Rêveberiya nû ya MATUHAYDER’ê diyar bû: Divê tecrîd bê rakirin

  • rojane
  • 15:18 27 Nîsan 2025
  • |
img
STENBOL - Wekîlê DEM Pratiyê Omer Ocalan di kongreya MATUHAYDER’ê de axivî û got ku divê ji bo pêvajoya Abdullah Ocalan daye destpêkirin têkoşîneke mezintir were dayin û dewlet êdî gavan biavêje. 
 
Komeleya Alîkarî û Piştavaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER), bi dirûşma “Bi civaka demokratîk re ber bi pêşeroja azad ve” 3’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre, li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bagcilar a Stenbolê hat lidarxistin. Rêveberên Federesyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Dayikên Aştiyê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), SES, parlamenterên DEM Partî Çîçek Otlu, Omer Ocalan û endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî û gelek kes tev li bûn. Li eywana ku kongre hat lidarxistin wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat daliqandin û pankartên li ser, “Hevî neyê tecrîdkirin”, “Azadiya wî azadiya me ye”, “Jin jiyan azadî”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” dinivisî hatin daliqandin. Beriya kongre dest pê bike li eywana kongreyê li ber stran gotin û govend gerandin û dirûşma “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.
 
Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre sirûda “Çerxa Şoreşê” hat xwendin. Girseyê bi yek dengî dirûşma “Şehîd namirin” berz kir. Piştre jî sînevîzyona ku berxwedana li girtîgehan vedigot hate pêşandan. 
 
Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat piştre axivî û bi lêv kir ku gelê Kurd li pişt banga Abdullah Ocalan e û got: “Em hêvî dikin ku pêvajoya aştî û aramiyê pêk were û dewlet jî gav biavêje. Ji bo dewlet jî gav biavejê divê em jî bêtir bixebitin. Divê malbat xwedî li sazî û komeleyên xwe derbikevin. Ev komel a me hemûyan e.”
 
‘DIVÊ EM XWE BIGIHÎNIN HEMÛ CIVAKÊ’ 
 
Parlamenter Omer Ocalan jî bi gotina “Em li vir ji Rêber Apo û hemû girtiyan re silavan dişînin” dest bi axaftina xwe kir û wiha domand: “Ne tenê bakurê Kurdistanê,  li çar aliyên Kurdistanê êdî Kurd derbasî merhaleyeke nû dibin. Divê hemû malbatên girtiyan ji vê pêvajoya nû re amade bin. Çapemeniya Tirkiyeyê li gorî xwe çîrokan dibêje lê romana herî mezin li Girava Îmraliyê ji aliyê birêz Abdullah Ocalan ve tê nivîsandin. Em ê xwedî li wê bangê derbikevin. Rêber Apo ne gaveke mezin diavejê. Ew gav ne tene ji bo Kurdan e. Gel û bawerî wê çawa bi hev re bijîn Rêber Apo vê yeke pêş dixîne. Mîrateyeke mezin ji me re hatiyê hiştin. Divê em vê mîrateyê mezin bikin. Li her çar aliyên Kurdistanê pêş ketin hene. Divê em li gor fikir û felsefeya Rêber Apo xwe ji nû vê bikin. Ew banga Aştî û Civaka Demokratîk ne bangeke hesan e. Divê em li gor vê bangê xwe bi rêxistin bikin. Li dijî şerê derûnî jî divê em têkoşîneke mezin pêş bixînin. Ew jî bi rêxistinbûyînê dibe. Rêber Apo jî dibêjê sosyalîzm civakbûyîn e. Divê her roj em bixebitin û bigihîjin hemû civakê.”
 
‘DIVÊ DEWLET GAVAN BIAVÊJE’
 
Ocalan, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku Abdullah Ocalan bi biryar e û got: “Divê êdî siyaseta demokratîk vî barî hilgire ser milên xwe. Hemû kes rêberê rêberan dişopîne û dibêjin modela çareseriyê pêş dixîn e. Ev jî Rêber Apo ye. Em ji bo çareseriyê amade ne. Kurd amede ne. Me zimanê tu kesî qedexe nekiriye û êrişî welatê kesî nekiriye. Ev erdnîgariyeke dewlemend e. Gelek û ol û bawerî û gel hene. Serok Apo weke dewlemendbûnê vê yekê dinirê û dibêje divê em cudahiyan biparêzin. Lê pargela dewletan bawerî û zimanan tune dihesibînin. Em çawa sazî û tevgera xwe xurt bikin. Serok Apo ji me re got, hûn çûn ku derê silavên min li gelê me bikin. Ev der di heman demê de saziya Rêber Apo ye. Em dipirsin dibêjin Serokê me tenduristiya te çawa ye. Tenduristiya wî baş bû. Ji bo bangê jî bi coş bû. Em ê jî ji aliyê hişmendî û fikir ve tedbîrên xwe bigrin. Rêber Apo ji bo bangê bi biryar e. Dibêje ez ê heta dawiyê pêvajoyê bibim. Ev gel evîndarê aştiyê ye. Divê dewlet jî gavan biavejê.”
 
Dayika Aştiyê Guler Bugday jî destnîşan kir ku Abdullah Ocalan her tim qala aştiyê kiriye ew jî li pişt banga Abdullah Ocalan in û daxwaza wan jî aştî ye. Guler Bugday diyar kir ku ew ê ji bo aştiyê jî bixebitin û got ku divê hemû gel jî piştgiriya banga Aştî û Civaka Demokratîk bike.
 
RÊVEBERIYA NÛ HATE HILBIJARTIN
 
Piştî axaftinan raporên fealiyet û malî hatin xwendin. Piştî xwendina raporan hevserokên nû û rêveberiya nû hat hilbijartin. Nûrten Karagoz û Mehmet Zekî Kiliç bûn hevserokên nû yên MATUHAYDER’ê.
 

Sernavên din

15:17 DEM Partiyê bersiv da Tunç: Karê xwe bikin
14:47 Ji Wezîrê Enformasyonê yê Pakistanê: Dê Hindistan êriş bike
14:39 Banga tevlibûna qadên 1'ê Gulanê hate kirin
14:24 Doza Kazanhan: Polîsê bersûc ê firarî piştî her danişînê li edliyeyê geriyaye
13:35 Şîna Pelîn Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:22 Xelkê Mexmûrê li dijî ambargoyê meşiya
13:17 Di doza qetilkirina Cîhan Can de dê mutalaa bê amadekirin
13:02 Ji bo Onder stran hat çêkirin
13:00 Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê diyar bû
11:46 Ji TJK-E’yê çalakiyên ‘Diyalogên bi jiyana azad re’
10:45 Wezareta Dadê ji bo girtiyê nexweş Çam îşaret bi dozgeriyê kir
10:44 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
09:49 Li Mûglayê li pey hev erdhej çêbûn
09:46 Li Îzmîr û Stenbolê serdegirtinên malan
09:45 Çukurova ji 1’ê Gulanê re amade ye
09:32 HDK dê ji bo banga Abdullah Ocalan 'kursiyên gel' çêbike
09:31 Li gorî TEM'ê her ala yên PKK/KCK'ê ne!
09:30 Jin pêşengtiya seferberiya ‘bangê’ dikin
09:13 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 18 kes hatin girtin
09:12 ‘Em ê 1'ê Gulanê bi ruhê pêvajoyê pîroz bikin'
09:11 Îdareya Taybet a Bajêr ji AKP'ê re dixebite!
09:11 Li Şirnexê mamosteyekî dest avêt 4 zarokan
09:00 ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2025’AN
29/04/2025
16:31 Ji ber stranên Kurdî 10 meh cezayê hefsê dan siyasetmedaran
16:28 Serokkomarê Iraqê qanûna bajarbûna Helebceyê îmze kir
16:16 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana MSD’ê
16:10 Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê wek roja betlaneyê ragihand
15:54 Di doza zaroka Êzidî de der heqê parêzeran de serlêdana sûc hate kirin
15:43 ‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê lez bidin hewldanan’
15:31 Baroya Îzmîrê: Li ser jiyana Aslan û Zîncîr xetereyeke cidî heye
15:17 Çelebî piştî 31 salan hate bajarê xwe
14:37 Di doza SES’ê de biryar nehat dayin
14:29 Kesên di 1’ê Gulanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:14 TJA: Jiyana demokratîk dê bi keda jinê bê avakirin
13:47 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Sepana qeyûman bi dawî bikin
13:41 GABB’ê civîna xwe ya asayî ya salane li dar xist
13:32 Doza Komkujiya Pirsûsê: Piştî 10 salan dê dîmenan ji pisporan re bişînin
13:04 Danişîna doza revandina zaroka Êzidî dest pê kir
12:56 Di doza teqîna Pasûrê de biryara guhdarîkirina şahidan hate dayin
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Em bang li îktîdarê dikin ku îradeyeke pênber raber bike
12:44 Tevî agirbestê jî êrişên dewleta tirk didomin
12:18 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:17 Pelîn Yilmaz jiyana xwe ji dest da
11:37 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye
11:34 Kuçukbalaban: Divê dewlet nexşerêya xwe aşkera bike
10:17 ‘Em ê bi dirûşma civaka demokratîk li qadên 1’ê Gulanê bin’
09:43 Jinên ciwan dê di 1’ê Gulanê de têkoşîna wekheviyê mezin bikin
09:23 Li Bestayê di bin kontrola leşkeran û bi destê cerdevanan dar tên birîn
09:11 Çîçeka nadîde ya biharê: Guldexwîn
09:03 'Divê dewlet û Kurd peymanê îmze bikin'
09:02 Seroka AKDAM'ê: Heya tundiya li ser jinê bi dawî nebe wê têkoşîna me bidome
09:01 Parêzerê girtiyê ku krîzê li dilê wî xist: Divê demildest bê berdan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2025’AN
08:42 Serdegirtinên beriya 1’ê Gulanê: 92 kes hatin binçavkirin
28/04/2025
16:22 Li gelek bajaran ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin
16:09 ‘Faîlên Roboskê ev 160 meh in nehatine darizandin’
15:52 Iraqê Şara vexwend Lûtkeya Ereban
15:50 Di 12 salan de herî kêm 764 zarok di cînayetên kar de hatin qetilkirin
15:34 Li Stenbolê erdhejeke din çêbû
15:29 2 sal cezayê hefsê dan Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê
15:25 Li Îranê 2 kolber birîndar bûn
15:25 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Daxwaza me ya sereke azadiya fîzîkî ya Ocalan e
15:07 Kesên li Kazanci Yokuşu hatin qetilkirin hatin bîranîn
14:57 Xwendekara piştgirî da Pexşan Ezîzî hate girtin
13:19 Piştî sewqê lêgerîna tazî û lêdan
13:08 Rewşa Onder krîtîk e: Refleksên wî yên mejî kêm bûne
12:34 ÎHD: 335 jê rewşa wan giran bi giştî herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene
12:11 Rêxistinên civaka sivîl û baro: Ji bo 'mafê hêviyê' divê qanûn tavilê bên guhertin
11:20 'Di konferansê de derket holê ku hewcedarî bi peymana jinan heye'
11:01 YNK û PDK ji bo hikûmeta nû dê cara 12’emîn bicivin
10:50 Ji nexweşxaneyê daxuyanî: Metirsiya li ser jiyana Onder didome
10:42 ‘Tirkiye ne di wê pozîsyonê de ye ku bikare dengê xwe ji têkiliyên li Qibrisê re bike’
09:56 Xwebûn bi manşeta ‘Dawiya kedxwariyê nêz e’ derket
09:32 Li Kutahyayê bi pileya 3.9’ê erdhej çêbû
09:19 Geneviève Garrigos: Modela Rojava ji bo pêşeroja Sûriyeyê girîng e
09:04 Ji PKK’ê daxuyaniya têkildarî ‘kongreyê’
09:04 Li Samsunê hezaz: 2 jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:02 Delegeyên Konferansa Yekrêziya Kurd: Niha dema Kongreya Neteweyî ya Kurd e
09:02 'Di pêvajoyên biryardayinê de divê jin xwedî gotin bin’
09:02 DEM Partî: Bi coşa Newrozê ber bi 1’ê Gulanê ve
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2025'AN
27/04/2025
16:52 Girtiya siyasî ji ber ber bêdengiya li dijî darvekirinan dest bi greva birçîbûnê kir
15:52 'Di dosyaya Rojîn Kabaîşê de bila lêpirsîneke serbixwe bê destpêkirin’
15:39 Bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ meş hat lidarxistin
15:38 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana Reqayê
15:23 Ji bo Tanju Kaya şîn hate danîn
15:18 Rêveberiya nû ya MATUHAYDER’ê diyar bû: Divê tecrîd bê rakirin
15:13 Li Humsê gora komî hate dîtin
14:37 Meral Daniş Beştaş: Mijara herî girîng, mercên xebatê yên azad ên Ocalan in
13:57 Bîlançoya teqîna li bendergeha Îranê giran dibe
13:47 Rejîma Îranê cenazeyê Heydaranlu radestî malbata wî nake
13:26 Civîna navberê ya Komxebata Stargehên Jinan bi dawî bû
12:51 Vaye belgeya dîrokî ya di Konferansa Yekrêziya Kurdî de hate erêkirin
12:50 Dewleta tirk di sê rojan de hezar û 164 caran êriş kir
12:30 Li Cizîrê civîna jinan a rêveberiyên herêmî hat lidarxistin
12:22 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê Ocalan azad bibe
12:13 Li Kanadayê wesayîtekê da ser welatiyên tev li mihrîcanê bûn
12:12 Kenanoglû: Rola Sirri Sureyya Onder a di civakîkirina aştiyê de mezin e
11:21 ‘Konferansa Yekitiya Kurdî li ser banga Abdullah Ocalan civiya’
10:57 Jin di têkoşîna li dijî tiryakê de bibiryar in