‘Divê her kes li dora peyama Ocalan bibe yek’

  • rojane
  • 14:45 31 Kanûn 2024
  • |

RIHA - Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Kobanê de axivî û got ku di serî de îktîdar û muxalefet hewceye her kes li dora perspektîfa Abdullah Ocalan bibe yek.

Li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser sînorê Pirsûs a Rihayê û Kobanê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin û çalakî di roja 9’an de didome. Çalakî bi pêşengtiya DBP, DEM Partî û TJA’yê didome. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. Parlamenterên DEM Partiyê yên Rihayê Ferît Şenyaşar û Dîlan Kunt Ayan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, endamên KATDER’ê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. 
 
Welatiyan pankartên “Rojava xeta me ya sor e”, “Nazim û Cîhan rûmeta me ne” û dovîzên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Dewlet jinan dikuje” û “Em bi hev re bi ser ketin dê bi hev re biparêzin” hilgirtin. Di çalakiyê de daxuyanî hate dayin. 
 
'PIRSÛS ÇI BE ROJAVA JÎ EW E’
 
Di daxuyaniyê de parlamenter Dîlan Kunt Ayan, wiha got: “Pirsûs, Kaniya Xezalan û Nisêbîn çi be, Rojava jî ew e. Bi saya têkoşîna gelê Kurd di bin sîwana Rêveberiya Xweser de jiyanek hate avkirin. Dewleta tirk û komên paramîlîter jî vê jiyanê hedef digirin. Em van êrişan qebûl nakin. Gelê Kurd ev 50 sal in bênavber li ber xwe dide. Gelê Kurd hemwelatiye wekhev dixwaze û dixwaze zexta li ser ziman û çanda wan bi dawî bibe. Gelê Kurd temînata destûra bingehîn dixwaze. Ji bo vê ev 50 sal in zarokên xwe winda dike û xwezaya wan hate talankirin.” 
 
Dîlan Kunt Ayan, diyar kir ku aştî misogeriya gelan e û wiha bal kişand ser gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di hevdîtina dawî de: “Birêz Ocalan, hêviya aştiyê ya gelan e. Bi salan berê çi gotibe niha jî heman tiştan dibêje. Birêz Ocalan dibêje; ‘heke li cihekî pirsgirêk hebe, divê hûn li wê xakê li çareseriyê bigerin.’ Em li vir careke din bang dikin; bila kesek nebêje ‘ma ez ê çawa destê xwe deynim bin kevir.’ Hema bes baweriya bi aştiyê mezin bikin bes e. Ev banga me ji bo hemû muxalefetê, jinan û ciwanan e. Roj roja hevgirtina li dora vê peyamê ye. Bi vê perspektîfa birêz Ocalan re em bang li îktîdar û muxalefeta Tirkiyeyê û li her kesî dikin ku li dora vê peyamê bibin yek.” 
 
JI BO MEŞÊ BANG KIR
 
Piştî daxuyaniyê, girse çû serdana esnafan û ji bo meşa di 3’yê Çileyê de banga tevlibûnê kir û belavok belav kir. 
 
 

Sernavên din

02/01/2025
15:33 Dayikên Aştiyê: Ji bo şer bi dawî bibe divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:11 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî dest pê kir
14:59 Li Zanîngeha Dîcleyê ji bo Rojîn Kabaîşê çalakî hat lidarxistin
14:45 Onder ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi Erdogan re got: Li ser tê axaftin
14:45 Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran: Girtina produksiyonan biryareke siyasî ye
14:20 Weqfa Aştiyê: Ji bo Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe firsendek çêbû
14:05 Bi hezaran kes ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan: Banga Ocalan li muxalefetê kirin
13:36 Hevdîtina şandeya DEM Partiyê û Kurtulmuş dest pê kir
13:33 Muameleya xerab li girtiyê nexweş Aksaç hate kirin
13:27 HSD: SNHR sûcên dewleta tirk vedişêre
13:26 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar
12:38 Karnameya azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê
12:17 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:16 Qeyûmên Êlih û Dêrsimê karker ji kar derxistin
12:03 Çalakvanên ser sînorê Qamişloyê: Divê hevdîtin bidomin û dewlet gavan biavêje
11:31 Mêdêa derdikeve turneya Kurdistanê
11:20 'Divê Yekitiya Baroyan rola xwe bilîze û li dijî tecrîdê derkeve'
11:15 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Bahçelî û Kurtulmuş
11:14 Kurkçu banga berpirsyartiyê li sosyalîstan kir
10:45 Ozgur Ozel: Ez ji bo pêvajoya nû dibêjim ‘erê’
10:07 Li Zaxoyê 2 wesayît bi SÎHA’yan hedef hatin girtin
10:03 Dayika Sêvê Demîr: Xeyalên keça min li Rojava dijîn
09:58 Ji bo meşa ber bi sînorê Kobanê ve banga tevlibûnê
09:08 Demîrel ê OHD'î: Mafê hêviyê wê bibe gava ewil a dilsoziyê
09:07 'Em ê bi hev re Rojavayê biparêzin'
09:03 Francesca Baruffaldi: Serbestberdana Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a demokratîkbûyînê
09:02 Xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil: Ev êriş li dijî azadiya jinê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2025'AN
01/01/2025
17:22 'Gava şênber a pêvajoyê azadiya Ocalan e'
15:49 Li Tişrînê pevçûn, li Tebqayê bombebaran
15:17 Ji bo rojnamegerên îtalî ku li Îranê hat girtin bangewazî
14:46 Li ser sînorê Kobanê nobed didome
14:40 Taziyeya Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
13:40 Li ser sînorê Kobanê nobed di roja 10’emîn de didome
13:25 Qeyûm 26 karkerên din jî ji kar derxist
13:19 Ji Hunergaha Welat klîbeke nû: Gujje Çemê Me
13:18 Li Qereqozaqê SÎHA’yeke Tirkiyeyê hat xistin
13:04 MKG’ê bertek nîşanî girtina Kompanya Gizîngê Berbeyan da
12:47 Li ser Ukraynayê sewqiyata gazê hat rawestandin
12:39 Buhayê abonetiya gaza xwezayî hat zêdekirin
12:38 Senatorê fransî: Modela Rojava ji bo avakirina Sûriyeyê referans e
11:45 Di sala nû de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
10:50 Der barê ekolojîstan de lêpirsîn hat vekirin
10:49 Li Colemêrgê zext tevahiya salê dewam kirin
09:48 Piştgirî ji bo peyamên Ocalan: Em ê piştgiriyê bidin her gava bê avêtin
09:37 Serdana Girtîgeha Panosê kir: Li ser laşê girtiyan şopên îşkenceyê hebûn
09:19 Rojnameger Germiyanî: Di hikûmeta nû de PDK û YNK dê hebin
09:18 Tifaqa gundekî li hemberî cinawirekî: Gurê Manco
09:01 Nobeda li sînor: Ha Kobanê ha Pirsûs
09:00 Canpolat: Divê Abdullah Ocalan bi hemû derdoran re hevdîtinê bike
09:00 ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2025’AN
31/12/2024
16:43 Şerîfe Mihemedî rakirin nexweşxaneyê
16:38 Der heqê 16 parlamenteran de 26 fezleke pêşkeşî Meclisê hatin kirin
16:30 Budak ê tehliyeya wî 2 caran hatibû astengkirin hate berdan
15:21 Li Seravê Navenda Jiyanê ya Jinan hate vekirin
15:16 Di çalakiya ser sînor de piştgirî dan peyama Abdullah Ocalan
14:50 Qeyûmê Dêrsimê 9 kes ji kar derxist
14:45 ‘Divê her kes li dora peyama Ocalan bibe yek’
14:37 IFJ: Di 2024'an de 122 rojnameger hatin kuştin
14:32 Ji Weşanxaneya Aramê 17 pirtûk
14:21 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Divê binpêkirinen li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin
13:26 Gundên Biradostê hatin bombebarankirin
13:13 Nobeta li ser sînorê Pirsûs-Kobanê di roja 9’an de didome
13:13 Pira Qereqozaqê û xaçerêya Sirînê tê bombebarankirin
12:33 Piştî 32 salên dîlgirtinê hat bajarê xwe
11:48 Baysoy ê jiyana wî bi têkoşînê derbas bû wefat kir
11:44 Biryarên Komîsyona OHAL’ê di tûrikê kîjan saziyê de ne?
10:26 KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe pisûleya me ya têkoşînê
10:24 Mele Bîlgîn: Ger aştî û demokrasî hebe dê welat pêş bikeve
10:23 Îmzevanên Bangawaziya Aştiyê: Hevdîtina Îmraliyê ji bo hemû aliyan peyamek e
09:23 Hevserokê DEM Partiyê yê Gebzeyê hate binçavkirin
09:22 Ji Mandela heya Ocalan kampanyaya azadiyê
09:17 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan ev salek û nîvin nobetê digirin
09:10 Li Heskîfa nû bi navê jiyanê tiştek tune ye!
09:09 Ji Tirkiyeyê heta Sûriyeyê: Elewî tim di hedefê de ne
09:04 Li dijî qedexe û astengiyan berxwedana çand û hunerê domiya
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2024'AN
08:46 Li Xezeyê zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest didin
30/12/2024
16:46 Cendirmeyan xwest dadgehê bilezûbez asteng kir
16:09 Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk hatin şandin
16:08 Fahriye Ceylan piştî 32 salan hate berdan
15:37 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bidomin
15:27 Saliha Aydenîz: Pêvajo bi naskirina statûya Rojava dikare dest pê dike
15:11 Ji bo Zeynep Aslan şîn hate danîn
14:46 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Divê xwedî li peyama Rêbertiyê derkevin
14:35 Kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:03 Wezaret dê li dijî biryara der heqê Nevzat Bahtiyar de îtîrazê bike
14:01 TJA: Hevdîtina Îmraliyê hêza îradeyê nîşan da
13:11 Girtiyan ji bo xwedîderketina li Rojava bang kirin
13:08 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:07 NPG'ê bîlançoya sala 2024'an eşkere kir
13:07 Li Şamê lîstikên dewleta tirk
12:22 DEM Partî: Em ê di sersalê de daxuyaniyeke berfireh bidin
12:03 ‘Ocalan careke din nîşan da ku hêza çareseriyê ye'
11:24 Xwebûn bi manşeta ‘Rojava dilê Kurdan e’ derket
11:03 Li 3 noqteyên sînor dê çalakiyên girseyî bên lidarxistin
10:57 Melayên tev li nobetê bûn: Têkoşîna ji bo mazluman ferz e
10:24 Giliyê Osman Taşdemîr li baroyê kir: Rastî tacîz û gefên wî hatim
09:59 Tevî cerdevanan got ‘me kuştiye’ jî dosyaya Yaginli hate girtin
09:05 Bi milyonan di tevahiya salê de li her derê bang kirin: Ji Abdullah Ocalan re azadî