NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê, piştî êrişa li dijî Îranê li seranserî welat rewşa awarte ragihand.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsrael Katz diyar kir ku piştî êrişa li dijî Îranê li seranserî welat rewşa awarte ragihandine. Katz, got: “Piştî êrişa pêşîlêgir a Îsraîlê ya li dijî Îranê, em li bendê li dijî Îsraîlê û sivîlan bi fuze û balafirên biçek ên bêmirov êriş bên kirin.”