Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan: Bila MESEM bên girtin

ÎZMÎR - Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmar 1 a Îzmîrê Hamdî Çalik, bal kişand li ser zarokên ku di MESEM’ê de tene xebitandin û diyar kir ku keda zarokan tê xwarin û bila navendên van deran bêgirtin.  

Rêxistina Xebatê ya Nevneteweyî (ILO) di sala 2002’yan de ji bo balê bikişîne ser xebitandina zarokan, 12’ê Hezîranê weke “Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan" ragihand. Li gorî lêkolînan, li seranserî cîhanê di sala 2020’an de hejmara zarokên tên xebitandin gihîştiye 160 mîlyonî. Li Tirkiyeyê hejmara zarokan ji sedî 25’ê nifûsê ye û li dijî xebitandina zarokan tu baldariyek nîne. 
 
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), di 2004’an de hejmara zarokên xebatkar gihîşt 869 hezaran. Ev hejmar di 2021’ê de weke 530 hezar, di 2022’yê de 619 hezar û di sala 2023’yê de jî weke 853 hezar hatiye tomarkirin. Li gorî rapora meha Sibatê ya Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), di salên 2013-2024’an de herî kêm 742 zarok di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2024’an de 71 zarokên xebatkar jiyana xwe ji dest dane. 
 
‘LI MESEM’Ê CÎNAYETA ZAROKAN’
 
Cihê herî xeter li ser dahatû û jiyana zarokan yek jê Navendên Perwerdeya Pîşeyî (MESEM) ne ku di 2016’an de hatine vekirin. Ji ber negirtina tevdîran û mercên xirab ên xebatê, li MESEM’ê di sala 2023’an de herî kêm 53, di sala 2024’an de herî kêm 71 zarok bûne qurbaniyên cînayetên kar.
 
 
Serokê Şaxa Hejmar 1 a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Îzmîrê Hamdî Çalik têkildarî xebitandina zarokan a li MESEM’ê axivî. 
 
‘KEDA ERZAN’
 
Çalik, diyar kir ku xebitandina zarokan hem li Tirkiyeyê hem jî di qaa navneteweyî de qedexe ye û Wezareta Perwerdehiyê ji şirîkê sûcê MESEM’ê ye. Çalik, diyar kir ku MESEM êdî ne şêwaza perwerde û fêrkirinê ye û got: "Zarokan weke keda erzan dibînin. Malbat jî ber ber şertên xirab ên aboriyê zarokên xwe radestî vê keda erzan dikin. Transfera pere heye. Dema kesên sermayedar di MESEM’ê de li gorî hejmarekê diyar kursiyer peyda bikin, dewlet teşwîqê dide wan. Hinek şîrketên biçûk, ji bo pere ji dewletê wergirin bi hewayeke sixte MESEM damezirandin û ji wezaretê re radigihandin pereyê teşwîqê wergirtin. Ji ber vê yekê, li ser xebata zarokan ji budçeya cemawerî sermaye tê tranferkirin.”
 
‘BILA MESEM BÊN GIRTIN’
 
Çalik, daxuyand ku her roj serlêdanên ji bo MESEM’ê zêde dibin û wiha axivî: “Em dibîhîzin ku li hinek deveran bereqe têne çêkirin û polên MESEM’ê tên avakirin. Ji bo çi ewqas serlêdan hene? Ji pola xwendekarên pola 11’emîn û yên pola 12’emîn, ji sê parên kêmtirîn mûçeyê parek tê dayin. Xizanî ewqas zêde bûye ku malbat ji neçarî êdî zarokên xwe dişînin nava karên bi xeter. Xelk bêçare hatiye hiştin. Ji temenê biçûk dest pê dikin, bi hinceta ‘Em perwerdehiya pîşeyî didin’, ‘Em zarokan perwerde dikin’ der dikevin holê. Lê ev wiha nabe. Ger ev pêvajoya perwerdehiyê be, divê ev perwerde ji wijdana patronan re neyê hiştin. Ger perwerde be bila di bin çavdêriya wezaretê de be. Lê wiha nabe li cihê ku zarok bi însafa patronan dimînin jiyana xwe ji dest didin. Ji bo tevdîran li hemberî mirin û neheqiyan divê MESEM bêne girtin. Belê, perwerde dibe lê bi vê şêwazî nabe. Li van navendên ku zarok lê têne xebitandin ji ber nebûna tevdîran di salên dawîn de mirina zarokan zêde bûye.” 
 
‘ZAROK TÊN ÎSTÎSMARKIRIN’
 
Çalik, destnîşan kir ku encamên polîtîkaya zarokan a Tirkiyeyê ji bo zarokan encamên xirab bi xwe re tîne û axaftina xwe wiha qedand: "Ger birêvebirên dewletê girîngiyê bidin zarokan dê li gorî wê perwerdehiyê amade bikin. MESEM ne zanistî ye, saziyek e laşên zarokan bi keda erzan ve îstîsmar dike ye.Li hemberî vê, pêdivî bi mutabeqateke berfireh heye. Divê rewş ji malbatan re bê ravekirin. Hem bi hawayeke hiqûqî û hem jî bi fîilî divê em li hemberî vê yekê têbikoşin. Lewra MESEM di rastiyê de ne şêwazeke perwerdehiyê ye. Em hewl didin da ku zarok di rewş û cihên paqij, bi ruh û laşê azad ve perwerde bibe.”  
 
MA / Ûgûrcan Boztaş 
 

Sernavên din

13/06/2025
09:04 Trump: Heke bersiv were dayin em ê Îsraîlê biparêzin
09:04 Iraqê qada xwe ya hewayî ji hemû balafiran re girt
09:02 4 rojnameger hatin binçavkirin
09:01 ‘Li gorî nêrîna çep modela herî zêde hêviyê dide Rêveberiya Xweser e’
09:00 Welatiyên Enqereyê têkildarî pêvajoyê çi difikirin?
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:48 Kesên di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin
08:38 Ji DYA’yê daxuyaniya ewil: Di operasyonê de rola me tune ye
08:37 Netenyahu: Heta gef ji holê tê rakirin dê operasyon bidome
08:34 Li Îsraîlê rewşa awarte hate ragihandin
08:33 Îran: Îsraîlê ji bo xwe dawiyeke biêş amade kir
08:19 Îsraîlê êrişê Îranê kir: Serfermandarê Giştî Bakirî hate kuştin
12/06/2025
16:41 Li Xelfeliyê rojên pirtûkan dest pê kir
16:24 Ahmet Tekîn piştî 31 salan hate berdan
16:14 Li Qoserê trafo teqiya: 115 gund bê ceyran man
16:09 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 81 hezar û 686 TL ye
16:00 Navê Onder li Stenbolê li parkekê hate kirin
15:47 Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ya Amedê hat avakirin
15:31 ÎHD’a Colemêrgê banga berdana girtiyên nexweş kir
14:25 Ji bo endamê HPG’ê Kocaman şîn hate danîn
14:06 Ji HPG'ê daxuyaniyeke girîng: Artêşa Tirk bi hemû cureyên çekan êrişên xwe didomîne
13:56 Tora Navbeynkarên Jin a Akdenîzê bi DEM Partiyê re hevdîtin kir
13:47 ÎSÎG: Di 12 salan de herî kêm 770 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:38 Rojnameger Rahîme Karvar tehliye bû
13:25 Baroya Amedê: Hejmara zarokên karker ên qeydkirî derket nêzî milyonek û nîvê
12:08 Li Hindistanê balafira rêwiyan ket
12:02 Ferîdun Yazar li ser gora xwe hate bibîranîn
11:25 TAJÊ ji bo 19 jinên Êzidî ku hatibûn şewitandin name ji NY’ê re şand
10:37 DEM Partî: Peywira herî lezgîn avakirina komîsyonê ya li Meclisê ye
10:33 Fransa: Me di navbera Tirk û Kurdan de navbeynkarî kir
10:10 Polîsên Iraqê avahiya Şaredariya Gel a Girzerikê desteser kirin
10:01 Ûkrayna û Rûsyayê cenazeyên leşkeran pevguhertin
09:29 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir
09:03 Bavê Dîlan Abay a ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû: Ji bo aştiyê jidilbûn divê
09:02 Gel li dijî paketa darazê bi bertek e: Divê girtî bên berdan
09:01 Lousie Regan: Di rewşeke Ocalan di hefsê de zehmet e pêvajo pêş bikeve
09:01 Ji bo doza rojnameger Reyhan Hacioglu bangewazî
09:00 Xwezayeke bêhempa: Karer
09:00 Li gundan piştgiriya ‘bişert’ a bi pêvajoyê re
09:00 Jiyana girtiyê nexweş Îlyas Arat di talûkeyê de ye
09:00 Bavê Rozerîn a li Sûrê hatibû qetilkirin: Divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2025'AN
11/06/2025
16:47 Di balafira Pegasûs a ku diçû Amedê de nêzikatiya nijadperestî: Bi Tirkî biaxivin
16:34 DEM Partî amadekariya çûyîna Îmraliyê dike: Dibe ku partiyên cuda jî biçin hevdîtinê
15:21 Di lêgerîna petrolê ya li Gabarê de karkerek bi giranî birîndar bû
14:46 Rapora PRIO’yê hişyar dike: Şer giran dibin, dinya parçe dibe
14:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê bang kirin: Girtiyê nexweş tavilê berdin
14:25 Îsraîlê Filistîniyên li benda alîkariyê qetil kir
13:44 Li Şirnexê kesek li ser giliyê ‘tecawizî zarokan kiriye’ hate binçavkirin
13:05 ÎSÎG: Di Gulanê de herî kêm 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:28 DEM Partî bi rojeva 'pêvajoyê' civiya
12:17 Ji bo meşa li dijî tiryakê banga tevlibûnê: Em bi hev re biguherînin
12:08 Xizmê girtî: Ji bo aştiya civakî divê Lijneya Îdare û Çavdêriyê bê girtin
11:46 Li 3 şaredariyan hilbijartin hat kirin: GOP kete destê AKP’ê
11:32 Zeynel Kete: Sosyolojiya Elewiyan û modela ‘civaka demokratîk’ pir dişibin hev
10:52 Ji bo tehliyeya girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
10:46 Li Los Angelesê qedexeya derketina derve hate ragihandin
10:41 Li Kolombiyayê êrişên hemwext: 7 kes mirin, 50 kes birîndar bûn
10:30 Çiyayên Pasûrê bi rengên çîçekan xemilîn
10:25 Karkerên ku di bin tavê de 12 saetan dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin
10:02 Gundekî di bin dorpêça leşkerî de: Li Wergenimayê bêhn girtin jî qedexe ye
09:56 7'emîn Rojên Ma Musicê dest pê dikin
09:41 Yazmaci: Ji bo berdana girtiyên nexweş pêdivî bi qanûnê nîne
09:24 Bi Mîhrîcana Boreka Kurd ve banga xwedîlêderketina çandê
09:06 Serlêdanên ji bo 7’emîn Pêşbirka Nivîsandina Lîstikên Kurdî dest pê kirin
09:04 Xelkê Amedê: Ji bo pêvajo pêş bikeve divê Ocalan azad be
09:04 Li gundê Ewrekê bihara dereng: Bi xweşikiya xwe mirovan mest dike
09:01 Meclis li dijî talana li Şirnexê bêdeng e: Nahêle bê lêkolînkirin
09:00 Perîşan Ozlu ku di şer de 2 zarokên xwe winda kir: Em bi Ocalan re ne
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2025'AN
10/06/2025
16:45 AYM’ê ji bo desteserkirina nameyên girtiyan biryara binpêkirinê da
16:14 Di doza mirina bi guman a Elîf Kaymazê de kesek hate girtin
16:06 ÎHD'ê ji bo Hatîce Onaranê ji Parlamentoya Ewropayê re name şand
15:53 Qeyûmê Wanê 30 neguhêzbar da ber firotinê
15:47 Li Wanê di qezaya trafîkê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest da
15:08 Li Dêrsimê ji bo berdana girtiyên nexweş bang hate kirin
14:16 Ferdî Zeyrek hate definkirin
13:57 Li Kutahyayê bi pileya 4,5’ê erdhej çêbû
13:56 Dadgerek li Mêrdînê bi birîndarî hate dîtin
12:58 Kesên di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
12:57 Ji kesên di keştiya Madleenê de 4 jê hatin dersînorkirin
12:56 Îsraîlê êrişî Yemen û Lubnanê kir
12:29 Îran dê li dijî DYA’yê teklîfekê pêşkeş bike
11:35 Zarokê ku li Xarpêtê kete golê xeniqî
11:15 Tehliyeya Şahîn ê 30 sal in girtî ye hate astengkirin
11:03 Rewşa namzetê serokkomariyê yê Kolombiyayê Turbay giran e
10:52 Partiya BastA! ya Swîsreyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji wezîr Tunç re name şand
10:49 Li Kûlû û Cîhanbeyliyê berhemdariya dexl û dan ji sedî 80 kêm bû
10:27 Trump li dijî çalakvanan 2 hezar leşker erkdar kir
09:55 Şaredariya Mûşê ji bo jinan 3 projeyên nû pêş dixe
09:09 Îsraîl aktîvîstên di keştiya ‘Madleen’ê de dersînor dike
09:08 Welatiyên ji bo geştê çûn Zozanên Alandeştê: Bila qedexe bên rakirin
09:07 Xelkê Enqereyê: Ji bo aştiya civakî divê Meclis berpirsyartiyê li xwe bigire
09:06 ‘Fikrên Ocalan ji bo biryarên Kongreya NADA'yê bûn îlham’
09:04 ‘AKP polîtîkayên xwe yên malbatê li gorî pêdiviyên kapîtalîzmê amade dike’
09:02 Di şer de ji malbata xwe 4 kes winda kir: Tenê bi axaftinê aştî nabe
09:01 Lîsa Çalan: Di civakîkirina pêvajoyê de roleke mezin dikeve ser milê hunerê
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2025'AN
09/06/2025
16:39 Li Sêrtê kesek di êrişa çekdarî de hate kuştin
16:04 Li Xozatê li dijî madenan meş hat lidarxistin