AMED - Fatma Ablay a TJA’yî ji bo meşa ku dê bi dirûşma “Jin ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk dimeşin” bê lidarxistin got: “Em bang li hemû jinan dikin ku bibin pêşengên civaka demokratîk û aştiyê.”
Tevgera Jinên Azad (TJA) dê di 31’ê Gulanê de li Amedê bi dirûşma “Jin ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk dimeşin” meşeke mezin li dar bixin. Meş, dê ji Parka Jiyanê ya Şemse Allak a li navçeya Bajarê Nû dest pê bike û heta Qada Şêx Seîd bidome. Meş dê saet di 16.00’ê de dest pê bike û ji Kurdistan û Tirkiyeyê gelek jin tev li bibin.
AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK
Fatma Ablay a TJA’yî diyar kir ku wan di konferans û civînan de biryara mezinkirina têkoşînê dane. Fatma Ablay, gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Heta jin azad nebe civak azad nabe” bi bîr xist û got: “Yek ji biryarên konferansa me jî meşên xurt bûn. Her wiha ji bo avakirina civaka demokrat3ık jî plansaziyek derketibû holê. Meşa me jî di çarçoveya vê plansaziyê de ye.”
Fatma Ablay, destnîşan kir ku şer û pevçûn herî zêde bandorê li jinan dikin û got: “Di meşê de em ê gotina jinan a di çareseriya pirsgirêka Kurd de jî bi dengekî bilind biqîrin. Her wiha em ê daxwaza vegera li Peymana Stenbolê û destkeftiyên jinan bikin. Ji bo parastina rûmeta mirovan û azadiya gelan jî em ê biqîrin. Em ê ji bo gavên dê bo civaka demokratîk bên avêtin jî dengê xwe bilind bikin.”
BANGA JI BO HEMÛ JINAN
Fatma Ablay, axaftina xw wiha qedand: “Tenê bi civaka demokratîk dikare pêşî li qetilkirina jinan, polîtîkayên şerê taybet, tiryak û fihûşê were girtin. Em bang li hemû jinan dikiğn ku di 31’ê Gulanê de tev li meşê bibin. Ji bo çareseriya pirsgirêka zimanê Kurdî, mafên destûra bingehîn, çareseriya pirsgirêka jinê em ê li Amedê bin. Em bang li hemû jinan dikin ku bên Amedê û tev li meşa me bibin. Em bang li jinan dikni ku bên vê derê û bibin pêşengên civaka demokratîk û aştiyê.”