ENQERE - Hevserokê Şaxa ÎHD'a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci diyar kir ku îktîdar tehliyekirina girtiyên nexweş weke amûrekî şantajê bi kar tîne û got: "Li Tirkiyeyê dewlet biryarê dide ka dê kî bijî kî bimire. Canê mirovan di destê dewletê de veguheriye amûra bazariyê."
Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a 28’ê Nîsanê, li girtîgehan 161 jê jin û hezar û 251 jê zilam bi giştî herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyan rewşa 335’an giran e, 230 jê nikarin bi tena serê xwe bijîn, 188 jê jî her tim divê di bin çavdêriyê de bin. Tevî bangên hiqûqnas û parastvanên mafên mirovan jî dewlet têkildarî rewşa girtiyên nexweş tu gavan naavêje.
Yek ji rojevên girîng ên pêvajoya heyî rewşa girtiyên nexweş e. Lê tevî vê jî di 10’emîn Paketa Darazê ku di 4’ê Hezîranê de hate qebûlkirin, tu daxwaz nehatin pêşwazîkirin. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci têkildarî rewşa girtiyên nexweş û paketê axivî.
10’EMÎN PAKETA DARAZÊ
Yazmaci, diyar kir ku 10’emîn Paketa Darazê hêviyên wan pêk ne aniye. Yazmaci, gotinên rayedarên dewletê ku dibêjin ji bo girtiyên nexweş dê di Cotmehê de sererastkirinekê bikin bi bîr xist û got: “Lê dema girtiyên nexweş ku li bendê bisekinin nîne. Divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan û tedawîkirin. Dibe ku dîsa soza xwe bicih neyînin. Lê em ê pir bixebitin û di Cotmehê de tevekan ji girtîgehê derxînin.”
DANE TENÊ QISMÊ XUYA DIKE YE
Yazmaci, got ku daneyên heyî tenê qismekê hatiye tespîtkirin e û ev tişt anî ziman: “Bi rastî jî reqemên ku rê li ber înfîalê vekin hene. Ev mirov ne reqem in. Dijîn û rastî mercên giran tên. Bi qasî me tespît kiriye hezar û 412 girtiyên nexweş hene, ji van 335 jê rewşa wan giran e, 230 jê nikarin bi tena serê xwe bijîn, 105 jê teqez pêdivî bi alîkariyê heye, 188 jê divê birêkûpêk sexbêra wan were kirin. Girtî, li girtîgehên bi ewlekariya bilind ku raya giştî jê re dibêje ‘tîpa bîrê’ tên ragirtin.”
ŞÊWEYEKÎ ÎŞKENCEYÊ YA BI ZANEBÛN
Yazmaci, destnîşan kir ku rewşa heyî veguheriye şêweyekî îşkenceya sîstematîk û got: “Ev yek nîşaneya têkçûneke mezin a exlaqî ye. Qelîteya exlaqê civakekê, li gorî parastina wê ya derdorên neparastî diyar dibe. Em bûn şahid ku kesên nexweş û herî zêde pêdiviya wan bi parastinê heye, bi awayekî sîstematîk tune dihesibînin û terkî mirinê hatin kirin. Tiştên tên jiyîn ji binpêkirina maf wêdetir in. Ji ber ku sînorek ji edaletê re tê xêzkirin. Paketa darazê tu hêviyên me pêk ne anî. Ji sedî 99’ê civakê û Meclis hêvî bû ku biguhere lê tu hêviyên gel pêk ne anîn.”
DERHIQÛQIYA ATK’Ê!
Bi domdarî Yazmaci diyar kir ku divê tekane meqama ku ji ber “nexweşiyê” biryara tehliyekirina girtiyan dide ATK nebe û ev tişt anî ziman: “Ev mijar dike ku pêvajo bixitime. Raporên nexweşxaneyên baş, nexweşxaneyên zanîngehan û hwd. têr nayên dîtin. Hûn ê sewqî ATK’ê bikin û ew ê tespît bike ka hûn dikarin bi tena serê xwe bijîn an na. Ew jî têr nake, piştre dê dadgerê înfazê dê biryar bide ka hûn ji bo civakê xetere ne yan na.” Yazmaci, got ku li girtîgehan sewqên girtiyan bi mehan piştre tên kirin.
Yazmaci, da zanîn ku tehliyeyên girtiyên nexweş weke amûrekê şantajê tê bikaranîn û ev jî tê wateya tunehesibandina nirxên însanî û exlaqî. Yazmaci, got: “Jiyana girtiyên nexweş kirine amûra bazariya siyasî. Dewlet biryarê dide ka dê kî bimire yan bijî. Ji vê re dibêjin ‘nekropolîtîka’. Ev, polîtîkaya dîlgirtinê ye. Li vir jiyanên dîl hatine girtin hene. Dewlet li ser canê mirovan bazariyê dike.”
HESASIYETA ABDULLAH OCALAN A JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ
Yazmaci, bal kişand ser hesasiyeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkildarî girtiyên nexweş û axaftina xwe wiha qedand: “Birêz Ocalan di hevdîtinên 2013’an de dibêje ‘Di serî de divê girtiyên nexweş bên berdan.’ Her wiha ji bo wan dibêje ‘hevrêyên min.’ Birêz Ocalan qedrekî mezin dide wan. Em jî bi vê re ne. Lê eleqeya girtiyên nexweş bi pêvajoya aştiyê re nîne. Ji bo vê hewcehî bi qanûnekê nîne. Ji sedî sedê Meclisê ji bo vê dibêje ‘erê’, ji sedî 99’ê civakê qebûl dike. Lewma hewce nake 15 saetan di komîsyonê de rûnî. Dikare di 15 deqeyan de were çareserkirin. Dibêjin dê di Cotmehê de vê meseleyê çareser bikin. Em mecbûr in girtiyên nexweş di Cotmehê de derxînin. Dema me zêde nemaye. Di navbera 2018’an û Kanûna 2024’an de 3 hezar û 284 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Di 11 mehên ewil ên 2024’an de hezar û 709 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Divê em di 1’ê Cotmehê de hemû girtiyan derxînin.”
MA / Melîk Varol