NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Îranê Dr. Mesûd Pezeşkiyan têkildarî êrişên Îsraîlê daxuyaniyeke fermî da û got: “Li dijî vê sûîqesta rejîma dagirker em ê bersiveke qailane, xurt û dijwar bidin.”
Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan têkildarî êrişên Îsraîlê axivî û bangî gel kir. Pezeşkiyan, got: “Miletê Îranê û rayedarên welêt, wê li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemînin. Bersiva rewa û xurt a Komara Îslamê ya Îranê wê dijmin ji vê çalakiya ehmeq poşman bike. Îro gelê Îranê ji her demê zêdetir pêdivî bi yekitî, bawerî, piştevanî û hevgirtina neteweyî heye. Bi izna Xwedê, wê bersiveke aqilane, xurt û tund ji vê rejîma dagirker re bê dayin.”
Pezeşkiyan, wiha domand: “Komara Îslamê ya Îranê heta niha ji bo aştiya cîhanê û herêmê hemû derfetên xwe seferber kiriye, nîşan daye ku ji bo muzakereyan amade ye û bi van hewldanan nêzîkatiya xwe ya aştîxwaz îspat kiriye. Lê belê li dijî êrîşeke li ser xaka xwe jî, wê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bîne û bi rengekî bi biryar û teqez bersiv bide.”