AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di çalakiya Roja Dayikan a li Amedê de axivî û got: “Niha dem dema serkeftinê ye.” Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî got rojên dîrokî dijîn.
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya Roja Dayikan li navçeya Bajarê Nû ya Amedê çalakiya şitildanînê li dar xist. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê, aktîvîstên TJ’yê, Hevseorka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê a Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî tev li bûn.
Di çalakiyê de pankarta “Diyariya herî baş a ji bo dayikan aştî ye” hate hilgirtin. Di çalakiyê de ji ewil Dayika Aştiyê Mûrûvet Demîr axivî û got ku ew piştgiriyê didin pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û got: “Bila aştî bê welatê me û êdî cenaze neyên. Em bi hev re li welatekî aştî û xwişk-biratî lê heye bijîn.”
‘DEMA SERKEFTINÊ YE’
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî anî ziman ku dayikan bi dersokên xwe yên spî û tililiyên xwe kevneşopiyeke xurt a têkoşînê ava kirine. Çîgdem Kiliçgun Uçar, wiha domand: “Ez bejna xwe li ber dayikên me yên ku koletî, êş û zehmetiyên dihatin ferzkirin veguherandin têkoşînê. Em di serdemeke biqîmet de ne. Ev dem jî bi tecrûbeyan ava bû. Li pêşiya girtîgehan heta kolanan, dayikan her tim gotina xwe kirin. Ji bo ku zarokên vî welatî nemirin, aştî were û her kes bi zimanê xwe yê dayikê bijî têkoşiyan. Em dixwazin spasiya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan jî bikin ku di vê dema biqîmet de her tim bi zanîna xwe hêvî da me û berxwedana me her tim zindî hişt. Hezar silav ji wî re bin. Em ê ji tecrûbeyÊn dayikên xwe sûd bigirin û tevî hevalên xwe yên ciwan bi hev re civaka demokratîk ava bikin. Niha dema têkoşînê û dema serkeftinê ye.”
‘HÊVIYA AŞTIYÊ GEŞ BÛYE'
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî wiha got: “Em di rojên zehmet lê di rojên ku hêviya aştiyê geş bûye de ne. Dayikên Aştiyê bi şev û roj têkoşiyan. Em dixwazin mizgîniya aştiyê bidin wan. Gavên di vê mijarê de hatine avêtin û ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a birêz Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê, Dayikên Aştiyê û hemû jinan nîşan dan ku avakirina civakeke demokratîk pêkan e. Em li vir careke din spasiyên xwe yên bêdawî dikin. Ji kêliya zarok dikeve malzarokê heta mirinê barê sexbêrkirina zarokan xistine ser milê dayikan. Lê li gorî me divê ev barê sexbêrkirinê were parvekirin û ji bo vê têdikoşin. Li her qadê keda me tune tê hesibandin. Têkoşîna me ji bo keda me ya tê xwarin û ya nayê dîtin e. Têkoşîna me ji bo wekheviya jin û mêr e. Ya herî girîng jî ew e ku divê civaka demokratîk bi hev re bê avakirin. Em bawerin ku dê bi ser kevin.”
Piştî axaftinan, şitil hatin danîn. Çalakî, bi berzkirina dirûşma “Jin, jiyan, azadî” û bi gerandina govendê bi dawî bû.