NAVENDA NÛÇEYAN – Raportorê Tirkiyeyê yê AP'ê Nacho Sanchez Amor ê biryara kongreya PKK'ê nirxand wiha got: "Divê ev firsend neyê hebakirin. Di vê qonaxê de divê parlamentoyê jî tevlî pêvajoyê bikin."
Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' bi raya giştî re parve kir, pêvajoyeke nû destpê kir. Piştî bangê PKK'ê di 1'ê Adarê de agirbest îlan kir, di 9’ê Gulanê de ragihand ku kongreya xwe kom kirine û di 12’ê Gulanê de encamnameya kongreyê parv kir.
Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê (PE) Nacho Sánchez Amor ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku biryar fersendeke dîrokî ye û destnîşan kir ku divê Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) li gorî Yekîtiya Ewropayê ji nû ve bê sererastkirin.
Amor da zanîn ku pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê û pîvanên demokratîk ên Tirkiyeyê ji nêz ve bi tiştên li dora PKK'ê diqewimin û derfetên çareseriya pirsgirêka Kurd ve girêdayî ne û destnîşan kir ku di pêvajoya endamtiyê de krîterên mecbûrî yên têkildarî demokrasiyê hene, rewşa heyî ya Tirkiyeyê nahêle têkiliyeke bi vî rengî were mayîndekirin. Amor destnîşan kir ku li gel endamtiyê, xeteke din jî berjewendiyên hevpar in û hevparî bêhtir bi siyasetê ve girêdayî ye û wiha got: "Şert û mercên ji nû ve destpêkirina pêvajoya endametiyê nîne. Di heman demê de em bi zelalî dibêjin ku divê em têkiliya xwe ya bi Tirkiyeyê re bidomin. Ji ber ku Tirkiye cîran û hevparek gelekî girîng e."
PÊVAJOYA 'ENDAMTIYA YEKITIYA EWROPAYÊ'
Amor bal kişand ser rola Tirkiyeyê ya ewlekariyê û wiha got: 'Lê belê ev yek bi vî rengî ji aliyê medya alîgirê Tirkiyeyê ve bi vî rengî pêşkêşî raya giştî nayê kirin. Nivîs û nivîsên ku vê ramanê diparêzin her tim tên weşandin. Dibêjin, 'hêza me ya leşkerî deriyên endamtiya Yekitiya Ewropayê vedike', lê ev nabe. Ji ber ku endamtiya YE'yê bi demokrasiyê re têkildar e. Bi gotineke din, endamtî ne li ser balafirên bê mirov e. Bi salan e em vê dubare dikin. Mînak, Montenegro ji alî jeopolîtîk ve welatekî pir girîng nîne; berevajî welatekî biçûk e û ne aktorekî mezin ê jeopolîtîk e. Lê belê Montenegro wê demeke dirêj beriya Tirkiyeyê bibe endamê Yekitiya Ewropayê. Ji ber ku endamtî ne bi hêza leşkerî yan jî jeopolîtîk re têkildar e. Di polîtîkaya derve de hevalbendiya Tirkiyeyê ya bi Ewropayê re di asta ji sedî 5'an de ye. Ev ji aliyê dîrokî ve asta herî nizm e. Ji bo ku em xîtabî vê bikin ev e.”
'PIRSGIRÊK NE TENÊ HEBÛNA TMK'Ê YE'
Amor Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) rexne kir û wiha got: “Ez bi taybetî îşaret bi dozgerê Stenbolê dikim ku di asta bilind a siyasî de tevlî her dozê dibe. Ji ber ku di dadgeriyê de mîna milê dirêj ê desthilatdariya siyasî ye, dozgerê Stenbolê her tim di van dozan de cih digire. Qanûna têkoşîna li dijî terorê mijareke cidî ye û ev qanûn ne tenê li dijî terorîstan, di heman demê de li dijî şaredar, xwendekar, aktîvîst, rojnamevan, parêzer û doktoran tê bikaranîn."
'BIRYARA PKK'Ê MIZGÎNIYEKE MEZIN E'
Amor da zanîn ku TMK astengiya herî mezin e ku Tirkiyeyê weke demokrasiyeke rasteqîn dibîne û got, "Lê belê bêçekbûyîna PKK'ê mizgîniyeke mezin e. Di vê çarçoveyê de em banga Abdullah Ocalan girîng dibînin. Ez biryara PKK'ê û Tevgera Kurd a ji bo şopandina Ocalan weke rêberê xwe yê dîrokî tiştek girîng e. Ev biryar li welat hêviyeke nû ava dike û divê ev derfet neyê xerckirin. Ev pencereyeke nû ya azadiyê û şansekî dîrokî yê nû ye. Ev jî sedemek din e ku êdî pêwîstî bi qanûna têkoşîna li dijî terorê nîne."
'DIVÊ EM PARLEMENTOYÊ TEVLÎ PÊVAJOYÊ BIKIN'
Amor diyar kir ku divê Tirkiye pirsgirêka Kurd di çarçoveya qanûnan de çareser bike, destnîşan kir ku divê di vê merheleyê de Parlemento jî tevlî pêvajoyê bibe û wiha got: “Divê em parlamentoyê tevlî vê pêvajoyê bikin. DEM Partî di vê mijarê de karekî gelekî baş dike. Di warê mûxatabiya bi Ocalan re gelekî baş disekinin. Di heman demê de hema bêje bi hemû partiyên siyasî yên li welêt re axivîn. Her kes dizane ku ew lîstikvanekî sereke ne.”
'EM AMADE NE TEVLÎ BIBIN'
Der barê tevlîbûna YE li pêvajoyê de Amor ev nirxandin kir: "Weke Yekîtiya Ewropa em amade ne tevlî bibin. Eger alîkarî ji me were xwestin û bawer bikin ku kêrhatî ye, em ê gelekî kêfxweş bibin. Lê belê, bêyî vexwendin an jî nîqaşa bi rayedarên têkildar re, ne guncaw e ku mirov xwe bavêje vê mijarê. Em ê ji vexwendinê gelekî kêfxweş bibin, lê ev meseleya navxweyî ya Tirkiyeyê ye. Yekane welatê ku dikare aktorên din tevlî pêvajoyê bike, Tirkiye ye."