* Li navçeya Dîgorê ya Qersê dê Muze û Mala Çandê ya Qazî Mihemed were vekirin.
* Ulaş Bayraktar diyar kir ku pêdivî bi pêvajoyeke her kes li ser hînbûnên xwe difkire heye û girîngiya hatina ba hev a kesên xizmên xwe di şer de winda kirin wiha vegot: "Divê mirov bi hêviya îradeyê tiştekî bike."
* Parêzera OHD'î Nûrdan Kiliç diyar kir ku dş 10'emîn Paketa Darazê de têkildarî girtiyên nexweş tiştek nîne û divê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tavilê komîsyon were avakirin.
* Hanîfe Budak ku hevjînê wê Mûstafa Budak di Komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabû, wiha got: "Di serî de Dayikên Aştiyê, divê dayik bikarin biçin Îmraliyê û bi Serok re hevdîtinê bikin."
* Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê yê berê Tunç Soyer got ku ev pêvajo yekser bi pêşengtî, bi rêvebertiya dewletê hatiye destpêkirin. Serokê Giştî yê CHP'ê yê berê Hîkmet Çetîn jî got "Ez amade me destê xwe deynim bin kevir."
* Ji Platforma Yeklitiya Jinên Kurd Mulkiye Bîrtane ku tev li konferansê bûbû, wiha got: "Aştiya herî mezin ji ewil nav xwe tê kirin. Ev jî dê bibe dîplomasiyeke ku yekitiyê esas digire. Jin dê dîplomasiya vê bimeşînin."
* Meclisa Şaredariya Sûrê ya DEM Partiyî dê Meclisa Jinan ragihîne. (10.00)
* Danişîna doza nûçegihana JINNEWS'ê Derya Ren dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Nîzîpê bê lidarxistin. (10.00)
* OHD dê têkildarî Çetîn Arkaş ku 33 sal û 4 meh in girtî ye û tehliyeya wî tê astengkirin, li avahiya xwe ya li Beyoglûyê daxuyaniyê bide. (12.00)
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê di civîna koma partiya xwe de li Meclisê biaxive. (12.45) ZINDÎ
*Platforma Jinan a Wanê dê bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Edliyeya Wanê bide. (13.00)
* Serokwekîlên Koma DEM Partiyê dê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bikin. (14.00)