NAVENDA NÛÇEYAN – Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de kete roja 9’emîn, êrişên li heberî hev bi moşekan ve berdewam e. Bi germbûna şer ve hewldanên dîplomatîk jî zêde bûn.
Êrişên ku Îsraîlê li dijî Îranê dane destpêkirin, ku gelek fermandarên leşkerî yên payebilind tê de jiyana xwe ji dest dan, kete roja xwe ya 9’emîn. Êrişên moşekan ên di navbera her du welatan de berdewam e û têkiliyên dîplomatîk û bertekên navneteweyî tên lidarxistin.
Di saetên sibê de, Îsraîlê êrişeke nû li ser depo û rampên moşekên Îranê da destpêkirin. Îranê jî dijî vê yekê Tel Avîv hedef girt. Şer û pevçûnên bi êrişên moşekan ên her du welatan berdewam in.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku pêlek nû ya êrişan li ser depo û rampayên moşekan li navenda Îranê dest pê kiriye.
Medyaya Îranê ragihand ku Îsraîlê tesîsa nukleerî ya li Îsfahanê hedef girtiye, lê ti madeyek xeternak zirar nediye. Herwiha, Îranê êrişeke bi moşek ve bersiv da Tel Avîvê. Moşekên ku ji Îranê hatine avêtin li asîmanên bajarê el-Xelîl yê Şerîaya Rojava hatin dîtin.
LI STENBOLÊ HEWLDANÊN DÎPLOMATÎK
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî, piştî têkiliyên xwe yên li Ewropayê, ji bo beşdarbûna civîna Konseya Wezîrên Derve ya Rêxistina Hevkariya Îslamî (ÎÎT) gihîşt Stenbolê. Di civînê de dê şerê Îsraîl û Îranê bi berfirehî bên nîqaşkirin.
Di heman demê de, nûnerên Çîn, Rûsya, Pakistan û Cezayîrê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (BMKG) êrişên Îsraîlê yên li ser tesîsên nukleerî yên li Îranê şermezar kirin û wekî "gef li ser aştiya herêmî" bi nav kirin û xwestin ku êrİş tavilê bên rawestandin.