwan Minbic (Salih Tewfîq) li Metîna di encama êrişa bi çekên kîmyewî û bombeya nukleerî ya taktîkî de jiyana xwe ji dest dane. HPG’ê berpirsyariya çalakiya 23’ê cotmehê ya li Enqereyê li dijî tesîsên TUSAŞ’ê girtibû ser xwe. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Mine Sevjîn Alçîçek (Asya Alî) û Alî Orek (Rojger Hêlîn) çalakî li dar xistine.
 
MUTABAQATA BEXDA Û ENQEREYÊ
 
Di 15’ê tebaxê de di navbera Enqere û Bexdayê de “peymana ewlehiyê” hat îmzekirin. Di çarçoveya peymana ku armanca wê tasfiyekirina PKK'ê ye de, biryar hat dayîn ku li paytexta Iraqê Bexdaya paytexta Iraqê Navenda Hevbeş a Koordînasyona Ewlekariyê bê avakirin. Erk û xebatên navendê wiha hatin rêzkirin: "Danûstandina agahiyên îstixbaratî yên meydanî li ser sînorên hevpar. Ragihandina agahiyên operasyonî û stratejîk ji navendên fermandariyên bilind ên her du aliyan re. Şopandin û raporkirina rewşa ewlehiyê ya li ser sînorên hevpar." "
 
ŞENGAL Û MEXMÛR  
 
Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku ji sala 2019’an û vir ve ji aliyê PDK’ê ve ambargo li ser tê meşandin, tevahiya salê jî bûye hedefa dewleta tirk. Di êrişên hewayî de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Di nava salekê de têkildarî êriş û geşedanên heyî li kampê çalakî û çalakî hatin lidarxistin. Şêniyên kampê tevahiya salê li dijî mijarên weke komploya 15’ê Sibatê, 8’ê Adarê, Newroz, tecrîda li Îmraliyê, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, êrişên SÎHA û ambargoyê li ber xwe dan.
 
Şengal ango welatê êzidiyan îsal jî bû hedefa êrişên hewayî. Di 22’ê cotmehê de ji bilî Bakur û Rojhilatê Sûriyê navenda Şengalê, Çil Mêra û Amûdê, Sikêniyê, Girê Şehîd Sîpan, Taxa Hey Nasir, Sîba Şêx Xidir, Xeta Ereban, Geliyê Şîlo hatin bombekirin. Di nava salekê de herî kêm 9 kesan di êrişan de jiyana xwe ji dest dan.
 
Rêveberiya Xweser a Şengalê xebatên xwe yên ji bo vegera Êzidiyên koçber didomîne. Zêdeyî 6 hezar êzidî ji Herêma Federal a Kurdistanê vegeriyan Şengalê. Pêdiviyên van malbatan ji aliyê rêveberiya xweser ve hatin pêşwazîkirin. Di dema ku ji bo parastina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan gelek çalakî hatin lidarxistin, têkoşîna ji bo Peymana Şengalê ya di navbera Bexda û Enqereyê de ku statuya bajêr hedef digirt, tevahiya salê dewam kir.
 
MA/ Mujdat Can
 

Sernavên din

21/01/2025
14:22 Dewleta tirk careke din sivîlên li Tişrînê bombebaran kir
14:05 Komeleya Wêjekarên Kurd dê serdegirtina ‘bi korsanî’ ji dozger bipirse
13:31 Li Akdenîzê tayînkirina qeyûm hat protestokirin
13:11 Şandeya kesên pispor hat avakirin: Derenceya şewatê tune bû
12:56 Wekîla AKP’î deriyê şaredariyê şikand û civîn li dar xist
12:22 Meclisa Jinan a DBP’ê: Divê Ocalan azad bibe
11:46 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 236’an
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Rewşenbîran ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
10:54 Ji bo girtiyê ku sewq kirin 5 hezar TL mesrefên lêçûnê xwestin
10:43 Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû
10:18 Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan
10:09 Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’
09:05 Piştî 'Qanûna Komkujiyê' tundiya li heywanan û kuştina wan zêde bûye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike