Rojnameger Er: Pêşeroja pêvajoyê girêdayî helwesta hikûmetê ye

  • rojane
  • 10:42 10 Tîrmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Erdal Er diyar kir ku torena PKK dê li dar bixe ji bo pêvajoyê qonaxeke krîtîk e û got: “Pêşeroja pêvajoyê, girêdayî helwesta hikûmetê ye. Divê Enqere ji bo van gavan zemîneke hiqûqî û yasayî ava bike.” 

 
Serdana Serokê Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin a di 1’ê Tîrmehê de ya Herêma Federe ya Kurdistanê û geşedanên têkildarî çekberdanê ya PKK’ê herêm xist nava liv û tevgerê. Rojnameger Erdal Er têkildarî geşedanên li herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
SERDANA KALIN  
 
Erdal Er ku geşedanên li herêmê di cih de dişopîne, diyar kir ku Kalin bi rojeva xeta boruya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê hatiye serdanê û got: “Di hevdîtinên bi rayedarên Rêveberiya Herêma Kurdistanê de rewşa xeta boruya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê, geşedanên li Şengal û Mexmûrê, krîza di navbera Hewlêr-Bexdayê de, polîtîkayên Iraqê yên ewlehiyê û rageşiya di navbera Îsraîl-Îranê de hatin axaftin. Tirkiye hewl dide pozîsyona xwe ya li başûrê Kurdistanê û Iraqê jinûve ava bike û dosyaya pêvajoya çareseriyê jî di vê çarçoveyê de dinirxîne. Lêbelê hema hema tevahiya rojevên li ser hatiye axaftin tevlihev in, piraktor in û ne meseleyên wisa ne ku tavilê bên çareserkirin. Lewma jî mirov nikare bibêje mutebeqetek çêbûye yan jî pêvajo zelal bûye.” 
 
XETA PETROLÊ  
 
Bi domdarî Er, anî ziman ku Tirkiye hewl dide rola navbeynkariyê ya di rageşiya di navbera Hewlêr-Bexdayê de xurt bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek ji mijara herî krîtîk a di hevdîtinê de hatî nîqaşkirin, xeta boruya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê bû. Tirkiyeyê di demên berê de bi rêveberiya Hewlêrê re ji bo 49 salan peymana enerjiyê mohr kiribû lêbelê rêveberiya Bexdayê ev peyman nas nekir û serî li Dadgeha Tehkîmê ya Parîsê dabû. Dadgehê, Bexda mafdar dîtibû û Tirkiye mehkûmê dayina tazmînatê kiribû û ev xeta boruyê hatibû girtin. Ev xet hêj jî nehatiye vekirin û ev ne tenê meseleyekî aborî ye; her wiha bûye sembola krîza siyasî û îdarî ya di navbera Bexda û Hewlêrê de. Her çend Tirkiye hewl bide pozîsyona xwe ya navbeynkariyê ya di vê aloziyê de xurt bike jî, ji ber bêîstîqrariya siyasî ya navxweyî û polîtîkaya hevnegirtî ya derve zehmetiyê dikişîne. Li hêla din, di demên dawî de DYA kete dewrê, bi taybet jî peymanên enerjiyê yên mezin ku Mesrûr Barzanî li Washingtonê mohr kir, xetekî rageşiyê ya nû vekir. Ev rewş ne tenê bi enerjiyê bisînor e, di heman demê de bandora şerê Îsraîl-Îranê ya li ser Iraqê jî nîşan dide.” 
 
TEMÎNATA DESTÛRA BINGEHÎN  
 
Er, bal kişand ser torena dîrokî ya PKK’ê ku dê li Silêmaniyeyê were lidarxistin û ev tişt anî ziman: “Li gel van rojevan, torena PKK ku dê di rojên pêş de li dar bixe û banga wê ya bidawîkirina pevçûnan, pir krîtîk û girîng e. Ev toren ne tenê sembolîk e; ji bo sekinandina pevçûnan, bêdengbûna çekan û jinûve rojevîkirina çareseriyê jî dê bibe peyameke xurt. Toren, weke qonaxeke nû ya piştî banga 27’ê Sibatê ya Abdullah Ocalan tê nirxandin. Ev toren, ji bo bidawîkirina şerê 50 sal in didome gavekî girîng e. Lêbelê heke Enqere bersivekê nede vê gavê, em ê ji aştiyê dûr bikevin. Pêşeroja pêvajoyê girêdayî helwesta hikûmetê ye. Înîsiyatîfa ku dê gerîla li xwe bigire, bi tena serê xwe çareseriyê nayîne. Divê Enqere ji bo van gavan zemîneke hiqûqî û yasayî amade bike û di serî de rakirina tecrîda li ser Ocalan, gavên şênber biavêje.” 
 
FIRSENDA DÎROKÎ  
 
Er, bi lêv kir ku pêvajo tenê bi Tirkiyeyê re bisînor nîne lê di heman demê de ji bo xurtkirina yekitiya di navbera Kurdan de jî firsendekî dîrokî pêşkeş dike û wiha pê de çû: “Bi taybet jî divê rageşiya di navbera Hewlêr û Silêmaniyeyê de di vê pêvajoyê de ji holê were rakirin. Banga Ocalan xwedî wateyeke wisa ye ku dikare vê dabeşbûnê nerm bike. Mimkin nîne bi ziman, rê û rêbazên berê îro were birêvebirin. Divê Kurd ne li ser kitekitan lê li ser meseleyên esasî bisekinin. Toren dê tenê bibe destpêkek, ji bo têkoşîn û aştiyê pêdivî bi rêyeke dirêj heye. Ev pêvajo tenê bi tevlibûneke çalak dikare bi ser keve.” 
 
ÊRIŞ  
 
Bi domdarî Er êrişên bi SÎHA û fuzeyan ên di demên dawî de li Silêmaniye û Hewlêrê zêde dibin bi bîr xist û axaftina xwe wiha qedand: “Îxtîmal heye ku herêm veguhere qadekî pevçûnan. Hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Iraqê, di raya giştî ya Iraqê de rê li ber nîqaşên cidî vedike. Li hêla din aştiya navxweyî ya Iraqê nehatiye tesîskirin, Iraq di navbera Îran-DYA’yê de tengijiye û ev jî herêmê ber bi hevkêşeyeke hesas ve dibe. Hilbijartinên ku dê di Mijdarê de bên lidarxistin lê îxtîmal heye bên taloqkirin jî weke nîşaneya vê bêîstîqrariyê ye. Di rewşa heyî de divê hikûmet gavan biavêje. Hem mijarên Kalin di hevdîtinan de xistî rojevê hem jî torena PKK’ê, xwedî potansiyeleke wisa ye ku zemîna pêvajoyeke nû ji bo herêmê biafirîne. Ketina meriyetê ya vê potansiyelê, girêdayî avêtina gavan û cisareta îradeya siyasî ye.” 
 
MA / Zeynep Durgut
 
 
 
 

Sernavên din

14/07/2025
09:51 Şewata li Îzmîrê gihîşte rê
09:48 Welatiyên Wanê bangî dewletê kirin: Em ne gotin lê fermiyetê dixwazin
09:45 Li Pirsûsê birîndar bû, di têkoşîna edaletê de hate girtin
09:00 Dîroka hevdîtinê ya Şandeya Îmraliyê ya bi Ozel û Bahçelî re diyar bû
09:00 ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:34 Di hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’ de li pêşniyarên gel guhdarî kirin
08:34 Şaredarê Şîleyê hate girtin
13/07/2025
21:39 Rêveberiya Xweser têkildarî hevdîtinên bi Şamê re daxuyanî da
21:26 Alçîçek li warê xwe Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
17:12 Berxwedana li Hesendînê ya li dijî madenê didome
16:45 Kesên di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilirin dê bên bibîranîn
16:40 Spanyayê Ahmet Dîkmen girt: Xetereya vegerandina li Tirkiyeyê heye
16:39 ‘Elewî û Kurdan li dijî înkarê li ber xwe dan’
16:18 Kesên di Komkujiya Zîlanê de hatin qetilkirin bi bîr anîn
16:10 Li Balikesîrê şewat derket
16:05 Li Zozana Tiloranê hevdîtina ‘Civaka Demokratîk’
15:50 Mala Muze û Çandê ya Qazî Mihemed hate vekirin
15:36 AATUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:59 Çelîk têkildarî gotinên Erdogan daxuyanî da
14:51 Hevşaredarên Tetwanê: Dê xebatên me yên ji bo çanda Kurdî bidomin
14:40 ‘Em ji nexşerêya birêz Ocalan bawer in’
14:27 Serokê Baroya Agiriyê: Divê êdî dewlet berpirsyartiyê li xwe bigire
14:04 Li Gimgimê aşûre hate belavkirin
13:55 Di şewata Enqereyê de yek jê pitik 3 kes mirin
13:51 Ji bo Komkujiya Zîlanê banga hevrûbûnê
13:45 Medyaya Îranê: Pezeşkiyan di êrişa Îsraîlê de birîndar bû
13:04 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Avakirina aştiyê peywira me tevan e
12:42 Du zarokên wê tev li PKK’ê bûn: Barekî giran li ser milê me hemûyan e
12:32 Zwanenberg piştgirî da Ocalan
12:02 ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ li Êlihê ji 25 hezar kesan re hate vegotin
11:49 Welatiyên Amedî: Em azadî û wekheviyê dixwazin
11:29 Şahidên berxwedana 14’ê Tîrmehê: Ruhê wê demê ev em gihandin vê rojê
11:02 Jin ji bo yekitiya neteweyî têdikoşin: Hedef kongreya neteweyî ye
10:39 Birayê xwe Alî Çîçek vegot: Digot ‘Em ê bi ser kevin’
10:22 Hejmara 124’an a kovara Jinê derket
10:18 Li Şirnexê tacîza zayendî li zaroka 13 salî hate kirin
10:06 Parastvanên mafan ên envanterên çekan radestî wan hatine kirin dê raporê amade bikin
09:52 Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê: Êdî tu hincetên dewletê neman
09:37 Mihrîcana Tetwanê di roja 16’an de bi dawî bû
09:30 Dayika 12 salan piştre keça xwe di merasîmê de dît: Em aştiyê dixwazin
09:20 TJA bi boneya pêvajoyê bi jinên Tirkmen re civiya
09:12 Hat îdiakirin ku cerdevanan dest danîne ser erdê gundiyan
09:02 Wekîlên DEM Partiyê: Divê Meclis di çareseriyê de bi roleke çalak rabe
09:01 Li Besta û Biligayê dîmenên talankirina daristanan
09:00 ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN
12/07/2025
18:17 Şara û Aliyev hevdîtin pêk anîn
17:38 2 girtî serbest hatin berdan
17:31 Tirkiyeyê bejahiya Amêdiyê bombeberan kir
16:44 Panela Komkujiya Zîlanê: Armanc înkar û qirkirin bû
16:17 Pervîn Buldan gotina Erdogan nirxand
16:17 Firat Nebîoglû hat berdan
15:28 Ji bo 3 girtiyan doza azadiyê kirin: Nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin
14:58 Xizmên Windayan piştgirî dan pêvajoyê: Bila komîsyon bê avakirin
14:35 Ji KESK'ê daxwazên ji bo 'pêvajoyê'
14:25 Ji bo Sune û Çakarsin şîn hate danîn
13:58 33 sal in tu agahî ji Kayayê ku cerdevanan ew revandiye nayê girtin
12:34 Di ser Komkujiya Zîlanê de 95 sal derbas bûn
11:50 Erdogan: Em ê bi avakirina komîsyonê li ser pêdiviyên qanûnî yên pêvajoyê biaxivin
11:40 Li Balikesîrê ji ber şewatê du tax hatin valakirin
11:15 Vaye dîmenên amadekariya merasîma dîrokî!
11:09 Merasîma dîrokî di manşeta ewil a rojnameyan de cih girt
11:06 Kesên şahidiya merasîma dîrokî kirin bihêvî ne: Berpirsiyarî li ser milê her kesî ye
11:03 Salîha Aydenîz: Şewata çekan destpêka têkoşîneke nû ye
10:38 Unsal: Ji bo siyaseta demokratik sererastkirinên qanûnî divê
10:00 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû
09:58 Nivîskar Karakûş: Ger reforma hiqûqî çêbibe dê pêvajo pêş ve biçe
09:40 Li Tetwanê konserteke bicoş li dar ket
09:08 Welatiyên Botanê li benda ‘sererastkirinên hiqûqî’ ne
09:00 ROJEVA 12’YÊ TÎRMEHA 2025’AN
11/07/2025
20:36 Bafil Talebanî: Biryara PKK'ê ya destpêkirina serdemeke nû gavekî dîrokî ye
20:26 Wezîrê Dadê Tunç: Ji niha û pê ve karê me zede ye
20:07 Besê Hozat: Niha dora aliyê din e
20:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Merasîma PKK'ê vexwandina ji bo jiyana azad e
18:51 Berdana Erdemê 30 sal in girtî ye cara duyan hat taloqkirin
18:45 Davûtoglû: Divê em pêşengiya vê serdemê bikin
18:40 Erdogan: Gava ku hate avêtin bibe wesîleya xêrê
17:05 Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Lemanê hate binçavkirin
17:02 Fîkret Ataş hate tehliyekirin: A girîng azadiya civakî ye
16:59 Ozgur Ozel: Divê pêvajo li Meclisê bi gavên lez û bibiryar bê birêvebirin
16:50 Kurtulmuş: Xebatên me yên têkildarî komîsyonê ber bi dawiyê ve ne
16:34 Li Amedê kelecana merasîma dîrokî: Em ji bo kesên çek danîne temînateke destûra bingehîn dixwazin
16:29 Navên kesên tev li merasîma şewitandina çekan bûn
16:00 Li Deşta Fîsê şahidiya kêliyên dîrokî
15:56 Şîna Harun Karay bi girseyî hate ziyaretkirin
15:55 Dayikên Aştiyê: Êdî tu hincetên dewletê nema, bila gav biavêje
15:41 Rojeva çapemeniya cîhanê merasîma dîrokî bû
15:26 Oral ê 30 salan girtî ma: Divê êdî dewlet gavên şênber biavêje
15:10 Nêçîrvan Barzanî: Ev gav dê pêvajoyê derbasî qonaxeke nû bike
15:05 ÇHD’ê têkildarî komkujiya Elewiyan serlêdana sûc kir
14:28 Merasîma dîrokî li ser ekranan temaşe kirin
14:11 Vaye dîmenên merasîma şewitandina çekan
13:32 Berdevkê AKP’ê Çelîk: Qonaxa krîtîk hate derbaskirin
13:24 Hûrgiliyên merasîma dîrokî: Pêdivî bi sererastkirinên dîrokî heye
13:01 Roja dîrokî: Koma Aştî û Civaka Demokratîk çekên xwe îmha kir
12:56 Bahçelî: Rêberê damezirîner ê PKK’ê soza xwe bicih anî
12:48 Besê Hozat di merasîma dîrokî de ye
12:41 Ji merasîma dîrokî dîmenên ewil
12:25 Şandeya merasîma dîrokî dişopand ji qadê derket
12:05 Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em çekên xwe bi îradeya xwe ya azad îmha dikin
11:16 Cihê merasîma dîrokî diyar bû