Starta Cejna 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayîn: Em her derê bikin dibistan û zanîngeheke kurdî, bikin kurdîgehek

AMED - Di deklarasyona 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de, bi dirûşmeya "Statuya Kurdî, Perwerdehiya Bi Kurdî" banga ku hemû qadên jiyanê bibe kurdî hat kirin.

 
Li Amedê saziyên zimanê kurdî, partiyên siyasî û rêxistinên demokratik dê bernameya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Parka Koşûyolûyê bi daxuyaniyekê eşkere kirin. Di daxuyaniyê de ku bi dirûşmeya “Statuya Kurdi Perwerdehiya bi Kurdî" hat dayîn, bernme hat eşkerekirin. 
 
Hevseroka MED-DER'ê Şukran Yakût metna kirmanckî û Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar jî metna kurmancî xwend. 
 
Metna deklarasyonê bi vî rengî ye:
 
"Neteweya kurd neteweyeke herî qedîm a mirovahiyê ye. Zimanê kurdî jî nirxekî herî bingehîn û jêneger ê neteweya kurd û hemû mirovahiyê ye.
 
Sed mixabin bi sedan sal in ji ber tunehesibandina neteweya kurd, bi awayekî hovane hewl hat dayîn ku wek gelek çand û zimanên cuda, çand û zimanê kurdî jî ji holê bê rakirin. Lê di encama têkoşîna neteweya kurd de ev hewldan têk çûn. Em dibînin ku li şûna wê, pêkanînên li dijî zimanê kurdî hatin nûjenkirin; zimanê kurdî hê jî di fermiyetê de nayê qebûlkirin; bi rê û rêbazên nûjenkirî yên cur bi cur tunehesibandin, qedexekirin, dorpêçkirin û pişaftina li ser zimanê kurdî bi awayên cuda berdewam dikin, bi serwerkirina zimanê tirkî ya li her derê Kurdistanê û li her derê ku kurd lê dijîn hê armanc û daxwaz ew e ku kurd bên pişaftin û zimanê kurdî bihele û bi demê re ji holê rabe. Ev yek sûcekî mirovahiyê ye.
 
Bêguman em kurd bi tu awayî destûr nadin ku ev yek pêk bê. Jiyaneke bêkurdî ji bo me kurdan wek laşekî bêmejî, bêdil û bêgiyan e. Zimanê me çavkaniya me ya bingehîn a hebûn, xwebûn, nasname, giyan û jiyana me ya neteweyî, azad û demokratîk e. Zimanê me çavkanî û hîmê yekîtiya me ya neteweyî ye, mifteya azadiya me ya ji her milî ve ye. Zimanê kurdî xeta me ya herî sor û li jor e.
 
Rêzdar Abdullah OCALAN jî bi taybetî diyar dike ku 'Xwedîlêderketina ziman û çanda xwe, pêşvebirina wan pêwistiyeke mirovbûnê ye. Yên ku nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li tu tiştî xwedî derkevin. Ên nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li mirovbûna xwe jî xwedî derkevin. Ên ku zimanê xwe nezanin û bi pêş ve nebin nîvmirov dimînin.Tu zimanê dayikê hîn nebî, perwerdehiya wê nebînî tu nikarî rast û baş bifikirî, nikarî tiştekî hilberînî; wisa li te tê wek ku mejiyê te miriye. Meseleya zimanê dayikê qasî nan û avê girîng e. Ji ber ku ziman û çanda me hatine qedexekirin ev 50 sal in me têkoşîneke mezin meşand. Xwedîlêderketina li ziman û çanda xwe peywira hemû kesan e.'
 
Banga rêzdar Abdullah OCALAN a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, nîqaşên li ser serbestî û azadiya zimanê kurdî jî xurt kirin. Em jî heta dawiyê li gel vê banga dîrokî ne û dibêjin mafên neteweya kurd ên zimanî, çandî, siyasî, hiqûqî û xwerêveberî, ne mijara bazarê ne û divê hemû astengiyên li ber bikaranîna van mafan ji holê bên rakirin û zimanê kurdî bibe xwedî statu û zimanê perwerdehiyê da ku civaka azad, demokratîk û aştiyane bê sazkirin. Bêguman ji bo ku ev yek pêk bê, divê rêzdar Abdullah OCALAN bikaribe ji bo pêkanîna aştî û civateke demokratîk serbest û azad tevbigere û bixebite ji bo vê jî divê şert û mercên herî guncav bên amadekirin û di serî de zimanê kurdî, divê nasname û hemû nirx û mafên neteweya kurd û statuya kurdan a xwebirêvebirinê ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bên nasîn, di makezagon û zagonan de bê mîsogerkirin. Em baş dizanin ku tecrîda li ser rêzdar OCALAN, tecrîda li ser hemû nirxên neteweya kurd û bi taybetî tecrîda li ser zimanê kurdî rasterast têkildarî hev in.
 
Ji bo pêkhatina vê jî em ê têkoşîna xwe ya ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî ji her demê zêdetir bilindtir û berfirehtir bikin. Bi vê armancê em wek hemû saziyên zimanê kurdî, partî, dezgeh, qad, pêkhate û derdorên cuda yên kurd û demokratik bi diruşma ‘Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî’ merheleyeke nû ya têkoşina ji bo zimanê kurdî didin destpêkirin.
 
Li ser bingeha van rastiyan; em ê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, di navbera 4ê gulanê heta 1ê hezîranê, li hemû derên Kurdistanê û Tirkiyeyê; têkoşîn, xebat, bername û çalakiyên cur bi cur li nava civakê li dar bixin. Li hemû navçe, gund, tax, kolan û malan, li nav ciwan, zarok, zanîngeh, esnaf û hemû qadên din belav bikin. Meş, daxuyaniyên girseyî, xebatên belavok, pankart û bîlbordên bi kurdî, civînên zimanê kurdî yên li nava gel û hemû saziyan, form, kursiyên gel, konên zimanê kurdî, hînkirina alfebeya kurdî, bernameyên helbestxwendin, çîrokbêjî û dengbêjiyê, şano, pêşengehên pirtûkên bi kurdî, panel, sempozyum, komxebat, konferans, şahî, konser, gotûbêj, bang û gazî, xebatên cur bi cur ên li ser qada dijîtal, bernameyên li bin banê rêveberiyên xwecihî/şaredariyan, bernameyên li Meclîsê, xebatên dîplomatîk û hwd. plansaziyeke têr û tijî amade kiriye.
 
Bi taybetî, em ê têkoşîna ji bo pêkanîna daxwaza statuya kurdî, perwerdehiya bi kurdî, rakirina hemû astengiyên zagonî û jiyanî yên li pêşiya kurdî, serbestî û azadiya kurdî ya li her derê civak û jiyanê, vegerandina hemû navên cih û tiştên kurdî yên ku kirine tirkî li her derê belav bikin, dîsa em ê li hemû derên Kurdistanê û li hemû derên ku kurd lê dijîn, hişmendiya sazkirin, rêxistinkirin û hîndekariya zimanê kurdî belav bikin.Bi vê armanc, bîr û baweriyê, em bang li hemû tevger, partî, sazî û derdorên azadîxwaz, aştîparêz, demokrat û mirovahîperwer; bi taybetî jî bang li jin, ciwan, siyasetmedar, rewşenbîr û li hemû kurdên li her çar milên Kurdistanê û li hemû derên cîhanê dijîn dikin: Werin em hemû kurd li dor zimanê kurdî, yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin; her rojê bikin roj û cejna zimanê kurdî; her dem û li her derê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî bilindtir û berfirehtir bikin, zimanê kurdî li her qadên civakî û jiyanî bikin xwedî statu, bikin zimanê perwerdehî, têkoşîn, xebat, têkilî û jiyanê; her mal, gund, kolan, tax, wargeh û jîngehekê bikin dibistan û zanîngeheke kurdî, bikin kurdîgehek.
 
Bi van hest û ramanan, 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji niha ve, di serî de kedkar, parêzvan û têkoşerên zimanê kurdî, li me hemû kurdan û li hemû mirovahîparêzan pîroz be!
 
Bijî Zimanê Kurdî!
 
Her Dem Kurdî Her Der Kurdî!Kurdî Yekîtî Azadî!
 
Ji Bo Kurdî Her Dem Li Her Derê Têkoşîn û Xebat!"
 
 
 

Sernavên din

21:53 Rêveberiya Xweser: Wê têkoşîna Onder bibe îlham
21:48 Bafil Talebanî: Gelê kurd dostekê xwe yê rast winda kir
21:45 Ji Mesrûr Barzanî û Qubad Talabanî ji bo Onder peyama sersaxiyê
21:27 Ji Mesûd Barzanî ji bo Onder peyama sersaxiyê
21:22 Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Sirri Sureyya Onder peyama sersaxiyê
21:17 Ji bo Onder şîn hat danîn
16:38 Sirri Sureyya Onder jiyana xwe ji dest da
16:35 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşên 'azadî ji Ocalan re'
16:10 Ji TJA'yê 'Diyalogên Jiyana Azad'
15:58 Li Amedê panela 'Di avakirina aştiyê de jin'
15:52 Piştî 30 salan serbet hat berdan: Hêviya me serketina pêvajoyê ye
15:02 Şandeya KNK’ê serdana Rêveberiya Xweser kir
14:27 Xizmên windayan li sê bajaran doza edaletê kirin
13:53 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Yaman û Gul pirsîn
13:25 Înîsiyatîfa Gelo Haya Te Jê Heye: Hûn nikarin me bêdeng bikin!
13:16 Rapora meha Nîsanê ya DFG’ê: rapora binpêkirina mafan a meha Nîsanê eşkere kir
12:28 MKG: Em ê nehêlin ku rastî di tariyê de winda bibe
11:05 Starta Cejna 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayîn: Em her derê bikin dibistan û zanîngeheke kurdî, bikin kurdîgehek
10:18 Berdevka YPJ'ê: Konferans ji bo pêkanîna banga Ocalan gava yekem e
09:55 31 sal in li aqûbeta bavê xwe dipirse: Aştî bi hevrûbûnê pêkan e
09:03 Şaredarê AKP'î yê berê otêla ku bi piştgiriya dewletê çêkiribû bi 90 milyonî firot dewletê
09:01 'Heya wekheviya zayendî pêk neyê edaleta avhewayê ne pêkan e'
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2025'AN
02/05/2025
16:39 Helbestvan Fadil Ozturk hate definkirin
16:17 Atolyeya 'sûretên bedenê yên di dem û mekan de'
15:47 Serdanên ji bo taziyeya Pelîn Yilmaz dewam dikin
15:12 Ji binçavkiriyên Taksîmê 372 kes hatin berdan
14:39 Piştî doza Narîn Guranê daxuyanî hat dayin
14:28 Baroya Stenbolê çû serdana Girtîgeha Marmarayê
14:14 Li Erxeniyê 1’emîn Rojên Pirtûkan dest pê kir
13:50 Lubnanê hişyarî da Hamasê
13:50 Dewleta tirk di 3 rojan de hezar û 84 caran êriş kir
13:48 Welatiyên li dijî îstîmlaqkirinê derketin hatin binçavkirin
13:46 Rapora Girtîgeha Tokatê: Divê wezaret li dijî binpêkirinan peywira xwe bîne cih
13:05 Danişîna doza Narîn Guranê hate taloqkirin
13:04 Di mehekê de li Rojhilat 12 jin hatin qetilkirin
13:03 Komxebata di Pirsgirêka Kurd de Xwebêçekkirin: Divê mercên Abdullah Ocalan bên başkirin
12:17 Fîlozof Betto piştgirî da banga Abdullah Ocalan
11:46 Ekrem Îmamoglû zêdetirî 200 gilî kirin
11:05 Kedkarên tev li 1’ê Gulana Amedê bûn: Heke şer bi dawî bibe dê aborî baş bibe
10:41 Îsraîlê li Şamê dora qesra serokatiyê bombebaran kir
10:30 Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Tirkiye di kategoriya ‘Pir xeternak’ de ye
10:23 Danişîna 3’yan a doza Narîn Guranê dest pê kir
09:48 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
09:21 Ji Meteorolojiyê hişyariya barînan
09:20 'Tirkiye mecbûr e li gorî biryara mafê hêviyê tevbigere'
09:13 Doza cîgirê midûr ê dest avêtibû xwendekaran hat xerakirin
09:03 Heta li Sûriyeyê rewşa Kurdan zelal nebe îstiqrar ne pêkan e
09:01 ROJEVA 2’YÊ GULANA 2025’AN
01/05/2025
16:45 'Dê têkoşîna yekbûyî bi ser keve’
16:34 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê bi dawî bû
16:29 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Kapîtalîzm hêviya me di dize
16:21 Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de daxwaza ji bo sosyalîzmê
15:54 Li Tandoganê 1’ê Gulanê: Heke hiqûq nebe kolan hene
15:44 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Civaka demokratîk bi têkoşîna karkeran pêkan e
15:38 Li Egeyê bi deh hezaran kes daketin qadên 1’ê Gulanê
15:21 Di rojekê de li Îranê herî kêm 12 kes hatin darvekirin
15:19 Rejîma Îranê mamosteya Kurd ji kar derxist
15:15 Manîfestoya sendîkayan: Heke em bibin yek, wekhevî û azadî pêkan e
14:53 Kanal 8: Em agahiyan ji nûçegihanên xwe yên li Şamê nagirin
14:46 34 partî û rêxistinan banga ‘şerê li Şamê bidin sekinandin’ kirin
14:38 SOHR: Di Nîsanê de 137 kes hatin qetilkirin
14:16 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bêyî kedkaran civaka demokratîk ava nabe
13:37 Li Wanê 1’ê Gulanê: Em ê ji bo ked, demokrasî û aştiyê têbikoşin
13:27 Mitînga 1’ê Gulanê ya li Kadikoyê dest pê kir
13:25 Li Qada Stasyonê 1’ê Gulanê: Em wekhevî û aştiyê dixwazin
13:17 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê
13:12 Li Şengalê 1’ê Gulanê: Ked, azadî ye
13:11 Rojnameger Berekat: Êrişên li dijî Durziyan plankirî ne
12:11 Tulay Hatîmogûllari: Kedkar dê piştgiriyê bidin çareseriya pirsgirêka Kurd
12:10 Li Stenbolê zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo 1’ê Gulana Zurihê re name şandin
11:38 Bi sed hezaran kes li qadên 1’ê Gulanê ne
11:10 Helbestvan Fadil Ozturk wefat kir
11:01 Li Mecîdiyekoyê berxwedana 1’ê Gulanê!
10:59 Rojnameger Ozdal hate definkirin
10:42 Li Kurdistanê di bin navê projeya enerjiyê de biryarên ‘îstîmlaqkirina bi lez'
10:37 Karker û kedkar ji niha ve li Kadikoyê kom dibin
10:23 Ji DEM Partiyê peyama 1’ê Gulanê
10:03 1’ê Gulanê: DÎSK’ê tacegul danî Qada Taksîmê
09:46 Rêxistinên ekolojiyê: Weke gava ewil divê dewlet destê xwe ji xwezaya me vekêşe
09:19 'Kesên serdana Onder dikin dixwazin gav bên avêtin'
09:17 Karkerên febrîqeyê yên di 1'ê Gulanê de jî dixebitin: Mecbûriyet her tiştî bi mirov dide kirin!
09:11 Eren Keskîn: Pêkanîna mafê hêviyê ne lutfek e, peywireke Tirkiyeyê ye
09:10 Ji Enternasyonala Perwerdehiyê bo Egîtîm Senê piştgirî
09:09 Doza Sûna Pek: Dadgeha Bilind xwest ceza bê kêmkirin
09:00 ROJEVA 1’Ê GULANA 2025’AN
08:57 Li Wanê otobûsa rêwiyan wergeriya: 28 kes birîndar bûn
08:56 Rojnameger Umît Ozdal jiyana xwe ji dest da
30/04/2025
16:38 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Ji bo avakirina civaka demokratîk divê em têbikoşin
16:12 Li Girtîgeha Aksarayê tehliyeya bi dehan girtiyan hate astengkirin
15:51 Tulay Hatîmogûllari çû serdana karkerên tekstîlê
15:17 DEM Partiyê bersiv da Tunç: Karê xwe bikin
14:47 Ji Wezîrê Enformasyonê yê Pakistanê: Dê Hindistan êriş bike
14:39 Banga tevlibûna qadên 1'ê Gulanê hate kirin
14:24 Doza Kazanhan: Polîsê bersûc ê firarî piştî her danişînê li edliyeyê geriyaye
13:35 Şîna Pelîn Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:22 Xelkê Mexmûrê li dijî ambargoyê meşiya
13:17 Di doza qetilkirina Cîhan Can de dê mutalaa bê amadekirin
13:02 Ji bo Onder stran hat çêkirin