Ji bo doza rojnameger Reyhan Hacioglu bangewazî

  • rojane
  • 09:01 12 Hezîran 2025
  • |
img
WAN - Parêzer Jiyan Ozkaplan, ji bo doza rojnameger Reyhan Hacioglu ku dê sibê bê darizandin got, "Îdîanameyek bêhiqûqî hatiye amadekirin û ev yek li hemberî rojnamegerekî wekî tacîza darazê tê bikaranîn.”
 
Rûniştina yekem a Reyhan Hacioglu ku di 17’ê Çileyê de li Wanê di çarçoveya lêpirsînekê de hatibû binçavkirin û di 21ê Çileyê de bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin, dê di 13ê Hezîranê de li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bê dîtin. Parêzera Reyhan Hacioglu Jiyan Ozkaplan û Nûnerê Herêmê yê Komeleya Rojnamegerên Dicle Fırat (DFG) yê Wanê Adnan Bîlen banga tevlîbûna rûniştinê kirin.
 
BERNAME WEK SÛC HAT DÎTIN
 
Jiyan Ozkaplan anî ziman ku bernameyên telewîzyonê yên Reyhan Hacioglu peşkeş kirine bi piranî di îdianameyê de cih girtin û îdianame bi temamî îdianameya bi darê zorê sûc peydakirinê ye û mêvanên ku ew vexwendine û hemû mijarên ku di vê dozê de hatine nîqaşkirin wek sûc hatiye dîtin. Jiyan Ozkaplan bi bîr xist ku her gotineke têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tên jiyîn û tecrîd di îdianamede wek sûc hatiye bicihkirin û wiha got: "Di îdîanameya hatiye amadekirin de hewl hatiye dayîn ku feraseteke bi temamî hatiye xetimandin bê afirandin. Di rastiyê de mêvanên Reyhan jî weke ' endamên rêxistinê ' hatine nîşandan. Reyhan telefonê dike û dixwaze li Tetwanê bernameyekê organîze bike. Heta vê yekê weke sûc jî dixin nava dozê. Bernameya ku wê mazûvaniya hevşaredaran bike jî dibe sûc. Bernameyek bi sernavê 'Girtîgeh di bin zexteke giran de ne' tê çêkirin û ev sernav jî weke sûc tê dîtin. 
 
TACÎZA DARAZÊ
 
Jiyan Ozkaplan da zanîn ku divê dosyayeke bi vî rengî neyê vekirin û wiha axivî: "Îdîanameyek li derveyî hiqûqê hatiye amadekirin û ev yek weke destdirêjiya dadgeriyê li rojnamevanekî tê kirin. Reyhan hêj girtî ye û divê di rûniştina yekemîn de serbest bê berdan. Divê dawî li tacîza darazê ya li dijî çapemeniya azad bê anîn. Pêdiviya nayê gotin a welatekî demokratîk ew e ku çapemeniya azad bi awayekî azad dinivîse. Bêyî vê yekê welat nikare demokratîk bibe. Lê naxwazin rojnamevan biaxivin û binivîsînin. Rojnameger jî parêzvanên mafan in. Divê mafê gel ê wergirtina nûçeyan bê parastin. Di wê rojê de em li bendê ne ku her kes bi çapemeniya azad re di nava piştevaniyê de be."
 
BERDÊLA RAGIHANDINA RASTIYÊ
 
Adnan Bîlen diyar kir ku ji sala 2016'an û vir ve zextên li ser rojnamevanan zêdetir bûne û got, "Polîtîkayên li Kurdistanê li dijî rojnamevanan tên meşandin, ji ber ku mûxalefeteke xurt nîne, îro li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye. Wê demê me weke çapemeniya azad hişyarî da ku eger ev rewş ji nedîtî ve were, wê rojekê her kes deriyê xwe lê bide. Û îro, bi rastî jî em encamên vê dijîn. Di vê çarçoveyê de bi dehan rojnamevan di girtîgehan de ne û hema hema her roj rojnameger li korîdorên edliyeyê tên darizandin. Her kesî berdêla nivîsandina rastiya li vî welatî bi rengekî yan jî bi rêbazeke din da. Bêguman çapemeniya azad jî her nûçeyên ku bi her awayî çêkiriye, gelekî berdêl daye. Buhayê eşkerekirina rastiyê, carna bi kuştina hevalên me yên rojnamevan ên li Rojava û Başûrê Kurdistanê û carna jî bi girtîgeh, sirgûn û dozan re xwe bi şêweyên cuda nîşan da. Tevî vê yekê jî hevalên me dest ji dîtin û nivîsandina rastiyan bernedane."
 
BANGA PIŞTEVANIYÊ
 
Bîlen anî ziman Reyhan Hacioglu li zindanê berdêla nivîsandina rastiyan dioe û wiha got: "Dema ku li îdîanameya hatî girtin dinêrin, ji bo rojnamegerekî her tiştê mecbûrî weke sûc hatiye nîşandan. Wezîfeya rojnamevanekî ew e ku her tiştên weke 'sûc' di wê îdîanemeyê de hatine xêzkirin bi rengekî rast bi cih bîne, ku 'sûc' bike. Bi vê perspektîfê Reyhan û hevalên me yên din sûc nekirine; wezîfeyên xwe bi cih anîne. Reyhan û hevalên me yên din ên rojnamevan divê demildest bên berdan. Divê şert û mercên ku rojnamevan li Tirkiyeyê bi awayekî azad karê xwe bikin bên avakirin. Ji ber vê yekê em bang dikin ku beşdarî rûniştina Reyhan Hacioglu ya di 13'ê Hezîranê de saet di 10.30'an de li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê pêk bê bibin. Em bang li hemû rêxistinên civakî yên sivîl, dostên xwe yên rojnamevan, partiyên siyasî û rojnamevanên xwedî wijdan ên li bajarê me dikin ku di nava piştgiriyê de bin. Em dizanin ku tenê bi hevgirtinê em dikarin ji nava tarîtiyê derkevin û vê pêvajoyê ev yek bi berdewamî nîşanî me da. Em bang li hemû kesî dikin ku piştgiriyê bidin çapemeniya azad û Reyhanê.”
 

Sernavên din

16:53 HDK’ê kesên di Komkujiya Seyfoyê de jiyana xwe ji dest dan bîr anî
16:48 Li Êlihê şaneşîn kete xwarê: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:45 ‘Mafê hêviyê dê ji bo dewletê bibe gavekî girîng’
16:16 Hefteya Koçberiyê: Em malên xwe yên hatine şewitandin, mafên xwe yên hatine xespkirin dixwazin
15:49 Fransa, Ingilistan û Almanyayê teklîfa muzakereyan li Îranê kir
14:39 Partiya Çep a Kesk civîna xwe ya PM’ê li dar xist
13:23 Meclisa Ekolojiyê ya Amedê hate avakirin
13:10 Keskîn Bayindir: Felsefeya Ocalan pêkvejiyanê pêşkeşî me dike
12:55 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo zarokan şahî li dar xist
11:15 Şerê Îsraîl-Îranê di roja 3’yan de didome
10:55 Pisporê Rojhilata Navîn Ozkan: Şer ne çareserî ye, çareserî pergala demokratîk e
10:47 Malbatên PKK’iyên ji hêla PDK’ê ve hatine girtin: Em dixwazin agahî ji zarokên xwe bigirin
10:24 Welîd Çolî: Şerê Îsraîl-Îranê şerê serdestiyê ye
10:23 Trump gef xwar: Heke Îran êriş bike em ê tevahiya hêza xwe ya leşkerî bi kar bînin
10:00 Partiyên siyasî yên Kurd dixwazin bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin
09:45 Hejmara 120’an a kovara Jinê derket
09:42 Ji bo girtî Erbaga banga hestiyariyê
09:39 Dîmenên nû yên texrîbata ekolojîk a li Gabarê
09:36 Mîrateya Qral Sakon: Gundê Sakê
09:24 Serokê Baroya Wanê: Divê retorîka ‘Tirkiyeya bêteror’ bê terikandin
09:23 Ji bo koçeran rêya bi kort, ji bo baregeha leşkerî rêya betonê
09:05 Li Edeneyê posterê Abdullah Ocalan hate hilayistin
09:03 ‘Divê dewlet bi lezgînî gav bavêje’
09:02 Di dema agirbestê de birayê wî jiyana xwe ji dest da: Êrîş baweriyê kêm dike
09:01 ROJEVA 15’Ê HEZÎRANA 2025’AN
14/06/2025
16:53 Êrişên Îsraîlê berdewam in: 3 zanyar hatin kuştin
16:35 PJAK’ê der barê Îranê de daxuyanî da: Azadî di têkoşîna demokratîk a gel de ye
16:01 Li Pirsûsê ji bo Altûn û Kaytan merasîma bibîranînê li dar ket
15:32 Bayindir: Bila dewlet dev ji helwestên êrişkar berde
14:46 Li Îzmîrê agir bi daristanê ket
14:27 Dayikên Şemiyê aqûbeta Nûrettîn Çûr pirsîn
14:21 Girtiyê ku tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin tehliye bû
14:17 Ji bo jinên girtî kartên piştgiriyê
14:06 Çalakiya KHK: Divê li welat aştî pêk were
13:54 Ji xizmên windayan banga ‘rûbirûbûnê’
13:09 Îran: Beşdariya me ya guftûgoyan ne diyar e
13:01 Şenyaşar hatin bibîranîn: Divê ji bo aştiyê gav bên avêtin
12:51 Di êrîşa li dijî Tebrîzê de 2 fermandarên Îranê hatin kuştin
12:42 Bakirhan: Hevdîtina Ocalan a bi lîderên Kurd re dê pêvajoyê xurt bike
11:56 Serokê komeleyê di êrişa bi çek de jiyana xwe ji dest da
11:44 Li Îranê Serfermandarê Giştî yê Artêşê hate tayînkirin
11:38 Li Şirnexê li hemberî îstîsmara zayendî bertekên hevpar: Bila kiryar bên cezakirin
11:20 Îranê Tengava Hurmuzê girt
11:18 Serokên Baroyên 15 bajaran ji bo rojevê dê biçin Enqereyê
10:59 Gerry Adams piştgirî da Ocalan: Azadiya wî mijareke jiyanî ye
10:41 Dê Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz bê lidarxistin
10:32 Welatiyên Tirkmen pêvajo nirxandin: Em bi Abdullah Ocalan bawer in
10:30 Dr. Yildiz Onen: Divê mafên penaberan bên qebûlkirin
09:41 Wesayîta karkeran qeza kir: 20 karker birîndar bûn
09:34 Welatiyên Mexmûrê piştgirî dan banga Ocalan: Divê firsend ji dest neçe
09:34 Îranê bi fuzeyan êrîşî Îsraîlê kir
09:02 Welatiyên Dêrsimê: Bila êrîş rawestin, meclîs komîsyonê ava bike
09:01 Di vê pêvajoyê de azmûna desthilatdariyê: Rêveberiyên herêmî
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2025'AN
13/06/2025
22:49 7’emîn Rojên Ma Musicê di roja 2’yan de domiya
22:34 Îranê bi fuzeyan êrişî Îsraîlê kir
22:25 Netanyahu: Êriş dê bidomin, Îran dê bersivê bide
22:12 Êrişên Îsraîlê didomin: Li Tehranê dengê teqînan
22:02 Reyhan Hacioglû ji girtîgehê derket: Dê li cihê min hiştibû bidomînim
21:53 DEM Partî: Êrişên Îsraîlê zirarê didin gel û sivîlên herêmê
21:48 Netanyahu bi Trump û Putîn re hevdîtin kir
21:41 Enqere bi rojeva êrişên Îsraîlê civiya
21:33 Ekîncî ku piştî 30 salan hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
21:18 Konseya Ewlekariyê ya NY’ê li ser daxwaza Îranê dê îro bicive
17:59 Êrişên li dijî Îranê: 78 kes mir û 329 kes birîndar bûn
17:55 KCK’ê têkildarî êrişên Îsraîlê daxuyanî da
16:06 Li Pirsûsê hevdîtina DEM Partiyê ya bi cotkaran re: Em bi berhemdêran re ne
16:05 Bakirhan dê biçe serdana partiyên siyasî
16:04 Bexdayê hemû rêyên ber bi Herêma Kesk ve diçin girt
15:54 Erdogan: Îsraîl, herêmê ber bi felaketê ve dibe
15:48 Ji bo mexdûrên şewatê komîsyona piştevaniyê hate avakirin
15:43 Lîderên 3 welatan bi rojeva Îranê hevdîtin kirin
15:27 Pezeşkiyan: Em ê bersiveke xurt û dijwar bidin
15:06 Bernameya Hefteya Koçberiyê aşkera bû: Vegerin xaka xwe
14:57 Kakşar Oremar: Ev êriş ji bo Îran dev ji hilberandina çekên nukleerî berde hate kirin
14:26 Li Şirnexê şewat derket
14:24 Li Şemrexê şewat: Li cihekî hate tefandin li cihekî dîtir derket
14:05 Ji Trump daxuyaniyeke nû: Êrişên din dê bêrehmtir bin
13:51 Li Sûriyeyê çi diqewime?
13:50 Der heqê girtiyên li Herêma Federe ya Kurdistanê agahî hatin xwestin
13:27 Îsraîl: Qonaxa ewil a êrişan temam bû
13:26 Rojnameger Reyhan Hacioglû tehliye bû
12:45 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Îranê banga civîna lezgîn li NY’ê kir
12:43 NATO: Êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê yekalî ye
12:21 Prof. Kotharî: Divê berê me li Abdullah Ocalan be
12:03 Ji bo tundiya li rojnamegerên jin hatiye kirin biryara neşopandinê hat dayin
11:48 Li Îranê li şûna kesên hatin kuştin hin kesên nû hatin wezîfedarkirin
11:23 Tirsa desthilatan mafên bingehîn ên gelan e: Zimanê dayikê
11:13 Li Şemrexê agir bi daristanê ket
11:12 Li Miksê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:07 Li Sêwasê erdhej çêbû
11:06 Tirkiyeyê bertek nîşanî êrişên Îsraîlê da
11:06 Qeyûmî civaknas ji bo paqijkirina daşiran peywirdar kir!
10:36 Îranê muzakereyên bi DYA’yê re da sekinandin
10:32 Michael Hardt: Ez biryara Ocalan pîroz dikim û piştgiriyê didim
10:31 Rêveberê Odeya Bazirganiyê ya Rihayê: Ji bo pêşeroja xwe em piştgiriyê didin pêvajoyê
09:57 Dayikên 3 jinên li Silopiyayê hatine qetilkirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:36 Dê ciwan di konferansa ‘Civaka Demokratîk’ de bicivin
09:30 Îsraîl: Îranê ji bo êrişê zêdetirî 100 balafirên bêmirov ên biçek şand