MÊRSÎN - Hunermendên Atolyeyên Sanatolia Kolektîfê destnîşan kirin ku di demeke li ser aştiyê tê axaftin de operasyon nayên qebûlkirin û got: “Ev yek di esasê xwe de jidilbûna nêzî pêvajoyê jî nîşan dide.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û piştre jî PKK’ê bi kongreya xwe ragihand ku biryara xwefesixkirinê da ye. Tevî gavên şênber ên PKK’ê jî dewleta Tirk ne gavên şênber diavêje ne jî êrişên xwe yên li ser Herêma Federe ya Kurdistanê dide sekinandin.
Hunermendên Atolyeyên Sanatolia Kolektîfê têkildarî pêvajoyê axivîn û gotin ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê êriş bên sekinandin û gavên qanûnî bên avêtin.
Ji hunermendan Gulhan Bîşeng diyar kir ku banga Abdullah Ocalan hêviya aştiyê bi xwe re aniye û got: “Ji bo ev nebe hestekî demkî, divê veguhere veguherîneke civakî. Hewcehî bi zemîneke demokratîk ku tevahiya civakê bikare li ser wekhev û azad bijî heye. Divê ev neyê taloqkirin. Ji bo avakirina vê zemînê jî divê di serî de aktorên siyasî, muxatabên pêvajoyê berpirsyartiyê li xwe bigirin û gavên şênber biavêjin. Di avakirina aştî, demokrasî û civaka azad de huner gelek girîng e. Lewma divê hunermend berpirsyartiyê li xwe bigirin. Divê bibin dengê aştiyê. Em banga berpirsyartiyê li hunermendan dikin. Bêguman dê aştî were, em ê jiyaneke azad bi hev re ava bikin.”
'BANG JI BO GELAN BÛ HÊVÎ’
Ji hunermendan Şîrîn Kaya jî destnîşan kir ku ew xwedî li banga Abdullah Ocalan derdikevin û got: “Divê zextên ser Kurdî rabin û astengiyên li pêşiya wê ku di qada cemaweriyê de bê bikaranîn, bên rakirin. Jidilbûna dewletê dê li gorî gavên wê diyar bibe. Ev bang, ji bo gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê hêvî bû. Em mirinan naxwazin. Daxwaza me, jiyaneke azad e. Em azadiya çand û zimanê xwe dixwazin. Tişta dikeve ser milê me jî em ê bikin. Hêviya me mezin e.”
BAL KIŞAND SER BERPIRSYARTIYÊ
Dengbêj Ramazan Kevzinî jî daxuyand ku divê pêvajo mayinde bibe û veguhere aştiyê. Kevzinî, got ku ew piştgiriyê didi pêvajoyê û got: “Aştî bi hewldanên aliyekê çênabe. Bi îradeya hemû gelan dibe. Bila zarokên tu kesî nekevin ser axa sar, xwîn nerije û gotin biaxive.”
'DIVÊ HEMÛ ALÎ XWEDÎ LI AŞTIYÊ DERKEVIN’
Hunermend Kadîr Çat jî wiha got: “Niha zemîneke aştiyê li Tirkiyeyê çêbûye lê ji bo pêvajo pêş bikeve, hêj hinek mijarên esasî nehatine çareserkirin. Yek ji van a herî girîng jî bêdengkirina çekan e. PKK’ê xwe fesix kir û agirbest ragihand. Lê operasyonên Tirkiyeyê didomin. Ev rewşekî nakok e. Ev nayê qebûlkirin. Heke aştiyek bibe, divê her du alî tiliya xwe ji tetîkê bikişînin. Nexwe dê ev yek zirarê bide pêvajoya aştiyê. Li rexekî agirbest, li rexa din operasyon nayê qebûlkirin. Ev nîşan dide ka çiqas jidil in. Em bang li her kesî dikin ku xwedî li aştiyê derkevin.”
MA / Abdulkadîr Ayten