AMED - Di raporeke aîdî Serokatiya Daîreya TEM'ê de hat derpêşkirin ku ala, flama û amblemên gelek saziyên jin, ciwan, xwendekar û rojnamevanan aîdî PKK/KCK'ê ne.
Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê, di muzakereyekê de ku di 14'ê Sibata 2024'an de ji Midûriyeta Polîsan a Bajêr re nivîsand, xwest "Ala, flama, amblem û sembolên aîdî PKK/KCK'ê" bişîne. Midûriyeta Polîsan jî rapora di sala 2023'yan de ji aliyê Serokatiya Daîreya Têkoşîna Li Dijî Terorê de hatibû amadekirin şand. Di raporê de logoyên saziyên ciwan, jin, xwendekar û rêxistinên civaka sivîl wekî "ala û flamayên aîdî PKK/KCK'ê" derpêş kir. Ala û flamayên gelek saziyên li Tirkiye û welatên Ewropayê hatin krîmînalîzekirin. Di raporê de 151 ala, flama, amblem û sembol cih girtin.
SAZIYÊN JINAN
Di raporê de herî zêde logo û amblemên saziyên jinan cih girtine. Di raporê de logoya Koma Jinên Bilind (KJB) ku di sala 2005'an de hatiye avakirin jî cih girt. Li gel vê Tevgera Jina Azad a Demokratîk (DOKH) jî cih girtiye. DOKH'ê di sala 2015'an de xwe fesix kiribû.
Logo û amblemên Kongreya Jinên Azad (KJA) ku bi KHK'ê hatibû girtin, Tevgera Jinên Azad (TJA), Tevgerên Jinên Kurd ên Ewropayê, Yekitiya Jinên Kurd ên Elmanyaye, Tevgere Jinan a Navnetewî, Tevgere Azadiya Jinên Êzidî, Nûnertiya Jina Kurd a Navneteweyî, Jina Ciwan a Azad û Demokratîk, Komalên Jinên Ciwan, Yekitiya Jinên Ciwan, Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB) û gelek saziyên din cih girtine.
Li gel vê logo û amblemên gelek saziyên ciwan û xwendekaran jî hene; Yekitiya Xwendekarên Kurdistan, Tevgera Ciwanan a Kurdistanê, Tevgera Xwendekaran a Şoreşger (DOH), Meclisa Xwendekarên Welatparêz ên Demokratîk, Federasyona Komeleyaên Ciwanên Demokratîk (DEM Genç) û hwd.
Logo û amblemên Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), Azad News, Rojava FM û Cemiyeta Rojnamevanên Azad jî di raporê de cih girtiye.
Hin saziyên ku midûriyeta polîsan ew krîmînalîze kirine ev in: MEBYA-DER, TUHAD-FED, KURDÎ-DER, TZP-Kurdî, Federasyona Demokratik a Elewiyan, Federasyona Komelên Êzidiyan, Konfedrasyona Koêberên Bindest (AvEG-Kon), Navenda Civaka Kurd a Demokratîk.
Her wiha Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Kongreya Civaka Demokratşk (KCD) jî di lîsteyê de ne. Li gel vê PYD jî di nav de ala û logoyên gelek rêxistinên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di lîsteyê de hene.
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel