Foza Yûsif: Pêngava Rêber Apo dê bandorê li herêmê bike

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Foza Yûsif destnîşan kir ku peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dê bandoreke erênî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê jî bike û got ji bo serkeftina vê pêvajoyê çi pêwîst be ew ê bikin. Foza Yûsif ji gel xwest ku li hember şîroveyên berevajî hişyar be.

Endama Desteya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif têkildarî peyam û banga dîrokî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bandora wê ya li ser herêmê, ji ANHA’yê re axivî. 
 
Foza Yûsif diyar kir ku divê mirov peyamê baş fêm bike, wateyê bidê û got: “Rêber Apo di cîhana îro de rewşa siyasî herî baş dişopîne û dixwîne, xwedî pêşdîtineke pir bi hêz e, tehlîlkirina rewşa siyasî pir baş dizane. Bi vê daxuyaniya xwe paradîgmaya sedsala 21’an a çareseriya pirsgirêkan datîne holê. Nexşerêya çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn nîşan dide.
 
Foza Yûsif da zanîn ku li herêmê gelek guhertin û veguhertinên siyasî çêdibin û ev bi awayekî berbiçav li ser gelê Kurd û Tevgera Azadiyê jî bandorê çêdikin, Rêber Abdullah Ocalan jî van guhertinan dixwîne û pêwîst dibîne ku di nava Tevgera Azadiyê de jî guhertinê çêke.
 
Foza Yûsif bal kişand ser bûyerên li Lubnan û Sûriyeyeyê û wiha dom kir: “Bê guman ev wek planekê li ser herêmê dimeşin. Tifaq û hevsengiyên nû çêdibin. Ji bo ku wek gelê Kurd û tevgera azadiyê di nava van pevçûn û nakokiyan de têk neçin û bi hilweşandinê re rû bi rû nemînin, Rêber Apo dibîne ku pêwîst e guhertinekê çêke ku pêşî li komkujiyan û li Kurdistanê rewşên wekî yên Xezayê bigire. Hilweşîna rejîma Sûriyeyê û guhertinên di nexşeya Rojhilata Navîn de çêdibin, gelek tiştan serobino dikin. Tirkiye bi hinceta ku PKK di 'lîsteya terorê' de ye, qetilkirina kurdan helal kiriye. Hêzên navneteweyî jî li hemberî wê helwesta pêwîst nîşan nadin. Ji ber wê yekê Rêber Apo dixwaze pêşiya polîtîkaya ku dixwazin Kurdan tesfiye bikin, bigire.
 
 
Mirov di rewşa Rojava de jî vê yekê baş dibîne. Bi hinceta ku PKK li vir e, mirovên me yên sivîl, ên ku di siyasetê de jî cih negirtine, tên hedefgirtin. Cîhan jî li hemberî wê ker, lal û kor e.”
 
Foza Yûsif bi bîr xist ku Abdullah Ocalan ji sala 2000’î ve hewl dide guhertin û veguhertinê çêke, lê ji ber hinek sedeman ev guhertin çênebûn û wiha dom kir: “Yanî projeya guhertinê nû nîn e. Li gorî rewşa siyasî zêdetir pêwîstî bi guhertin û veguhertineke wiha heye. Paradîgmaya Rêber Apo sînorên Kurdistan û Rojhilata Navîn derbas kirin û gerdûnî bûye. Lewma pêwîstî bi guhertin û veguhertinê heye. Daxuyaniya ku Rêber Apo daye, ji bo Tevgera Azadiya Kurd mîladeke nû ye. Dîsa ji bo ku pêşiya pêvajoyeke aştiyane û demokratîk vebe, şansek e.”
 
Foza Yûsif anî ziman ku bandora Abdullah Ocalan li ser hemû parçeyên Kurdistanê heye, lewma bang ne tenê ji bo Bakur, dê ji bo her sê parçeyên Kurdistanê yên din jî, li ser gelên herêmê jî bandorê çêke û wiha dewam kir: “Belkî gelek kes wateyê nedinê ka çima daxuyaniyeke wiha hatiye dayîn. Îro di siyaseta dewleta Tirk de xitimîneke mezin heye, polîtîkaya qirkirinê tê ferzkirin. Rêber Apo dixwaze vê xitimînê derbas bike û rê li pêşiya siyaseta demokratîk veke. Eger gavên siyasî werin avêtin û li ser esasê gavên ku Rêber Apo avêtine, guhertin û veguhertin çêbin, ez di wê baweriyê de me ku dê di demeke kurt de Tevgera Azadiya Kurd û tevgera azadiya gelan a li Tirkiyeyê di siyaseta Tirkiyeyê de bibe hêzeke sereke. Rêber Apo li ser tevahiya Tirkiye û Rojhilata Navîn siyasetê dimeşîne.
 
Şerê çekdarî heta radeyekê rola xwe lîstiye. Lewma pêwîst e derbasbûna ji siyaseta demokratik re çêbe. Dema 2013’yan hinekî pêşiya siyasetê vebû, HDP’ê benda hilbijartinê derbas kir û li Tirkiyeyê bû partiya sêyemîn. Eger îro siyasetmedarên li zindanan tên girtin, derkevin û ji bo xwebirêxistinkirinê ji aliyê dewletê ve gav bê avêtin, dîsa bi awayekî azad hilbijartin çêbin, li gorî nêrîna min ne tenê li Kurdistanê, dê li Tirkiyeyê jî encamên dîrokî derkevin.”
 
Endama Desteya Serokatiyê ya PYD’ê got gava Abdullah Ocalan avêtiye dê li ser siyaseta Sûriyeyê jî bandoreke mezin çêke û ev tişt anîn ziman: “Îro astengiya herî mezin a li pêşiya diyaloga Rêveberiya Xweser a bi Şamê re, dewleta Tirk e. Ya ku bi rêya hinek çeteyan êrişî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, dîsa dewleta Tirk e. Ya ku heta niha nehiştiye li Sûriyeyê çareseriyeke aştiyane û demokratîk çêbe jî dewleta Tirk e. Van jî bi hinceta ku tehdîta ewlekariyê li ser wê heye, dike. Lewma li gorî min dê bandoreke erênî ya vê bangê ji bo Rojava û Sûriyeyê çêbe.
 
Çawa ku pêvajoya 2013’yan a Rêber Apo dabû destpêkirin, rê li pêşiya têkçûna DAIŞ’ê û avakirina Rêveberiya Xweser vekir, dîsa hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parastin, ew di wê baweriyê de ku niha jî ev gav ji bo çareseriyeke mayînde ya li Sûriyeyê û pêşîgirtina astengbûna Tirkiyeyê dê bandoreke erênî çêke. Ev bang ji bo her çar parçeyên Kurdistanê nîn e, dema mirov li naveroka daxuyaniyê dinêre, Rêber Apo li ser pirsgirêkên Tirkiyeyê û yên navxweyî disekine. Ji bo Sûriyeyê tiştek nehatiye gotin.”
 
Foza Yûsif diyar kir ku gelek kes dixwazin vê daxuyaniyê ters şîrove bikin, lewma dibin amûrên şerê taybet û wiha pê de çû: “Divê gelê me li hemberî van şîroveyan hişyar be. Îro li Rohilata Navîn gelek tifaq hene ku dixwazin Kurdan bikin hedef. Lewma Rêber Apo dixwaze vî amûrî ji destê wan derxe. Rêber Apo dixwaze guhertinê bi îradeya xweser û li ser esasê projeya demokratîk pêk bîne.
 
Ji bo ku rewşên îro li Xezayê û Lubnanê qewimîne li Kurdistanê jî neqewimin, Rêber Apo dixwaze tedbîra wê bigire. Hinek hene ku asoya wan a siyasî vê yekê ranagire. Wekî teslîmiyet pênase dikin. Lê ev gaveke stratejîk e ku Kurd li Rojhilata Navîn zêdetir bibandor bibin û di nexşeya nû ya Rojhilata Navîn de cih bigirin, di hundirê Tirkiyeyê de zêdetir bibin hêza guhertin û veguhertinê. Di dîroka tevgera azadiyê de Rêber Apo îmze avêtiye binê gelek gavên dîrokî. Vê jî hiştiye ku Kurd îro li Rojhilata Navîn bibin hêzeke stratejîk. Şexsiyetên dîrokî biryarên dîrokî didin. Hêza Rêber Apo wiha ye, rêbertiyeke dîrokî ye. Rêber Apo berpirsyariya çareseriya pirsgirêka Kurd girtiye ser xwe. Ji bo ku Kurd ji vê pêvajoyê serkeftî derkevin, Rêber Apo careke din bi rola xwe ya dîrokî rabûye. Li hemberî hemû gelên herêmê berpirsyariya xwe nîşan dide.
 
Rêber Apo dibêje demokratîkkirina Komara Tirkiyeyê rêya çareseriyê ye. Ev nayê wateya ku dest ji çareserkirina pirsgirêka Kurd û têkoşîna azadiya gelan berdaye. Rêber Apo dixwaze vê têkoşînê zêdetir bi pêş bixe. Stratejî nehatiye guhertin, rêbaz hatiye guhertin. Dixwaze ji şerê çekdarî derbasî pêvajoya hiqûqî û demokratîk bibe.
 
Kesên ku dibêjin Rêber Apo dest ji têkoşînê berdaye, li gorî nêrîna min tiştekê ji siyasetê fêm nakin. Asoya wan a siyasî têrî nake ku vê şîrove bikin.
 
Kesên ku xwe wekî rewşenbîr, akademîsyen û berpirsyar dibînin, divê vê pêvajoyê baş bixwînin, hewl bidin rewşa heyî pênase bikin, bersiva pirsên ‘ev pêvajo çima hatiye destpêkirin, encamên wê dê çibin?’ bipirsin û bersivên rast bidin. Nêzîkahiyên derveyî vê dê xizmeta hêzên dijber û antîdemokratîk bikin.
 
Berpirsyarî dikeve ser milê siyasetmedar û akademîsyenên Kurd, Ereb, Tirk û hemû kesên xwe berpirsyar dibînin ku ji bo serkeftina însiyatîfa Rêber Apo kar bikin.
 
Rayedarên dewleta Tirk bangek kir û Rêber Apo jî însiyatîfek bi pêş xist, niha gog li aliyê dewleta Tirk e. Divê dewleta Tirk jî têkildarî rewşa Rêber Apo û ji bo ku PKK bikare kongreya xwe çêke, gavên yasayî biavêje. Pêwîst e agibestek çêbe, gav werin avêtin, divê Rêber Apo bi awayekî azad tev bigere. Eger ev gav neyên avêtin dê bandorê li gavên tê payîn werin avêtin jî bandorê çêke.”
 
 
Endama Desteya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif di dawiya nirxandina xwe de diyar kir ku wek Rojavayê Kurdistanê, wek PYD’ê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo wan tişta esasî ew e ku Rêber Abdullah Ocalan di şertên azad de siyasetê bike û got: “Di vê mijarê de têkoşîna gelên herêmê gelekî çêbûye. Ji ber ku di rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê de kedeke pir mezin a Rêber Apo heye. Di têkçûna DAIŞ’ê de, şervanên li ser fikra Rêber Apo xwedî rolek girîng bûn. Lewma serkeftina însiyatîfa Rêber Apo berpirsyariya me ye jî. Di vî alî de çi pêwîst bike em ê ji aliyê xwe ve bikin. Em vê wek berpirsyariyeke neteweyî, exlaqî û mirovî dibînin.”

Sernavên din

23/03/2025
09:01 Hevseroka MXDŞ'ê Cîhan Celo: Banga dîrokî ji bo me esas e
09:00 ROJEVA 23’YÊ ADARA 2025’AN
08:27 Îfadeya Îmamoglû ya li dadgeriyê temam bû
22/03/2025
16:51 Li Newroza li Qada Gundogdûyê peyama 'têkoşîna hevpar'
16:47 Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Sûlûkan banga berdanê
16:27 Li quntarên Amanosê Newroz: Em ê bi hev re siberoja demokratik ava bikin
16:19 Daxawaza 'azadî ji Ocalan re' mohra xwe li Newroza Kocaeliyê xist
16:08 Li Mêrsînê coşa Newrozê: Em ê civaka demokratîk ava bikin
15:21 Kesên di Newroza 1992’yan de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:57 Piştî 7 salan li Erzinganê pîrozbahiya Newrozê: Dem dema mezinkirina banga Ocalan e
14:50 Dayikên Şemiyê li kiryarên Hasan Ocak pirsîn
14:46 Xizmên windayan Kemal Kurkut bîbîr anîn
12:57 Di 3 rojan de 712 êriş
12:52 Hejmara kesên binçavkirî bû 343
12:48 Li Merîwanê 5 kes ji ber beşdarî Newrozê bûn hatin binçakvirin
12:26 Li Mêrsînê Newroza Azadiyê dest pê kir
12:07 Artêşa Iraqê ji Şengalê derket
11:57 Li 9 navendan pîrozbahiya Newrozê
11:37 Ji DEM Partiyê piştgirî ji bo Baroya Stenbolê: Biryar bêhiqûqî ye
11:28 Welatiyên ku beşdarî Newroza Amedê bûn: Divê Ocalan azad be
10:20 ‘Binçavkirina Îmamoglû 684 milyar zirar da aboriyê'
10:03 Vekolîneke marksîst: Bêmilkkirina Jinê
09:41 Ciwan di Newrozê de li benda peyama Abdullah Ocalan in
09:12 Êrişî konsolxaneya Stenbolê ya Iraqê hat kirin
09:09 Yerlikaya: 97 kes hatine binçavkirin
09:05 Endamên Komeleya Kurdistan a Fransayê: Azadiya Ocalan ji bo her kesî girîng e
09:02 HDK'ê Serokê Giştî yê CHP'ê Ozel vexwend Newrozê
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2025'AN
21/03/2025
19:43 Rêveberiya Baroya Stenbolê ji peywirê hat girtin
17:00 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin
17:00 Newroza Amedê bi banga ‘Azadiyê’ bi dawî bû
16:41 Karayilan: Ji bo kongre bicive divê êriş bisekinin
16:35 Ji bo Newroza Îzmîrê bangewazî
16:28 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila kesek hesabên şaş neke, divê Ocalan azad bibe
15:48 Enqere ji bo Newrozê amade ye
15:44 Bakirhan: Siyaseta şaş nagihîne cihê rast
15:43 îfadeya Îmamoglû ya li emniyetê dest pê kir
15:20 Cezayê hefsa malê dan Îsmaîl Saymaz
15:00 Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo aştiyê amade ne
14:57 Peyama Talabanî ya ji bo Newrozê: Em aştiyeke mayinde pêk bînin
14:57 Ji Ozgur Ozel peyama Newrozê: Em ê hemwelatiya wekhev bi hev re ava bikin
14:56 Zekiya Alkan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Posterê mezin ê Abdullah Ocalan li qada Newrozê ye
14:38 Di Newroza Amedê de protokolê govenda azadiyê gerand
14:35 Sebahat Tuncel: Em dixwazin Ocalan azad bibînin
14:28 Peyama Newrozê ya Barzanî: Hêvîdar im ku Ocalan serbest bê berdan
14:22 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hate bîranîn
14:00 Kamaç: Divê li hemberî banga Ocalan gav bên avêtin
13:55 Girtiyên siyasî ji bo Newroza Amedê peyam şandin
13:54 MKG’ê Nûjiyan Erhan bi bîr anî
13:44 Sed hezaran kesan li dengê Abdullah Ocalan guhdarî kir
13:38 ‘Trena Aştiyê’ gihişt Amedê
13:24 Qada Newrozê ya Amedê tije bûye: Daxwaza azadiya Ocalan kirin
13:09 Siyasetmedarên tev li Newroza Amedê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Amedê agirê Newrozê hate pêxistin
12:17 Ji Ekrem Îmamoglû peyama Newrozê
12:13 Cihê Newroza Eskîşehîrê guherî
12:05 Newroza Azadiyê dest pê kir: Bi deh hezaran kes li benda têketina qadê ne
11:51 Her çar aliyên Amedê bûye Newroz!
11:46 Hejmara kesên ji lêpirsîna ÎBB’ê hatin binçavkirin derket 88’an
11:38 Li Amedê Newroza azadiyê
11:22 Kemal Kurkut li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
11:20 Posterên Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne
11:07 Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Parlamentoya Danîmarkayê re civiya
10:51 Ji 2 xwişkên rejîma Îranê revandine tu agahî nayên girtin
10:50 Bi hinceta ‘kreşê’ li Îmamoglû lêpirsîna hate vekirin
10:40 Wêneyê banga dîrokî li qada Newroza Amedê hat daliqandin
10:34 Herikîna ber bi qada Newroza Azadiyê ve dest pê kir
10:16 Bi kelecana Newrozê zû bi rê ketin
09:19 Rojnameger Saymaz sewqî edliyeyê hate kirin
09:15 Li Stenbolê xeta metroyê ji rêveberiya şaredariyê hat standin
09:11 Ji bo Newroza Stenbolê armanc milyonek kes in
09:01 Li Konyayê kelecana Newrozê: Em peyama demokratîkbûyîna welêt bidin
09:00 Banga ji bo Newroza Edeneyê
09:00 Baskin Oran: Ji bo çareseriyê pêdivî bi demokrasiyê heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ADARA 2025’AN
08:43 Hevşaredar Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin tehliye bû
20/03/2025
23:14 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newrozê pîroz kir
22:50 Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
22:10 Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
16:55 DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
16:39 Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
16:15 Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
16:01 Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
15:57 Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
15:42 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî
15:37 Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
15:14 Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
15:12 Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
14:47 Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
14:39 Qers bi agirê Newrozê germ bû
14:35 Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
14:09 Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir