AMED - Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd li ser zoomê tev li Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bû. Evîn Siwêd diyar kir ku ew peyamên Abdullah Ocalan esas digirin û got: “Divê jin pêşengtiya projeya aştî û civaka demokratîk bikin.”
Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û bi dirûşma “Jin siyaseta demokratîk dimeşînin, civaka demokratîk ava dikin” li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê ya Bajarê Nû ya Amedê tê lidarxistin, didome. Konferans, bi rûniştina bi navê “Di siyasetê de jin: Ezmûnên hevpar ji çar aliyan û Ewropayê” berdewam kir. Moderatoriya rûniştinê Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Salan kir.
‘DIVÊ NIFŞÊN NÛ BI XWE BAWER BIN’
Di rûniştinê de ji ewil siyasetmedara Kurd Leyla Zana axivî. Leyla Zana, qala pêvajoya hilbijartina xwe ya parlamentoyê û berxwedana zindanan a di sala 1980’yan de kir. Leyla Zana, diyar kir ku ji wê rojê ve di nêzîkatiya pergalê de guhertinek nîne û wiha got: “Me wê rojê jî xwişk û biratî dixwest em û îro jî dixwazin. Zindan be jî, parlamento be jî kolan be jî ji bona me her tim qada têkoşînê ne. Divê nifşê nû ji xwe bawer bin. Em li ser dozeke heq in. Neheqî li me hatiye kirin. Yên hatine tunekirin em bûn. Hem di warê jinan de hem di warê qewim de em xwedî li xwe derketin.”
‘YEKITÎ GIRÎNG E’
Piştre jî siyasetmedar Semîra Goran a ji Başûr tev li konferansê bûyî axivî. Semîra Goran destnîşan kir ku çareseriyeke aştiyane û demokrasî ji berê pir girîngtir e û got: “Aramî bi hev re jiyan di dewletê de misoger be ev pêngaveke erênî ye ji bo pêşeroja gelê Kurdistanê. Wekhevî û jiyaneke hevbeş deriyekî girîng e ji bo pêşerojeke biedalet ji bo gelê Kurdistan û pêkhateyên di nava wan de dijîn. Yekitî mijareke girîng e. Serkeftinê ji konferansê re dixwazim û hêvî dikim ku encamên wê ji bo pêşerojeke aram bibin wesîle.”
Parlamentera Iraqê Kurda Emer jî diyar kir ku guhertineke pir mezin li Rojhilata Navîn heye û ev tişt anî ziman: “Hêvî dikim ku Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bigihin mafên xwe. Em hêvî dikin ku meseleya çareseriyê Kurd li Tirkiyeyê bi ser bikeve.” Kurda Emer pişt re qala pêvajoya xebatên xwe yên siyasî kir û xebatên ku li ser jinan li parlamentoyê de meşandine kir.
‘KONFERANS JI BI BIDESTXISTINA MAFÊN JINAN GIRÎNG E’
Siyasetmedar Kurdistan Pirdawid jî konferans pîroz kir û diyar kir ku ji bo bidestxistina mafên jinan konferans girîng e. Kurdistan Pirdawid anî ziman ku ji bo komkirina hêzên jinan û parastina mafên xwe dê zêdetir bixebitin û qala xebatên xwe kir. Kurdistan Pirdawid, qala pirsgirêkên jinan ên li Başûr û Iraqê jî kir. Kurdistan Pirdawid bi lêv kir ku rola jinan niha zêdetir bûye û ji deh saliya xwe heta niha di nava xebatan de ye. Kurdistan Pirdawid wiha berdewam kir: “Rêya Kurdiyatiyê li her çar aliyê Kurdistanê heye. Divê em weke jin bi taybetî vê xebatê bimeşînin û hevdû bigirin. Hêvî dikim ku partiyên siyasî zêdetir piştgiriya hevdû bigirin. Em jî Başûr piştgiriya we dikin.”
‘DIVÊ JIN PÊŞENGTIYA AVAKIRINA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK BIKIN’
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd ji bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê bi rêya onlinê tev li konferansê bû. Evîn Swêd qala xebatên jinan ên li Rojava kir û got: “Jin civakeke demokratîk ava dike. Azadiya civakê ji azadiya jinê dest pê dike. Loma em vê valahiyê digerin. Em îro di nava pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Em ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destkeftiyan berfirehtir bikin. Hevpeymaneke civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate diyarkirin û hemû pêkhateyan diparêze. Em li ser lidarxistina hevpeymaniya jinan dixebitin. Li Sûriyeyê zehmetî zêdetir dibin. Em jinên Sûriyeyê bi hemû îradeya xwe em ê destkeftiyên xwe yên jinan biparêzin. Wekî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em banga birêz Abdullah Ocalan esas digirin. Ev ji bo hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareserî ye. Divê jin pêşengtiya projeya avakirina civaka aştî û demokratîk bikin. Em piştgiriya xwe ji we re radigihînin û serkeftinê ji we re dixwazin. Jin jiyan azadî.”
Rûniştina ewil bi pirs û bersivan bi dawî bû.