* Parlamentera Îtalyan Francesca Cerasanî ku bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatibû Stenbolê, bal kişand ser pevçûnên li Rojhilata Navîn û got: “Heke her kesî gotinên Ocalan guhdar bikira dê çareserî çêbûbûya.”
* Hevserokê Şaxa DAD’ê ya Enqereyê Mûstafa Karabûdak diyar kir ku divê herî zêde Elewî xwedî li banga Abdullah Ocalan derkevin û got: “Aştî ji bo Elewiyan ferz e. Em jî dê bi daxwazên xwe rûnin ser maseyê.”
* Malbata Dogan ku ji bo mêşvaniyê ji Antalyayê koçî Gimgimê kir, diyar kir ku piştgirî û teşwîqa ji bo mêşvaniyê kêm e û xwest ev yek bê sererastkirin.
* Welatiyên di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de tev li hevdîtinan bûn, diyar kirin ku ew ji Abdullah Ocalan bawerin û daxwaza xwe ya hemwelatiya wekhev anîn ziman.
* Danişîna doza rojnamegerê girtî Mehmet Uçer dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê bê lidarxistin. (9.30)
* Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye dê ji bo daxwazên xwe yên têkildarî “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” ji Guvenparkê ber bi Meclisê ve bimeşin. (10.00)
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li Meclisê di civîna koma partiyê de biaxive. (12.45) ZINDÎ
* Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bike. (13.30)