Di şer de ji malbata xwe 19 kes winda kir: Bila dewlet gavan biavêje

  • rojane
  • 09:05 27 Nîsan 2025
  • |
img

COLEMÊRG - Gulîzar Yaşar ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de kekê xwe, keça xwe, kurê xwe û 19 xizmên xwe winda kir, diyar kir ku divê dewlet li dijî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berpirsyartiya xwe bicih bîne.  

Bi ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 2 meh derbas bûn lê heta niha jî dewletê tu gavên şênber neavêtiye. Tevî bangê jî operasyonên leşkerî yên TSK’ê didomin û mercên xebatê yên Abdullah Ocalan nehatine başkirin. Malbatên ku di şer de xizmên xwe winda kirin, dixwazin ku dewleta gavan biavêje. 
   
Gulîzar Yaşar ku di şer de du zarok û kekê xwe winda kir, xwest ku dewlet ji bo çareseriyeke mayinde û demokratîkbûnê gavan biavêje. 
 
2 ZAROKÊN XWE WINDA KIR  
 
Gulîzar Yaşar, li mezraya Zerene ya gundê Oremarê ya navçeya Gever a Colemêrgê ji dayik bû. Zêdetirî 30 salan li Zereneyê jiya. Di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji ewil kekê xwe Devalî Gurdal winda kir. Kekê wê Gurdal, di sala 1985’an de dema milîsê HRK’ê bû, di pevçûneke li herêma Cîloyê de jiyana xwe ji dest da. Bi mirina kekê wê re zextên leşker û kontrayan ên li dijî hevjîn û malbata wî zêde bûn. Gulîzar Yaşar neçar ma ku ji gund koç bike. Piştî mirina kekê wê, keça wê Reyhan Yaşar (Adar Gever) di sala 1993’yan de û kurê kekê wê yê jiyana xwe ji dest dayî Macît Gurdal (Zinar Gever) jî di sala 1994’an de tev li refên PKK’ê bû. Biraziyê wê Macît Gurdal di heman salê de li qada Çarçella-Zagrosê û keça wê Reyhan Yaşar jî di sala 1998’an de li herêma Xakûrkê jiyana xwe ji dest da. 
 
Piştre jî keça wê Hamiyet Yaşar di sala 2004’an de tev li refên PKK’ê bû. Di sala 2012’an de jî kurê wê Şervan Yaşar (Êriş Adar) tev li refên PKK’ê bû. Kurê wê Şervan di sala 2022’yan de jiyana xwe ji dest da û keça wê Hamiyet jî di nav refan de ye. 
 
JI MALBATÊ 19 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN 
 
Mîna jiyana wê, jiyana tevahiya malbata Gulîzar Yaşarê di nava têkoşîna azadî û aştiyê de derbas bû. Gulîzar Yaşar, got: “Ne tenê zarokên min, bi dehan birazî û xizmên min jî di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan. Ji malbata xwe min 19 kes winda kirin. Îşkence, zext û kuştin jî di nav de tu tiştekî me nedîtî nema. Lê tevî vê jî em daxwaza aştiyê dikin. Dibe ku min îro zarokên xwe winda kiribin lê bila canê kesekî neêşe, bila zarokên tu kesekî nemirin. Lewma aştiyê dixwazim. Em naxwazin êdî malbatên leşker û gerîlayan ewqas êş bikişînin û bigirîn.” 
 
Bi domdarî Gulîzar Yaşar destnîşan kir ku gelê Kurd li Agiriyê, li Dêrsimê hate qetilkirin, Kurd hatin girtin û gelek kes bi awayekî kiryarnediyar hatin kuştin lewma PKK derketiye û wiha pê de çû: “Heke 100 sal berê daxwazên gelê Kurd bihatina qebûlkirin, me îro ev tişt nedijiyan. Em daxwaza ax û zimanê xwe dikin. Tu pirsgirêka me bi tu kesekî re nîne. Em dixwazin hemû gel bi aştiyane û azad bijîn.” 
 
‘HETA KU ZEXT HEBIN DÊ ÇEK BÊDENG NEBIN’ 
 
Di berdewamê de Gulîzar Yaşar, wiha got: “Dema mafên demokratîk ên Kurdan hatin qebûlkirin, dê tu maneya çekan nemîne. Divê mafên perwerdeya bi zimanê dayikê û jiyana azad a Kurdan bên dayin. Divê dewlet li dijî banga birêz Ocalan erk û berpirsyartiyên xwe bicih bîne. Divê dewlet gavên şênber biavêje. Heke gavên şênber bên avêtin, dê pêvajo bi ser keve.” 
 
'BILA MAFÊN DEMOKRATÎK BÊN DAYIN’ 
 
Gulîzar Yaşar, axaftina xw wiha qedand: “Heke dewlet gavên şênber biavêje, mafên perwerdeya bi zimanê dayikê û demokratîk biavêje, wê demê em ê ji pêvajoyê bawer bikin. Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan. Divê deriyên girtîgehan bên vekirin. Ya herî girîng jî divê Ocalan azad bibe. Dema gavavêtinê ya dewletê ye, ya Devlet Bahçelî û Recep Tayyîp Erdogan e. Divê gavan biavêjin. Ez bang li malbatê leşker, gerîla û girtiyan jî dikim ku xwedî li vê pêvajoyê derkevin.” 
 
MA / Rûken Polat - Mazlum Engîndenîz  
 

Sernavên din

15:17 DEM Partiyê bersiv da Tunç: Karê xwe bikin
14:47 Ji Wezîrê Enformasyonê yê Pakistanê: Dê Hindistan êriş bike
14:39 Banga tevlibûna qadên 1'ê Gulanê hate kirin
14:24 Doza Kazanhan: Polîsê bersûc ê firarî piştî her danişînê li edliyeyê geriyaye
13:35 Şîna Pelîn Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:22 Xelkê Mexmûrê li dijî ambargoyê meşiya
13:17 Di doza qetilkirina Cîhan Can de dê mutalaa bê amadekirin
13:02 Ji bo Onder stran hat çêkirin
13:00 Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê diyar bû
11:46 Ji TJK-E’yê çalakiyên ‘Diyalogên bi jiyana azad re’
10:45 Wezareta Dadê ji bo girtiyê nexweş Çam îşaret bi dozgeriyê kir
10:44 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
09:49 Li Mûglayê li pey hev erdhej çêbûn
09:46 Li Îzmîr û Stenbolê serdegirtinên malan
09:45 Çukurova ji 1’ê Gulanê re amade ye
09:32 HDK dê ji bo banga Abdullah Ocalan 'kursiyên gel' çêbike
09:31 Li gorî TEM'ê her ala yên PKK/KCK'ê ne!
09:30 Jin pêşengtiya seferberiya ‘bangê’ dikin
09:13 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 18 kes hatin girtin
09:12 ‘Em ê 1'ê Gulanê bi ruhê pêvajoyê pîroz bikin'
09:11 Îdareya Taybet a Bajêr ji AKP'ê re dixebite!
09:11 Li Şirnexê mamosteyekî dest avêt 4 zarokan
09:00 ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2025’AN
29/04/2025
16:31 Ji ber stranên Kurdî 10 meh cezayê hefsê dan siyasetmedaran
16:28 Serokkomarê Iraqê qanûna bajarbûna Helebceyê îmze kir
16:16 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana MSD’ê
16:10 Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê wek roja betlaneyê ragihand
15:54 Di doza zaroka Êzidî de der heqê parêzeran de serlêdana sûc hate kirin
15:43 ‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê lez bidin hewldanan’
15:31 Baroya Îzmîrê: Li ser jiyana Aslan û Zîncîr xetereyeke cidî heye
15:17 Çelebî piştî 31 salan hate bajarê xwe
14:37 Di doza SES’ê de biryar nehat dayin
14:29 Kesên di 1’ê Gulanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:14 TJA: Jiyana demokratîk dê bi keda jinê bê avakirin
13:47 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Sepana qeyûman bi dawî bikin
13:41 GABB’ê civîna xwe ya asayî ya salane li dar xist
13:32 Doza Komkujiya Pirsûsê: Piştî 10 salan dê dîmenan ji pisporan re bişînin
13:04 Danişîna doza revandina zaroka Êzidî dest pê kir
12:56 Di doza teqîna Pasûrê de biryara guhdarîkirina şahidan hate dayin
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Em bang li îktîdarê dikin ku îradeyeke pênber raber bike
12:44 Tevî agirbestê jî êrişên dewleta tirk didomin
12:18 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:17 Pelîn Yilmaz jiyana xwe ji dest da
11:37 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye
11:34 Kuçukbalaban: Divê dewlet nexşerêya xwe aşkera bike
10:17 ‘Em ê bi dirûşma civaka demokratîk li qadên 1’ê Gulanê bin’
09:43 Jinên ciwan dê di 1’ê Gulanê de têkoşîna wekheviyê mezin bikin
09:23 Li Bestayê di bin kontrola leşkeran û bi destê cerdevanan dar tên birîn
09:11 Çîçeka nadîde ya biharê: Guldexwîn
09:03 'Divê dewlet û Kurd peymanê îmze bikin'
09:02 Seroka AKDAM'ê: Heya tundiya li ser jinê bi dawî nebe wê têkoşîna me bidome
09:01 Parêzerê girtiyê ku krîzê li dilê wî xist: Divê demildest bê berdan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2025’AN
08:42 Serdegirtinên beriya 1’ê Gulanê: 92 kes hatin binçavkirin
28/04/2025
16:22 Li gelek bajaran ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin
16:09 ‘Faîlên Roboskê ev 160 meh in nehatine darizandin’
15:52 Iraqê Şara vexwend Lûtkeya Ereban
15:50 Di 12 salan de herî kêm 764 zarok di cînayetên kar de hatin qetilkirin
15:34 Li Stenbolê erdhejeke din çêbû
15:29 2 sal cezayê hefsê dan Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê
15:25 Li Îranê 2 kolber birîndar bûn
15:25 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Daxwaza me ya sereke azadiya fîzîkî ya Ocalan e
15:07 Kesên li Kazanci Yokuşu hatin qetilkirin hatin bîranîn
14:57 Xwendekara piştgirî da Pexşan Ezîzî hate girtin
13:19 Piştî sewqê lêgerîna tazî û lêdan
13:08 Rewşa Onder krîtîk e: Refleksên wî yên mejî kêm bûne
12:34 ÎHD: 335 jê rewşa wan giran bi giştî herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene
12:11 Rêxistinên civaka sivîl û baro: Ji bo 'mafê hêviyê' divê qanûn tavilê bên guhertin
11:20 'Di konferansê de derket holê ku hewcedarî bi peymana jinan heye'
11:01 YNK û PDK ji bo hikûmeta nû dê cara 12’emîn bicivin
10:50 Ji nexweşxaneyê daxuyanî: Metirsiya li ser jiyana Onder didome
10:42 ‘Tirkiye ne di wê pozîsyonê de ye ku bikare dengê xwe ji têkiliyên li Qibrisê re bike’
09:56 Xwebûn bi manşeta ‘Dawiya kedxwariyê nêz e’ derket
09:32 Li Kutahyayê bi pileya 3.9’ê erdhej çêbû
09:19 Geneviève Garrigos: Modela Rojava ji bo pêşeroja Sûriyeyê girîng e
09:04 Ji PKK’ê daxuyaniya têkildarî ‘kongreyê’
09:04 Li Samsunê hezaz: 2 jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:02 Delegeyên Konferansa Yekrêziya Kurd: Niha dema Kongreya Neteweyî ya Kurd e
09:02 'Di pêvajoyên biryardayinê de divê jin xwedî gotin bin’
09:02 DEM Partî: Bi coşa Newrozê ber bi 1’ê Gulanê ve
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2025'AN
27/04/2025
16:52 Girtiya siyasî ji ber ber bêdengiya li dijî darvekirinan dest bi greva birçîbûnê kir
15:52 'Di dosyaya Rojîn Kabaîşê de bila lêpirsîneke serbixwe bê destpêkirin’
15:39 Bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ meş hat lidarxistin
15:38 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana Reqayê
15:23 Ji bo Tanju Kaya şîn hate danîn
15:18 Rêveberiya nû ya MATUHAYDER’ê diyar bû: Divê tecrîd bê rakirin
15:13 Li Humsê gora komî hate dîtin
14:37 Meral Daniş Beştaş: Mijara herî girîng, mercên xebatê yên azad ên Ocalan in
13:57 Bîlançoya teqîna li bendergeha Îranê giran dibe
13:47 Rejîma Îranê cenazeyê Heydaranlu radestî malbata wî nake
13:26 Civîna navberê ya Komxebata Stargehên Jinan bi dawî bû
12:51 Vaye belgeya dîrokî ya di Konferansa Yekrêziya Kurdî de hate erêkirin
12:50 Dewleta tirk di sê rojan de hezar û 164 caran êriş kir
12:30 Li Cizîrê civîna jinan a rêveberiyên herêmî hat lidarxistin
12:22 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê Ocalan azad bibe
12:13 Li Kanadayê wesayîtekê da ser welatiyên tev li mihrîcanê bûn
12:12 Kenanoglû: Rola Sirri Sureyya Onder a di civakîkirina aştiyê de mezin e
11:21 ‘Konferansa Yekitiya Kurdî li ser banga Abdullah Ocalan civiya’
10:57 Jin di têkoşîna li dijî tiryakê de bibiryar in