EFRÎN - Parêzerê Efrînî Huseyîn Naaso diyar kir ku Tirkiye û HTŞ’ê avadaniyeke nû ya bi navê “Komîteya Aboriyê ya li Bakurê Sûriyeyê” ava kiriye û dema xelkê bajar vegeriyayî ev komîte mal û milkê Efrîniyan îstîmlaq dike û dixwaze desteser bike.
Komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyê ji sala 2018'an vir ve Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û gelek herêmên din 'dagir kirine'. Hêzên paramîlîter gelek caran bi bûyerên revandin, fîdye, îşkence, destavêtin û kuştinê re li van herêman tên rojevê. Hilweşîna rejîma Baas û hatina Hayat Tahrîr El Şam (HTŞ) jî bi rêya saziyên ku nû hatine avakirin hewl dide van pêkanînan rewa bike.
Parêzerê Efrîniyan Huseyîn Naaso ku ji ber van serlêdanên li sazî û rêxistinên navneteweyî gelek çalakiyên ji bo parastina gelê Efrînê li welatên Ewropayê lidar xist û li ser pêkanîn û 'Komîteya Aboriyê ya li Bakurê Sûriyeyê' ya nû ji aliyê rayedarên Tirk û Şamê ve hat avakirin, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
ÇIMA KOMÎTE AVA KIRIN?
Parêzer Huseyin Naaso ku der barê kesên di komîteya hatiye avakirin de agahî dan, diyar kir ku Ebû Feysel ê her tim di meşrûkirina hemû binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmê de cih digire, weke serokê komîteyê hatiye hilbijartin. Naaso destnîşan kir ku komîte ji 7 endaman pêk tê û di nava wan de parêzer Mihemed Hac Ebdo û Cîgirê Serokê Meclisa Herêmî Mihemed Şêx Reşîd ku di nava kesên herî payebilind ên girêdayî Tirkiyê de cih digirin. Naaso da zanîn ku her kes herêmê nas dike û bi taybet gelê Efrînê bi guman li komîteyê dinêre û pirsa gelo ji bo çareserkirina gilî û gazincan û ji nû ve bidestxistina mafan hatiye avakirin an jî dest danînser milkên welatiyên koçber bûne.
DEST DATÎNIN SER MILKÊ GEL
Naaso destnîşan kir ku komîte ji bo herêmên Kurdan ên dagirkirî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatiye avakirin. Tê gotin ku komîte ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelên herêmê hatiye avakirin, lê ev îdia ne rast e û Naaso wiha axivî: "Berevajî vê yekê, bi bahaneya îstimlaqkirinê armanc dike ku mal û erdê gelê Efrîn û Serêkaniyê desteser bike û vê yekê rewa bike. Bi vê yekê re tê xwestin ku malên Kurdên bi zorê hatine koçberkirin ji aliyê daîreyên aboriyê yên komên çete ve were guncawkirin û bi vê hincetê re tê xwestin ku 'eger em vê nekin, wê ji PKK'yiyan re bê dayîn'. Tê texmînkirin ku li herêmê bi sed hezaran darên zeytûnan û bi deh hezaran milkên taybet hene.”
SEDEMA DESTESERKIRINÊ
Naaso diyar kir ku komîteyê çend roj berê li Efrînê bi serokên meclisên herêmî û keyayên gundan re civîn li dar xistiye û anî ziman ku ji beşdaran re gotine, 'Em ê milk, milk û erdên rastî yên PKK'ê bigirin û niha di bin kontrola daîreyên aboriyê yên rêxistinan de ne û ji bo başiya gel bi kar bînin’. Naaso da zanîn ku ev arguman eletewş e û bingeha qanûnî tune ye.
Naaso anî ziman ku li herêma Efrînê bi fermî yek metrekare erd bi navê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) qeydkirî nîn e û wiha got: “Ji bo dest deynin ser malên Kurdên hatine koçberkirin û li ser navê berjewendiyên raya giştî sûdê jê bigirin, vê yekê bi kar tînin. Pêşî li penaberên hatine koçberkirin digirin ku venegerin malên xwe. Em texmîn bikin ku hin Kurd endam, alîgir û parêzvanên PKK'ê ne. Kîjan ol an jî qanûn destûr dide ku dest deyne ser milk û erdên wan ji bo berjewendiyên gelemperiyê? Pîvaneke bi vî rengî ya cezaxwarî ya li dijî mûxalîfan, ti carî ji aliyê rejîmên faşîst ên herî hov ên cîhanê ve nehatiye girtin. Ev rewşeke şermê ye, ti carî li dijî kesên li dijî wî ji aliyê rejîma faşîst a Baas ve nehate kirin. Lê belê yên niha li ser desthilatdariyê ne, vê yekê li dijî mûxalîfên xwe disepînin."
NOKER DI DEWRÊ DE NE
Naaso diyar kir ku hinok partiyên Kurd bi komên paramîlîter re hevkariyê dikin û dixwazin beriya ku mutabaqata navbera Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şara hatiye îmzakirin beriya ku bikeve meriyete dest deynin sar axa gel û wiha axivî: “Zêdeyî hezar çeteyên di bin navê 'ewlekariya giştî' de ji Lîwa Hemze anîn Efrînê û hewl tê dayîn tabûreke parastinê ya bi serkêşiya Ebû Dujana El Kurdî ku ji eşîrên Kurdan e bê avakirin. Di heman demê de serkêşê rêxistinbûyîneke di navbera Kurdên El Babê de ye û di bin kontrola rêveberiya Ankasa ya desthilatdar de li gundên El Babê Til Arnê û Til Hasil Berpirsên Enkasa bi tenê ji bo evê mebest û armancê serdana Tel Arnê û Elbab dikin. Ew dixwazin rê bidin çalakiyên siyasî tenê ji bo endamên partîya Ankasa destûra lîsansên vekirina nivîsgehan û prosesên din bidin wan.”
Naaso anî ziman ku ev komîte dikare alîkariya hin Kurdan bike ku vegerin malên xwe û mal û milkên xwe ji nû ve vegerînin û got ku bi deh hezaran Kurd hatine koçberkirin û bi hinceta PKK’ê dixwazin mal û milkênwan desteser bikin. Naaso da zanîn ku di rejîmên "faşîst" û dîktatoriyê de, ji bo çareserkirina nakokiyên mulkiyetê bi rengekî ku berjewendiyên hikûmî biparêze, ji erk û daraza dadgeriyê derbas bibe, komîteyên taybet an jî dadgehên îstîsnayî hatine avakirin.
DIVÊ KURD HIŞYAR BIN
Naaso diyar kir ku divê komîteya muzakereyê ya ji tevgera Kurd û Konferansa Kurd pêk tê, li hemberî tedbîrên ku mafên milkiyetê yên welatiyên Kurd binpê dikin, mîna reforma çandinî û Kemera Ereb li ber xwe bide û wiha axivî: “Em daxwaz dikin ku Birêz Mazlûm Abdî zextê li partiya hikûmetê bike ku îmzevanê Peymana 10'ê Adarê ye, da ku bendên xwe li gorî demê bi temamî bi cih bîne. Em bang li welatiyên Kurd dikin ku bi komîteyên bi vî rengî yên dudilî re hevkariyê nekin û serî li hemû giliyan bidin û serî li dadgeheke ku serbixwebûn û yekrêziyê tune dike bidin û giliyê wan bikin, doza mafên xwe bikin, belge bikin û bi taybetî ji rêxistinên mafên mirovan ên Kurd û navneteweyî re bişînin da ku planên nemerdane yên hedefgirtina herêmên Kurdan ên dagirkirî bi taybetî li Efrînê werin tekbirin.”