NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarê rastgir Miguel Uribe Turbay ku ji bo hilbijartinên giştî yên 2026’an ên Kolombiyayê weke namzetê serokkomariyê derdiket pêş, rastî êrişa çekdarî hat. Hat zanîn ku rewşa Turbay giran e.
Senator Miguel Uribe Turbay ku yek ji namzetên serokkomariyê yê Partiya Navendî ya Demokratîk û siyasetmedarekê rastgir e, di 7’ê Hezîranê de li Taxa Modelia ya paytext Bogotayê bi welatiyan re hate gel hev. Dema Turbay ji bo gel diaxivî, rastî êrişa çekdarî hat. Di êrişê de 6 gule li Turbay ketin û partiyiyan ew rakirin klînîkeke taybet. Piştî êrişê, hikûmetê Plana Mudaxileya Lezgîn xistibû meriyetê.
Dr. Adolfo Linas Volpe ji çapemeniya herêmî re axivî û got ku xetereya li ser jiyana Turbay didome û rewşa wî “pir cidî ye.” Hevjîna Turbay, Maria Claudia Tarazona jî got: “Êdî pêdiviya me tenê bi mucîzeyan heye.”
Serdozgera Neteweyî ya Kolombiyayê Luz Adriana Camargo jî da zanîn ku wan lêpirsîneke berfireh dane destpêkirin û got: “Nêzî 180 mifetîşên dozger û yekîneyên îstîxbaratê vê bûyerê ji her alî ve lêkolîn dikin.”
Malbata Turbay jî bi sedema ku tevdîrên parastinê yên pêwîst negirtine, der heqê Yekîneya Parastina Netewî ya Kolombiyayê (UNP) serlêdana sûc kir.