ÊLIH - Ji bo tehliyeya girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ku li girtîgehê du caran krîza dil derbas kiribû, serlêdan hate kirin.
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam (73) li Girtîgeha Tîpa T a Qubîn a Êlihê tê ragirtin û rewşa wî giran e. Çam, di 16’ê Nîsanê de krîza dil derbas kir û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. Çam, di 22’yê Nîsanê de dîsa şandin girtîgehê. Parêzera Çam, Nezahat Celen di 9’ê Hezîranê de bi daxwaza “taloqkirina înfazê” serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê da.
'XETERE SER JIYANA WÎ HEYE’
Di serlêdanê de hate ragihandin ku di çarçoveya Paketa Darazê ya 10'emîn de divê muwekîlê wê bê berdan ku bi tena serê xwe nikare jiyana xwe dewam bike. Hate destnîşankirin ku Çam ê anjiyo bûbû piştre krîza dil derbas kiriye û du rehên wî girtî ne, ji ber temenê xwe nikare careke din bê emeliyatkirin û rîska krîza dil hîn dewam dike.
Parêzer Nezahat Celen gelek nexweşiyên din ên giran ên Çam bi bîr xist û diyar kir ku timî sewqî nexweşxaneyê tê kirin û destnîşan kir ku hiştina wî ya li girtîgehê metirsiyeke mezin li ser jiyana wî ye.
Parêzer Nezahat Celen got: “Bi van sedemên hatine destnîşankirin, dixwazim der heqê miwekîlê min de biryara taloqkirina înfazê were dayin.”