AMED - Rabîa Ataş bertek nîşanî bicihkirina kamerayan a li girtîgeha keça wê lê dimîne û got: “Ev, kirineke bêrûmet e. Tundiya psîkolojîk dikin.”
Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hewl tê dayin ku li qadên jiyanê yên girtiyan kamera bên bicihkirin. Nîqaşên li ser vê mijarê dodomin. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan di 2’yê Gulanê de bi girtiyan re hevîtin kiribû û ragihandibû ku rêveberiya girtîgehê bi fermana Wezareta Dadê hewl dide kamerayan bicih bike.
Girtiya nexweş Şîvekar Ataş ku 9 sal in girtî ye, di 1’ê Gulanê de li ser telefonê bi dayika Rabî Ataş re axivî û bertek nîşanî rewşê da. Rabîa Ataş, diyar kir ku keça wê di hevdîtinê de jê re gotiye ku zextên li ser wan zêde dibin. Rabîa Ataş, anî ziman ku keça wê di hevdîtinê de wiha jê re gotiye: “Kamera danîn rex lavaboya serşokê. Em ji vê rewşê aciz dibin. Me ji rêveberiya girtîgehê re daxwazname nivîsand û jê re got ku dê vê rewşê qebûl nkin. Midûrê girtîgehê jî ji me re got ‘hûn hev û du dibînin, em jî dixwazin we bibînin.’”
Rabîa Ataş, da zanîn ku bi rêya cezayên hucreyê tehliyeya keça wê tê taloqkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Dema bêdeng dimînin dikevin nava van kiriyarên bêrûmet. Tundiya psîkokolojîk li girtiyan dikin. Ma tiştekî ji vê xerabtir heye?”