AGIRÎ – Ahmet Oral ê ku piştî 30 salan girtî ma serbest hat berdan diyar kir ku divê pêvajo bi lez bibe û dewlet li hemberî provokasyonên gengaz bikeve nava tevgerê.
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' nîqaşên li ser çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd dewam dikin. Ahmet Oral ê ku 30 salên jiyana xwe di girtîgehê de derbas kir, diyar kir ku pêwîst e dewlet jî li hemberî vê bangê gavan bavêje. Oral îşaret bi geşedanên herêmî kir û wiha got: “Ev pêvajoya ku hatiye destpêkirin pir erênî ye. Ji bo bigihêje armanca xwe pêwîstî bi hinek demê heye û bixebite.”
DAXWAZÊN GEL
Oral da zanîn ku ji nû ve rêxistinbûyîneke li gorî ruhê pêvajoya nû pêwîst e û wiha axivî: "Di vê pêvajoyê de berpirsyariya herî girîng dikeve ser milê kesên pêşengiyê ji vê pêvajoyê re dikin. Barê wan girantir e. Ji ber ku yên pêşengî dikin ew in. Ev pêvajo destpêka stratejiyeke nû ye. Xebat û têkoşîna ku heta niha hatî kirin zelal bû. Bi pêvajoya nû re hin guhertin pêk tên. Pêwîste kadro û rêxistinbûyînên nû yên bi perspektîfa tevgera Kurd bersivê bidin vê pêvajoya nû ava bikin."
Oral anî ziman ku divê pêngavên ber bi demokratîkbûnê ve bi awayekî rast û baş ji raya giştî re bên ragihandin û pêwîst e gel jî bi berpirsyarî rabe. Oral destnîşan kir ku divê gel têkoşîn û rêxistinbûna xwe mezin bike û wiha got: "Divê gel daxwazên xwe bi xurtî nîşan bidin. Rêberê Gelê Kurd bi şîara, 'Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin' dest bi têkoşînê kir. Ev têkoşîn her tim di destê ciwanan de bû. Ciwanî ne tenê bi temen, di heman demê de ji hêla ruhekî dînamîk û zîhniyeteke nûxwaz ve jî tê destnîşankirin. Jin di nava komên herî girîng de ne ku wê pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin. Ji ber ku lingekî vê têkoşînê welat e û lingê din jî azadiya jinê ye. Jin wê bi pêşengiya wê di vê pêvajoyê de cih bigirin. Ez bawerim hemû beşên civakî wê berpirsyariya pêwîst hilgirin ser milê xwe û vê pêvajoyê bi pêş ve bibin.”
‘DIVÊ BI LEZ GAV BÊN AVÊTIN’
Oral da zanîn ku PKK’ê berpirsyariyên xwe bicih aniye û wiha axivî: "Ji ber ku gava herî mezin a divê were avêtin, danîna çekan e û PKK'ê biryara çekdanînê daye. Ev yek nîşan dide ku di vê pêvajoyê de çiqasî ji dil in. Lê belê ev pêvajo di çapemeniya Tirk de gelekî şaş tê nîqaşkirin. Hem xwe di pozîsyona dewletê hem jî ya PKK'ê de bi cih dikin û biryaran didin. Ev helwest gelekî şaş e. Pêvajo pêvajoyeke gelekî hesas e. Pêwîst e dewlet di zûtirîn demê de gavên pêwîst bavêje. Ji ber ku yên ku dixwazin ev pêvajo bi ser bikeve jî dê yên ku naxwazin hebin. Pêvajo ji provokasyonê re vekirî ye. Her ku pêvajo bi demê re dirêj bibe wê rê li ber provokasyonan veke. Ji ber vê yekê divê bi lez pêş bikeve. Pêwîste her du alî jî bi lez û bez gavan biavêjin."
AHMET ORAL KÎ YE?
Ahmet Oral ê di Adara 1993'an de li navçeya Bazîdê ya Agiriyê hat girtin û piştî hat binçavkirin ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ve bi îdîaya "xerakirina yekîtî û yekparebûna dewletê" cezayê muebbetê lê hat birîn. Oral piştî hat girtin sewqî girtîgehên li Nevşehîr, Erzirom, Mûş, Trabzon û dawiyê jî Tekirdagê hat kirin. Wekî gelek kesên din Oral jî 30 salan di girtîgehê de ma û di 5’ê Adara 2023’an de ji Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Tekirdagê hat berdan.
MA / Omer Akin