STENBOL – Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn 10’emîn Paketa pêşkeşî Meclisê hatiye kirin nirxand û got: “Tu aliyekê vê pêşnûmeyê ya ku ji bo çareseriyê hêviyê bide tune ye. Divê di înfazê de wekhevî hebe û TMK were rakirin.”
AKP'ê di 29'ê Gulanê de pêşnûmeqanûna bi navê 'Qanûna Înfaza Ceza û Tedbîrên Ewlekariyê û Guhertinên di Hin Qanûnan de' pêşkêşî Meclisê kir. Di pêşnûmayê de ku weke 10'emîn Pakêta Darazê jî tê zanîn, ji gelek derdoran pakêt rexne kirin. Di pakêtê de cih negirtina rêziknameyên têkildarî înfazên serdema COVÎD-19'an de bi taybetî bû sedema bertekan.
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ku pakêta nû ya dadgeriyê nirxand û wiha got: " Tu aliyekê vê pêşnûmeyê ya ku ji bo çareseriyê hêviyê bide tune ye.”Eren Keskîn işaret bi peymanên ku Tirkiye aliyekî wan e kir û wiha got: "Tirkiyeyê ev peymanên li ser destûra bingehîn a xwe qebûl kir. Azadiya xweîfadekirinê û rêxistinbûyînê û mafên şexsî tên ewlekirin. Lê belê Tirkiye ji ber ku ne dewleta hiqûqê ye van peymanan binpê dike. Li gorî îmzeya xwe tevnagere. Biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bi cih nayne. Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi cih nîne."
MIJARA NEWEKHEVIYÊ
Eren Keskîn diyar kir ku têkildarî pêvajoya ku didome têkildarî pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê de hin bendewarî ji civakê hene û bi bîr xist ku hînê li girtîgehan hezar û 412 girtiyên nexweş hene û wiha axivî: "230 girtî di rewşeke welê de ne ku nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin. Ji ber vê yekê li bendê bû ku derbarê serbestberdana girtiyên nexweş de sererastkirinek bê kirin. Her wiha guhertina Qanûna Înfazê ya Ceza dihat pêşbînîkirin. Bendewariyên di demeke kurt de ev in. Me her tim anî ziman ku sîstema ceza ya Tirkiyeyê gelekî cotstandartî û cihêkar e. Mînak, eger we sûcekî mîna dizî yan jî sextekariyê kiribin, hûn ê nîvê cezayê xwe bidin û ji girtîgehê derkevin. Lê eger hûn ji ber nasnameya xwe ya siyasî di girtîgehê de bin, hûn ji çaran sê ceza digirin. Di darizandinê de newekheviyeke mezin heye. Divê ev mijar bên destgirtin."
GIRTIYÊN NEXWEŞ Û ZEXTÊN LI GIRTÎGEHAN
Eren Keskîn diyar kir ku pakêta dadgeriyê ya nû bendewariyan nayne cih û wiha got: “Ji ber ku li aliyekî qala pêvajoyekê tê kirin, aliyek çekan datîne û li bendê ne bi hinek gavavêtinan bersiv bidin pêngavê. Lê belê derketina pêşnûme qanûneke bi vî rengî surprîz bû. Girtiyên nexweş di nava bendewariyan de bûn. Ji ber ku nexweş in û dixwazin derkevin derve. Pakêt van hewcedariyan pêk nayne. Niha jî bi rapora Saziya Tipa Edlî re tê xwestin ku belge bikin bê ka girtiyekî nexweş dikare di girtîgehê de bimîne yan na. Ev rapor di vê pêşnûmeya nû de qanûnî tê kirin. Lê belê Saziya Tipa Edlî saziyeke fermî ya pisporan e. Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hene. Hem di rewşên îşkenceyê de hem jî di belgekirina rewşa girtiyên nexweş de bal tê kişandin ser girîngiya raporên serbixwe yên tibî. Li gorî me divê nexweşxane, saziyên tibî û saziyên mîna Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) jî weke delîl bên qebûlkirin. Ji bo girtiyên nexweş pêwîstî bi rêziknameya hiqûqî nîne. Eger zexta siyasî ya li ser Saziya Tipa Edlî bê rakirin û li gorî exlaqa tibî biryaran bide, wê gelek nexweşên girtî ji niha ve ji girtîgehê derkevin."
HELWESTEKE CIHÊKAR
Eren Keskîn diyar kir ku di raporên Desteyên Rêveberî û Çavdêriyê de tê gotin ku tehliyekirin 'tehdîda civakî' ye jî li pêşiya valakirinan dibe asteng Û ev rewş wek ‘hiqûqa dijminane’ pênase kir û wiha got: “Di pêşnûme qanûnê de ev helwest tê parastin. Her wiha, ewên ku cezayên muebbetê yên giran digrin, dê sûdê ji van guherînan negirin. Ev jî li dijî rêgeza wekheviyê ya di destûra bingheîn de ye. Hûn ji ber çi tên darizandin, cezayê ku hûn distînin bila bigirin, eger nexweş bin, cihêkarî çênabe. Ev yek di pêşniyarê de jî nêzîkatiyeke gelekî cihêkar e."
WEKHEVÎ DIVÊ
Keskîn axaftina xwe bi van gotinan temam kir: “Ev qanûn di mijara çareseriyê de ti aliyê wê nîne ku hêviya aştiyê mezin bike. Ya ku divê pêk were, pêkanîna wekheviyê ya li îdamê, rakirina Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê, rakirina astengiyên li pêşiya azadiya îfade û rêxistinbûyînê, rakirina prosedurên dadgeriyê yên taybet û rakirina dadgehên xwedî destûra taybet e. Ev daxwazên me yên asayî ne. Lê belê em dizanin ku ev guhertin wê bi carekê re neqewime. Lê belê, qet nebe, em li bendê bûn ku guhertineke ku hêvîya rê li ber van guhertinan veke. Rewşeke bi vî rengî rû neda."
MA / Omer Îbrahîmoglu