NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniya ofîsa Binyamîn Netanyahu de hate gotin ku “gefa li dijî hebûna wan” a li Îranê ji holê rabûye û wan pêşniyara agirbestê ya Trump qebûl kiriye.
Şerê Îran-Îsraîlê di roja 12’an de bi agirbestê biencam bû. Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku di navbera Îran-Îsraîlê de agirbest hatiye kirin. Lê Îranê di saetên serê sibehê de bi 6 pêlên fuzeyan êriş kiribû. Trump, hişyariya ku agirbestê binpê nekin li her du aliyan kir. Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu bi daxuyaniyekê got “gefa li dijî hebûna me ji holê rabûye” û got ku dê li dijî Îranê tu êrişên din nekin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wan pêşniyara agirbestê ya Trump qebûl kiriye.
Rayedarekî Îsraîlî jî ji malpera înternetê ya Îsraîlê Walla’yê re axivî û got: “Trump agirbestek ragihand. Heke hemû alî pê bikin, dê agirbest derbasdar be.”