*Li Ewropayê, rêxistinên hiqûqî yên ku ELDH jî di nav de ye xwe amade dikin ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku heta meha Îlonê der barê 'mafê hêviyê' de dane Tirkiyeyê, agahdar bikin. Parêzer Rengîn Ergul diyar kir ku pêwîst e Tirkiye ji bo mafê hêviyê gavên pêwîst bavêje.
* Pervîn Kaçan a ku şansê xwe yê azadiya aborî ji ber zewacê winda kir û piştî hevberdanê û çend hewldanan azadiya aboriya xwe bi dest xist, şîreta xeyalan bikin, destpê bikin û dê xweza alîkariyê bide we kir.
* Bi germbûna hewayê re li Çiyayê Gilîdaxê jiyan ji nû ve zindî bû. Li başûrê Çiyayê Gilîdaxê dîmenên legleg, li aliyê bakur zeviyên xecxecokê mirov matmayî û heyran dihêle.
* Alîkara Hevseroka ESP'ê Sezîn Ûçar diyar kir ku eger pêvajoyeke aştiyê ya adîl, demokratîk û bi rûmet destpê bike, divê dewlet jî hesabê sûcên kiriye bide û got, "Divê daxwazên Kurdan bi têkoşînên civakî werin zêdekirin."
* Xebatên madenê yên endamê AKP'ê Îsmet Olmez ên li gundên girêdayî navçeya Pîran gel bê nefes hişt. Welatiyan diyar kirin ku ji bo rawestandina xebatên madenê li benda piştevaniyê ne.
* Ezmûnên LGS û YKS'ê nêz dibin, serokê Şaxa OVDER'ê ya Eskîşehîrê Faîk Alkan pergala ezmûnan rexne kir û diyar kir ku gelek ciwan li vî welatî pêşeroja xwe nabînin û çûyîna derveyî welat xeyal dikin.
*Endama Piştgiriya Mor Zeynep Eda Berfîn Tozlu diyar kir ku ew ê li dijî polîtîkayên hikûmetê li malê hiştinê têkoşînê bidomînin û got, "Li pêşiya me planek heye ku em ê di tevahiya havînê de bi jinan re li hev bicivin û têkoşînê nîqaş bikin."
* Derket holê ku mamosteyê matematîkê Suleyman Peşît yê li Dibistana Navîn a Îmam Hatîp a Şirnexê destdirêjî li sê keçan kiriye. Li gel ku 3 meh di ser lêpirsîna derbarê Peşît de ku ji peywirê hatibû dûrxistin derbas bû jî hê jî îdîaname nehatiye amadekirin.
* Xwişka Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê ya Amedê Hafiz Akdemîr Fahriye Bûlût diyar kir ku ew dixwaze failên birayê wê bên aşkerakirin.
* DEM Partî wê bi partiyên li meclisê tên temsîlkirin re, ku AKP û MHP jî di nav de ne, cejna Cejna Qûrbanê pîroz bike. (09:25-14:25)
* Li Rêxistina Bajêr a Wanê ya DEM Partiyê wê bernameya pîrozbahiya cejnê lidar bixe. ( 10:00 - 17:00 )
* Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrg wê 178'emîn çalakiya 'Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin' li Kolana Hunerê ya Geverê pêk bînin. (12:00)
* Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re dê li Kolana Sakarya ya Enqereyê daxuyaniyê bide. (13:30)