ENQERE - Komeleyên Elewiyan diyar kirin ku ew piştgiriyê didin pêvajoya ji hêla Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û gotin heke teklîf ji wan re were kirin ew amade ne berpirsyartiyê li xwe bigirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û PKK’ê jî piştî bangê 12’emîn Kongreya xwe li dar xist û ragihand ku xebatên xwe bi dawî kiriye. Rêxistinên civaka sivîl ên li Tirkiye û Kurdistanê jî dibêjin ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê îktîda rû dewlet gavan biavêjin.
Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD) û Federasyona Elewî Bektaşî (ABF) jî piştgirî dan pêvajoyê.
‘BANGÊ DI NAVA CIVAKÊ DE CIHÊ XWE DÎT’
Hevserokê Şaxa DAD’ê ya Enqereyê Mûstafa Karabudak diyar kir ku banga Abdullah Ocalan di nava civakê de cihê xwe dîtiye û got: “Aştî ne tenê pirsgirêka Kurdan, pirsgirêka hemû hêmayên esil ên vê xakê ne. Herî zêde jî Elewî daxwaza aştiyê dikin. Lê hêj amade nînin. Divê sazî û rûspiyên Elewiyan bên gel hev û zelal bikin ka di ku dera vê pêvajoyê de cih digirin. Aştî, dê ji hêla madî û manewî, siyasî û civakî ve rehetiyekê bi xwe re bîne. Divê li Meclisê komîsyonek were avakirin û hejmara endamên hemû partiyan wekhî hev be. Divê bi Kurdan, Elewiyan, jinan, LGBT+’yan û yên din re hevdîtin bên kirin. Îktîdar, kesên wekî wan nafikirin weke dijmin dibîne. Divê daxwaz bi destûreke bingehîn bên misogerkirin. Ji ber ku gotin difire, nivîs dimîne. Tenê bi gotina ‘em ê bikin’ nabe.”
DAXWAZÊN ELEWIYAN
Karabudak, daxwazên Elewiyan wiha rêz kir: “Tecrîd, li dijî mirovahiyê ye û divê rabe. Divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan. Divê rewşa girtiyên siyasî were nîqaşkirin, pêvajo bê lezandin û KHK’î li karên xwe vegerin. Mirov ji ber ecibandinekê tên cezakirin, bi şahidên veşarî sûc tên afirandin. Lewma divê hiqûqa objektîf bikeve meriyetê û dewlet jidil be. Elewî dixwazin statuyeke qanûnî ya Cemxaneyan hebin, pirsgirêka nasname û baweriyê ya Elewiyan bê çareserkirin, dersên mecbûrî yên olê bênr akirin, êrişên di bin navê HES û lêgerînên madenan li herêmên weke Dêrsim, Semsûr, Meletî û hwd. ku Elewî weke herêma ‘Rêya Heq’ pênase dikin bên sekinandin. Divê dewlet, maseya Elewiyan a girêdayî Wezareta Çandê ku Elewiyan asîmîle dike rake. Elewî, hêmayên eslî yên vê xakê ne û divê polîtîkaya ‘afirandina Elewiyên maqûl’ bi dawî bibe. Bila aştî were da ku gelên vê xakê bêhnekê bistînin.”
‘FIKRÊN GELAN GIRÎNG IN’
Sekreterê Giştî yê ABF’ê Ozgur Kaplan jî destnîşan kir ku êdî siyaseta înkarkarina nasnameya Kurd nameşe û got: “Dibe ku dewletê di polîtîkaya xwe ya Rojhilata Navîn de gavek avêtibe lê belê tişta me eleqedar dike, fikra gelê me yê li kolan, gund, febrîqeyan e. Elewî naxwazin tenê ew, dixwazin her kesê li welat keyfxweş be. Bila her kes bi nasnameya xwe bijî û tê de cih bigire. Em Elewî naxwazin li cihekî Kurd, Ermen û Suryan xwe lê baş hîs nakin, bijîn.”
‘DIVÊ RÊYA AŞTIYÊ LI HER DERÊ RE DERBAS BIBE’
Kaplan, anî ziman ku biryara PKK’ê ya bidawîkirina çekan ji bo Tirkiyeyê dîrokî ye û got: “Ji nijadperestan heta sosyalîstan ev biryar her kesî eleqedar dike. Em Elewî beşdarî civînên bi pêşengtiya DEM Partiyê bûn û me fikrên xwe parve kirin. Elewîtî, ne tenê azadiya baweriyê, her wiha jiyaneke kolektîf diparêze. Em dixwazin ku 72 milet bi hev re û birêzdarî bijîn. Divê rêya aştiyê ji Amedê, ji Haci Bektaşê derbas bibe. Heke ji Haci Bektaşê derbas bibe dê her kes piştgiriyê bide û dê xwedî encameke watedar be.”
‘EM Ê BEPIRSYARTIYÊ LI XWE BIGIRIN’
Kaplan, fikarên xwe yên têkildarî pêvajoyê wiha vegot: “Nêzikatiyên înkar û îmhayê yên şirîkên îktîdarê, bi taybet jî derdorên nîjadperest û şerîatperest li dijî Elewiyan hene. Gotinên Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş ên li Şirnexê ku der heqê Idrîs-î Bitlisî û Şah Îsmaîl de, gotinên nefretê ne. Tevî vê zîhniyetê jî divê em pêvajoyê birêxistin bikin. Divê Elewî, Kurd û nasnameyên din jî di komîsyonê de bên temsîlkirin. Divê ne kesên bi eslê xwe Elewî, divê kesên bi aşkerayî nûnertiya nasnameya Elewiyan dikin li wir bin. Heke teklîfeke şefaf were em ê berpirsyartiyê li xwe bigirin. Aştî dê bi xwe re hêviyeke nû ava bike. Divê dev ji gotinên yekperest berdin.”
MA / Omer Gungor