DEM Partiyê ji bo Onder li gelek bajaran şîn danî

NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê ji bo endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li gelek bajar û navçeyan şîn danî. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo endamê Şandeya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder, li gelek bajar û navçeyan şîn danî. Di serî de endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, gelek kes çûn serdana şînan. Di şînan de wêneyên Onder hatin hilayîstin, find hatin vêxistin û beşdaran qurnefîl danîn. Jin, ciwan û gelek derdorên civakê ji saetên serê sibehê ve çûn serdana şînên li avahiyên bajar û navçeyan ên partiyê. Şîna li avahiyên DEM Partiyê dê sê rojan bidome. 
 
Welatiyên li Êlihê hatin serdana şînê, giriyan û soza domandina têkoşîna aştiyê ya Onder dan. Li avahiyên rêxistina DEM Partiyê yê navenda Şirnexê û navçeyên wê jî posterê Onder ê bi nivîsa “Em te ji bîr nakin” hate daliqandin. Li Colemêrg û navçeyên wê jî bi sedan kes ji serê sibehê ve çûn serdana şînê. Li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê jî posterê Onder ê bi nivîsa “Oxir be, serê me sax be” hate daliqandin. Şîna li Wanê dê 2 rojan bidome. 
 
LI BAJARÊ WÎ SEMSÛRÊ ŞÎN HATE DANÎN 
 
Li bajarê Onder, Semsûrê jî şîn hate danîn. Şîn, li avahiya DEM Partiyê ya bajar hate danîn. Ji serê sibehê ve gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî hatin serdanê. Li cihê şînê wêneyê Onder û qurnefîl hatin danîn û find hatin vêxistin. Şîn didome. 
 
'RÊWÎTIYA WÎ TENÊ JI HÊLA FÎZÎKÎ VE BI DAWÎ BÛ’ 
 
Li Amedê jî li avahiya DEM Partiyê ya Bajar a li navçeya Peyasê şîn hate danîn. Hevşaredarên navçeyan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî hatin serdana şînê. Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn di şînê de axivî û got: “Dema ji bo demokrasî û aştiyê têdikoşiya jiyana xwe ji dest da. Ev rêwîtî tenê ji hêla fîzîkî ve bi dawî bû. Ruhê wî û tiştên wî kirine dê di tevahiya dîrokê de bên vegotin. Kesên ji bo aştiyê têdikoşin tu caran namirin. Tenê ji hêla fîzîkî ve bi me re namînin. Di serî de gelê Kurd, serê hemû gelan sax be û ruhê wî şad be.” 
 
DEM Partiyê li bajarên Amed, Îzmîr, Colemêrg, Mêrdîn, Şirnex, Wan, Agirî, Semsûr, Edene û Antalyayê jî şîn danî. Gelek kes çûn serdana şînan. 
 
 

Sernavên din

17:14 Şandeyeke Vatîkanê çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:24 Alîgirên Amedsporê Onder ji bîr nekirin: Baba Îshak nemir e!
16:18 Li Pasûrê protestoya GES’ê
15:56 Nîşeya Îmraliyê ya bi destnivîsa Onder derket holê
15:50 Ji bo Hasîne Tekînê mewlûd hate dayin
15:39 Cenazeyê Onder li Mizgefta Barbarosê ye ZINDÎ
15:37 Kesên di Terteleya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dan bi meşekê hatin bîranîn
15:29 Îfadeya kesê êrişî Ozgur Ozel kiribû derket holê
15:04 Dayikên Aştiyê: Em ê têkoşîna aştiyê ya Onder bidomînin
14:30 Rewşa girtiya nexweş a di greva birçûbûnê de giran dibe
14:22 Li Şengalê semînera ‘Diyalogên bi jiyana azad re’ hat lidarxistin
14:09 DEM Partiyê ji bo Onder li gelek bajaran şîn danî
14:08 Bakirhan û Hatîmogullari bertek nîşanî êrîşê dan
14:00 Derket holê ku êrîşkar 2 zarokên xwe kuştiye
13:26 DEM Partiyê bertek nîşanî êrişa li dijî Ozel da
13:17 Di derketina AKM’ê de li dijî Ozel êriş hat kirin
13:14 Ji bo kesên di Qirkirina Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dayin çerax hatin vêxistin
13:13 Pervîn Bûldan: Te aştiya civakî pêk anî, niha dema aştiya mezin e
13:01 Bi nameya ji bavê xwe re nivîsandî xatir jê xwest: Ez bi te serbilind im
12:45 Tulay Hatimogullari: Gotina te dê tu carî li erdê nemîne
12:43 Bi deh hezaran kes ji bo Onder meşiyan
12:33 Peyama Demîrtaş a ji bo Onder: Tu dê di dilê bi deh mîlyonan de bê veşartin
12:12 Tûncer Bakirhan: Em soz didin we ku wê ava Firatê biherike Marmarayê!
11:47 Peyama Abdullah Ocalan a ji bo Onder di merasîmê de hate xwendin
11:39 Mihrîcana Fîlmên Kurdî ya Londonê diyarî Sirri Sureyya Onder hat kirin
11:18 Sirri Sureyya Onder bû neferekî dilsoz ê têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê
10:46 Terteleya Dêrsimê di sala 88’emîn de ye: Divê rûbirûbûn çêbibe
10:42 Ji bo Sirri Sureyya Onder li AKM'ê merasîm hat lidarxistin
10:41 Ji bo Sirri Sureyya Onder gel li AKM’ê kom dibe
10:18 HPG: Dewleta tirk di meha Nîsanê de 9 hezar û 790 caran êriş kir
09:51 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:49 Op. Dr. Yildirim: Sezeryan biryara şexsî ya nexweşan bi xwe ye
09:12 Li KURDÎGEH'ê serdema nû ya qeydan dest pê kir
09:05 KCK’ê têkildarî Sirri Sureyya Onder daxuyanî da
09:03 Li qadên jiyanê yên girtiyan kamera tên bicihkirin: Fermana wezaretê ye!
09:00 ROJEVA 4’E GULANA 2025’AN
08:00 Ahmet Turk: Wefata Onder windahiyeke mezin e
03/05/2025
21:53 Rêveberiya Xweser: Wê têkoşîna Onder bibe îlham
21:48 Bafil Talebanî: Gelê kurd dostekê xwe yê rast winda kir
21:45 Ji Mesrûr Barzanî û Qubad Talabanî ji bo Onder peyama sersaxiyê
21:27 Ji Mesûd Barzanî ji bo Onder peyama sersaxiyê
21:22 Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Sirri Sureyya Onder peyama sersaxiyê
21:17 Ji bo Onder şîn hat danîn
16:38 Sirri Sureyya Onder jiyana xwe ji dest da
16:35 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşên 'azadî ji Ocalan re'
16:10 Ji TJA'yê 'Diyalogên Jiyana Azad'
15:58 Li Amedê panela 'Di avakirina aştiyê de jin'
15:52 Piştî 30 salan serbet hat berdan: Hêviya me serketina pêvajoyê ye
15:02 Şandeya KNK’ê serdana Rêveberiya Xweser kir
14:27 Xizmên windayan li sê bajaran doza edaletê kirin
13:53 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Yaman û Gul pirsîn
13:25 Înîsiyatîfa Gelo Haya Te Jê Heye: Hûn nikarin me bêdeng bikin!
13:16 Rapora meha Nîsanê ya DFG’ê: rapora binpêkirina mafan a meha Nîsanê eşkere kir
12:28 MKG: Em ê nehêlin ku rastî di tariyê de winda bibe
11:05 Starta Cejna 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayîn: Em her derê bikin dibistan û zanîngeheke kurdî, bikin kurdîgehek
10:18 Berdevka YPJ'ê: Konferans ji bo pêkanîna banga Ocalan gava yekem e
09:55 31 sal in li aqûbeta bavê xwe dipirse: Aştî bi hevrûbûnê pêkan e
09:03 Şaredarê AKP'î yê berê otêla ku bi piştgiriya dewletê çêkiribû bi 90 milyonî firot dewletê
09:01 'Heya wekheviya zayendî pêk neyê edaleta avhewayê ne pêkan e'
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2025'AN
02/05/2025
16:39 Helbestvan Fadil Ozturk hate definkirin
16:17 Atolyeya 'sûretên bedenê yên di dem û mekan de'
15:47 Serdanên ji bo taziyeya Pelîn Yilmaz dewam dikin
15:12 Ji binçavkiriyên Taksîmê 372 kes hatin berdan
14:39 Piştî doza Narîn Guranê daxuyanî hat dayin
14:28 Baroya Stenbolê çû serdana Girtîgeha Marmarayê
14:14 Li Erxeniyê 1’emîn Rojên Pirtûkan dest pê kir
13:50 Lubnanê hişyarî da Hamasê
13:50 Dewleta tirk di 3 rojan de hezar û 84 caran êriş kir
13:48 Welatiyên li dijî îstîmlaqkirinê derketin hatin binçavkirin
13:46 Rapora Girtîgeha Tokatê: Divê wezaret li dijî binpêkirinan peywira xwe bîne cih
13:05 Danişîna doza Narîn Guranê hate taloqkirin
13:04 Di mehekê de li Rojhilat 12 jin hatin qetilkirin
13:03 Komxebata di Pirsgirêka Kurd de Xwebêçekkirin: Divê mercên Abdullah Ocalan bên başkirin
12:17 Fîlozof Betto piştgirî da banga Abdullah Ocalan
11:46 Ekrem Îmamoglû zêdetirî 200 gilî kirin
11:05 Kedkarên tev li 1’ê Gulana Amedê bûn: Heke şer bi dawî bibe dê aborî baş bibe
10:41 Îsraîlê li Şamê dora qesra serokatiyê bombebaran kir
10:30 Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Tirkiye di kategoriya ‘Pir xeternak’ de ye
10:23 Danişîna 3’yan a doza Narîn Guranê dest pê kir
09:48 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
09:21 Ji Meteorolojiyê hişyariya barînan
09:20 'Tirkiye mecbûr e li gorî biryara mafê hêviyê tevbigere'
09:13 Doza cîgirê midûr ê dest avêtibû xwendekaran hat xerakirin
09:03 Heta li Sûriyeyê rewşa Kurdan zelal nebe îstiqrar ne pêkan e
09:01 ROJEVA 2’YÊ GULANA 2025’AN
01/05/2025
16:45 'Dê têkoşîna yekbûyî bi ser keve’
16:34 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê bi dawî bû
16:29 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Kapîtalîzm hêviya me di dize
16:21 Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de daxwaza ji bo sosyalîzmê
15:54 Li Tandoganê 1’ê Gulanê: Heke hiqûq nebe kolan hene
15:44 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Civaka demokratîk bi têkoşîna karkeran pêkan e
15:38 Li Egeyê bi deh hezaran kes daketin qadên 1’ê Gulanê
15:21 Di rojekê de li Îranê herî kêm 12 kes hatin darvekirin
15:19 Rejîma Îranê mamosteya Kurd ji kar derxist
15:15 Manîfestoya sendîkayan: Heke em bibin yek, wekhevî û azadî pêkan e
14:53 Kanal 8: Em agahiyan ji nûçegihanên xwe yên li Şamê nagirin
14:46 34 partî û rêxistinan banga ‘şerê li Şamê bidin sekinandin’ kirin
14:38 SOHR: Di Nîsanê de 137 kes hatin qetilkirin
14:16 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bêyî kedkaran civaka demokratîk ava nabe