Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê Ocalan azad bibe

  • rojane
  • 12:22 27 Nîsan 2025
  • |

AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê didome û got: “Di meseleyeke ewqas dîrokî de em qebûl nakin ku aktoreke dîrokî li Girîgeha Îmraliyê tecrîdkirî be. Divê birêz Ocalan azad bibe.”

Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê li eywaneke dawetan a navçeya Peyasê 6’emîn Kongreya Awarte li dar dixe. Li eywana kongreyê pankartên “Bi îradeya teorîk û pratîk ber bi civaka demokratîk ve”, “Bi cinîya azade ver bi komelê demokratîkî ”, “Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî biserkevin”, “Bi civaka demokratîk ber bi aştiya bi rûmet ve”, “Perwerde de ziwanê dayîke cuye de ziwanê dayîke”  û “Sosyalîzm bê azadiya jinê nabe” hatin daliqandin. 
 
Ji 7 salî heta 70’ê salî bi sedan kes tev li kongreyê bûn. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî tev li kongreyê bû. Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.  Beriya kongreyê, beşdaran li ber stranan govend gerandin. Piştî hilbijartina dîwana kongreyê, deqeyek rêz hate girtin û beşdaran sirûda “Çarxe Şoreşê” xwendin. Beşdaran, dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. 
 
Çîgdem Kiliçgun Uçar di kongreyê de têkildarî geşedanên di rojevê de diaxive. 
 
‘EM DI RÊYA BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK DE BIN’ 
 
Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz got ku “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya wan vekiriye û ew ê di vê rêyê de bimeşin. Gurbuz, got: “Azadiya gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan nêz e.” 
 
JINÊN GIRTÎ PEYAM ŞANDIN 
 
Piştre jî peyama girtiyên jin ên li Girtîgeha Amedê hate xwendin. Girtiyên jin, kongre silav û pîroz kirin. 
 
ÎMRALI Û KONFERANSA ROJAVA HATIN SILAVKIRIN 
 
Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray jî silav ji Abdullah Ocalan re şand û got ku ew ê têkoşînê mezin bikin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun jî Konferaya Yêkrêzî û Yekhelwestiya Kurdî ya Rojava silav kir û banga yekparetiyê kir.  
 
UÇAR KONFERANSA ROJAVA SILAV KIR
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî ji ewil konferansa “yekitiya neteweyî” ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir û got ku pêkanîna yekitiya neteweyî ya Kurd a li Bakur jî erka wan e. Bi domdarî Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku divê pirsgirêka kurd were çareserkirin û got: “Di bingeha hemû pirsgirêk û neheqiyên li vî welatî de neçareserkirina pirsgirêka Kurd heye. 
 
ROJAVA JI CÎHANÊ RE BÛYE HÊVΠ
 
Di vê pêvajoyê dîrokî de tiştên girîng dikevin ser milên me tevan. Li rexekî polîtîkayên ewlehiyê yên ji bo domandina şer, li rexa din jî rêveberiya xweseriya demokratîk a Rojava heye ku gel xwe bi xwe birêve dibe. Êdî ev vebijêrk li pêşiya hemû gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn e. An dê HTŞ’ê hilbijêrin ku her roj Durzî û Elewiyan qetil dike, an jî dê Rojava hilbijêrin ku her kes bi ziman, çand, bawerî û nasnameya xwe azad dijî. Pergala li Rojava, ji bo hemû cîhanê bûye hêvî. 
 
GELÊ KURD PERGALA XWE AVA KIR 
 
Em ne tenê gelê Kurd in. Em ew gel in ku têkoşîna azadiyê mezin kir û nîşan da ku têkoşîn dikare veguhere pergalê. Ew pergal îro bûye pergala mînak ku pêdiviya hemû cîhanê pê heye. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em vê pergalê gav bi gav bixin meriyetê. 
 
LI DIJÎ TIRYAKÊ NOBETA AZADIYÊ 
 
Jin û ciwan bi fihûş û tiryakê re rû bi rû hiştin. Li Amedê Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê hate avakirin. Em duh di wê meşê de bi hev re meşiyan. Tam jî niha pêdiviya me bi wan nirxên exlaqî û polîtîk ên gelê Kurd heye. Divê ciwanên me u pêşengên têkoşîna me ne van nirxên exlaqî û polîtîk derbasî nifşên nû bikin. Lê pergal çi dike, hewl dide ji bo astengkirina vê ciwanên Kurd, jinên Kurd weke amûrekî bi kar bîne. Dijminê herî nêzî deriyên me, tiryak e. Me heta niha rê neda elemanên polîtîkaya şerê taybet a dewletê û rê rê nedin wan. Heke em tevek piştgiriyê bidin platform ê û nobeta azadiyê bigirin, ev meseleye dê were çareserkirin. 
 
EM Ê CIVAKA DEMOKRATÎK BI HEV RE AVA BIKIN 
 
Birêz Ocalan bangek kir û îktîdar bêdeng e. Gelên Tirkiyeyê, muxalefeta îro zext li ser hene, gelê Kurd dikare vê bêdengiya îktîdarê bi dawî bike. Divê bang li dewlet û îktîdarê were kirin ku peywira xwe bicih bîne. Em mecbûr in civaka demokratîk ava bikin. Ji bo vê jî mekanîzmaya me siyaseta demokratîk e. Banga 27’ê Sibatê jî ji me re dibêje ku siyaseta demokratîk were mezinkrin. Ev niha mezintirîn hedefa me ye. Dermanê pirsgirêkên Tirkiyeyê, civaka demokratîk û avakirina jiyaneke civak tê de kirde ye. Erk û berpirsyartiya me jî ev e. Em ê hem siyaseta demokratîk mezin bikin hem jî ava bikin. 
 
BERTEK NÎŞANÎ TMK’Ê DA
 
Îmrali, qada tecrîdê ye. Gelê Kurd bi hiqûqeke nayê qebûlkirin tê darizandin. Em di pergala hiqûq û edaletê ya vê dewletê de cih nagirin. Bi hiqûqeke nayên naskirin de tên darizandin û ceza li me tê birîn. Ev jî bes nake ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê tên avakirin û tehliye tên astengkirin. Tiştekî bi navê TMK’ê heye ku mezintirîn amûra înkarkirina gelê Kurd e. Ji hemû daxwazên rewa yên gelê Kurd re dibêje ‘teror.’ Wê demê dê bi kê re aştiyê bikî? Me tu caran dev ji têkoşîna aştî û demokrasiyê berneda. Pêdiviya me bi dewlet û îktîdareke têkoşîna gelê Kurd hembêz dike heye. Em ji bo berpirsyartiyên xwe amade ne lê divê îktîdar jî pêşiya vê formula amade veke. Divê çi bike, divê birêz Ocalan azad bibe. Em qebûl nakin di vê meseleya dîrokî de aktorê dîrokî di mercên tecrîdê yên Îmraliyê de be. Divê dewlet ji bo banga 27’ê Sibatê gavan biavêje.” 
 
RÊVEBERIYA NÛ HATE HILBIJARTIN
 
Di kongreyê de hilbijartin bi yek lîsteyê hate kirin. Rûçem Elyakut û Ahmet dogan weke Hevserokên DBP’a Amedê yên nû hatin hilbijartin. Kongre, bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
  

Sernavên din

14:47 Ji Wezîrê Enformasyonê yê Pakistanê: Dê Hindistan êriş bike
14:39 Banga tevlibûna qadên 1'ê Gulanê hate kirin
14:24 Doza Kazanhan: Polîsê bersûc ê firarî piştî her danişînê li edliyeyê geriyaye
13:35 Şîna Pelîn Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:22 Xelkê Mexmûrê li dijî ambargoyê meşiya
13:17 Di doza qetilkirina Cîhan Can de dê mutalaa bê amadekirin
13:02 Ji bo Onder stran hat çêkirin
13:00 Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê diyar bû
11:46 Ji TJK-E’yê çalakiyên ‘Diyalogên bi jiyana azad re’
10:45 Wezareta Dadê ji bo girtiyê nexweş Çam îşaret bi dozgeriyê kir
10:44 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
09:49 Li Mûglayê li pey hev erdhej çêbûn
09:46 Li Îzmîr û Stenbolê serdegirtinên malan
09:45 Çukurova ji 1’ê Gulanê re amade ye
09:32 HDK dê ji bo banga Abdullah Ocalan 'kursiyên gel' çêbike
09:31 Li gorî TEM'ê her ala yên PKK/KCK'ê ne!
09:30 Jin pêşengtiya seferberiya ‘bangê’ dikin
09:13 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 18 kes hatin girtin
09:12 ‘Em ê 1'ê Gulanê bi ruhê pêvajoyê pîroz bikin'
09:11 Îdareya Taybet a Bajêr ji AKP'ê re dixebite!
09:11 Li Şirnexê mamosteyekî dest avêt 4 zarokan
09:00 ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2025’AN
29/04/2025
16:31 Ji ber stranên Kurdî 10 meh cezayê hefsê dan siyasetmedaran
16:28 Serokkomarê Iraqê qanûna bajarbûna Helebceyê îmze kir
16:16 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana MSD’ê
16:10 Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê wek roja betlaneyê ragihand
15:54 Di doza zaroka Êzidî de der heqê parêzeran de serlêdana sûc hate kirin
15:43 ‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê lez bidin hewldanan’
15:31 Baroya Îzmîrê: Li ser jiyana Aslan û Zîncîr xetereyeke cidî heye
15:17 Çelebî piştî 31 salan hate bajarê xwe
14:37 Di doza SES’ê de biryar nehat dayin
14:29 Kesên di 1’ê Gulanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:14 TJA: Jiyana demokratîk dê bi keda jinê bê avakirin
13:47 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Sepana qeyûman bi dawî bikin
13:41 GABB’ê civîna xwe ya asayî ya salane li dar xist
13:32 Doza Komkujiya Pirsûsê: Piştî 10 salan dê dîmenan ji pisporan re bişînin
13:04 Danişîna doza revandina zaroka Êzidî dest pê kir
12:56 Di doza teqîna Pasûrê de biryara guhdarîkirina şahidan hate dayin
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Em bang li îktîdarê dikin ku îradeyeke pênber raber bike
12:44 Tevî agirbestê jî êrişên dewleta tirk didomin
12:18 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:17 Pelîn Yilmaz jiyana xwe ji dest da
11:37 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye
11:34 Kuçukbalaban: Divê dewlet nexşerêya xwe aşkera bike
10:17 ‘Em ê bi dirûşma civaka demokratîk li qadên 1’ê Gulanê bin’
09:43 Jinên ciwan dê di 1’ê Gulanê de têkoşîna wekheviyê mezin bikin
09:23 Li Bestayê di bin kontrola leşkeran û bi destê cerdevanan dar tên birîn
09:11 Çîçeka nadîde ya biharê: Guldexwîn
09:03 'Divê dewlet û Kurd peymanê îmze bikin'
09:02 Seroka AKDAM'ê: Heya tundiya li ser jinê bi dawî nebe wê têkoşîna me bidome
09:01 Parêzerê girtiyê ku krîzê li dilê wî xist: Divê demildest bê berdan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2025’AN
08:42 Serdegirtinên beriya 1’ê Gulanê: 92 kes hatin binçavkirin
28/04/2025
16:22 Li gelek bajaran ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin
16:09 ‘Faîlên Roboskê ev 160 meh in nehatine darizandin’
15:52 Iraqê Şara vexwend Lûtkeya Ereban
15:50 Di 12 salan de herî kêm 764 zarok di cînayetên kar de hatin qetilkirin
15:34 Li Stenbolê erdhejeke din çêbû
15:29 2 sal cezayê hefsê dan Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê
15:25 Li Îranê 2 kolber birîndar bûn
15:25 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Daxwaza me ya sereke azadiya fîzîkî ya Ocalan e
15:07 Kesên li Kazanci Yokuşu hatin qetilkirin hatin bîranîn
14:57 Xwendekara piştgirî da Pexşan Ezîzî hate girtin
13:19 Piştî sewqê lêgerîna tazî û lêdan
13:08 Rewşa Onder krîtîk e: Refleksên wî yên mejî kêm bûne
12:34 ÎHD: 335 jê rewşa wan giran bi giştî herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene
12:11 Rêxistinên civaka sivîl û baro: Ji bo 'mafê hêviyê' divê qanûn tavilê bên guhertin
11:20 'Di konferansê de derket holê ku hewcedarî bi peymana jinan heye'
11:01 YNK û PDK ji bo hikûmeta nû dê cara 12’emîn bicivin
10:50 Ji nexweşxaneyê daxuyanî: Metirsiya li ser jiyana Onder didome
10:42 ‘Tirkiye ne di wê pozîsyonê de ye ku bikare dengê xwe ji têkiliyên li Qibrisê re bike’
09:56 Xwebûn bi manşeta ‘Dawiya kedxwariyê nêz e’ derket
09:32 Li Kutahyayê bi pileya 3.9’ê erdhej çêbû
09:19 Geneviève Garrigos: Modela Rojava ji bo pêşeroja Sûriyeyê girîng e
09:04 Ji PKK’ê daxuyaniya têkildarî ‘kongreyê’
09:04 Li Samsunê hezaz: 2 jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:02 Delegeyên Konferansa Yekrêziya Kurd: Niha dema Kongreya Neteweyî ya Kurd e
09:02 'Di pêvajoyên biryardayinê de divê jin xwedî gotin bin’
09:02 DEM Partî: Bi coşa Newrozê ber bi 1’ê Gulanê ve
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2025'AN
27/04/2025
16:52 Girtiya siyasî ji ber ber bêdengiya li dijî darvekirinan dest bi greva birçîbûnê kir
15:52 'Di dosyaya Rojîn Kabaîşê de bila lêpirsîneke serbixwe bê destpêkirin’
15:39 Bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ meş hat lidarxistin
15:38 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana Reqayê
15:23 Ji bo Tanju Kaya şîn hate danîn
15:18 Rêveberiya nû ya MATUHAYDER’ê diyar bû: Divê tecrîd bê rakirin
15:13 Li Humsê gora komî hate dîtin
14:37 Meral Daniş Beştaş: Mijara herî girîng, mercên xebatê yên azad ên Ocalan in
13:57 Bîlançoya teqîna li bendergeha Îranê giran dibe
13:47 Rejîma Îranê cenazeyê Heydaranlu radestî malbata wî nake
13:26 Civîna navberê ya Komxebata Stargehên Jinan bi dawî bû
12:51 Vaye belgeya dîrokî ya di Konferansa Yekrêziya Kurdî de hate erêkirin
12:50 Dewleta tirk di sê rojan de hezar û 164 caran êriş kir
12:30 Li Cizîrê civîna jinan a rêveberiyên herêmî hat lidarxistin
12:22 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê Ocalan azad bibe
12:13 Li Kanadayê wesayîtekê da ser welatiyên tev li mihrîcanê bûn
12:12 Kenanoglû: Rola Sirri Sureyya Onder a di civakîkirina aştiyê de mezin e
11:21 ‘Konferansa Yekitiya Kurdî li ser banga Abdullah Ocalan civiya’
10:57 Jin di têkoşîna li dijî tiryakê de bibiryar in
10:35 Li Amedê dê pêvajo ji milyonek kesan re bê vegotin