HEWLER - Ji bo şahidiya kêliya veguherîna tevgerekê ku ji hêla gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn herka dîrokê guherandiye, em dikevin rê. Rêwîtiya me ya 12 saetan domiya, nîşanî me da ku ev torena em ê bişopînin ne dawiyek lê destpêkek e.
Ji bo yek ji serdemên dîrokî demekî kin ma. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, derbasî qonaxeke nû dibe. Di vê bangê de hate gotin ku PKK’ê êdî hebûna xwe temam kiriye ku vejîna gelê Kurd temam kir û hebûna gelê Kurd bi hemû dinyayê da qebûlkirin.
Weke berdewamiya daxuyaniya dîrokî, Abdullah Ocalan piştî 26 salan cara ewil bi dîmen bangî hemû dinya û gelan kir. Ocalan ku dengê xwe da bihîstin, îşareta ku pêvajo derbasî qonaxeke nû dibe da û got; “Qonaxa em gihiştinê, pêwîst dike ku bi gavên nû bikevin nava pratîkê. Ne bi çek, lê baweriya min bi siyaset û aştiya civakî tê. Û ez bang li we dikim ku hûn vê rêgeze pratîze bikin.”
PKK’ê heta niha her tim bi erênî bersiv da bangên Ocalan û ji bo vê banga dawî jî ragihand ku dê egerên wê cîbicî bike û torenekê li dar bixe. Îşareta berdana çekan da ku çendek hefteye li ser tê axaftin. KCK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dê PKK di çarçoveya bangê de torena çekberdanê li dar bixe.
TOREN Û AMADEKARÎ
Di çarçoveya van geşedanan de, siyasetmedar, rewşenbîr, parastvanên mafên mirovan bi organîzatoriya DEM Partiyê ji bo şopandina torena li Silêmaniyeyê bi rê ket. Ji Tirkiye û Kurdistanê gelek kes ji bo vê rêwîtiyê li Amedê hatin cem hev.
Rojnamegerên ku tiştên diqewimin bi dinyayê re parve dikin jî akredîtasyon kirin û tev li pêvajoyê bûn. Mêvanên ewil ên cihê rêwî lê kom bûn jî rojnameger bûn. Bi kelecaneke mezin hatin cihê kombûnê. Dema saeta rêwîtiyê hatî jî zêdetirî 100 kes li otobûsan siwar bûn û bi rê ketin.
Di tevahiya rêwîtiyê de û di dema xwarin û bêhnvedanê de her çend siyasetmedar, rewşenbîr, parastvanên mafên mirovan, jin û Dayikên Aştiyê hatibin gel hev jî, piranî rojnamegeran nêrînên hev mereq dikirin. Di otobûsa hejmar 1’ê de ber bi kêliya ku dê rûpelên dîrokê bên xêzkirin ve rêwîtî dest pê kir.
Li quntarê Qerejdaxê rêwîtî dest pê kir, silav da Dîcleyê, li dora silûeta mîna gerdena Mêrdînê zivirî, ji wir ber bi Nisêbîna di dema şer de wêraniyeke giran lê hatiye kirin ve çû û ber bi berxwedêriya Cizîrê ya ji dîrokê ve domiya.
Vê rêwîtiyê, gelek derdorên cuda anî gel hev. Her rojnamegerekî/ê, pirsên xwe kirin û hevpeyvînên kin kirin. Rojnamegerên civîna li Qendîlê ku piştî banga Abdullah Ocalan a 2013’an di 8’ê Gulanê de peyama vekişînê hatibû dayin şopandin jî di otobûsê de bûn. Bêguman tam jî ji ber vê yekê dema berê jî hate nirxandin.
GUHERANDINA QEDERA BÊYOM
Her çend dîrok nihayê vebêje jî, tevgera azadiyê ya Kurd ku duh vejîna gelê Kurd temam kir û qedera bêyom guherand, niha amadekariya nivîsandina dîrokeke nû dike. Li gel vê, ji AKP’ê Omer Çelîk ragihand ku dê Serokkomar Tayyîp Erdogan di roja şemiyê de daxuyaniyeke dîrokî bide. Yek ji mijarên dihat mereqkirin jî ev bang bû. Gelo dê Erdogan çi ragihîne? Efûya giştî, avakirina komîsyona têkildarî pêvajoyê, gav û sozên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd... Rojnameger di hundirê otobûsê de gelek caran cih diguherînin, ji hev pirsan dikin û her kes daxuyaniyê mereq dike.
LI HER DERÊ BANGA AVÊTINA GAVAN
Muavîn û ajokar jî tev li van nîqaşan dibin. Ajokar dibêje; “Ma Kurd dê êdî çi bikin. PKK jî çekan ber dide. Bila dewlet gavekî cidî biavêje.”
Leşkerên ketin şikeftekê û ji ber gaza metanê jiyana xwe ji dest dayin jî tên nîqaşkirin. Pirsa gelo çi karê wan kîmyewiyan li wir bû jî tê kirin. Di nirxandinan de şîroveya provokasyonê jî tê kirin.
BI SALAN PIŞTRE JI BO AŞTIYÊ LI SER RÊYAN E
Mîna di her otobûsê de, di otobûsa me de jî siyasetmedarek heye. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar li cem me ye. Di 10’ê Tebaxa 2009’an de dema ez nûçegihan û ew jî Hevseroka DTP’a Stenbolê, me ji Stenbolê berê xwe dabû Colemêrgê. Di demekê şer û pevçûn dijwar de jinan biryar dabûn ku li ser sînor noqteya aştiyê ava bikin û hatibûn Zozanên Berçelanê. Wê rojê jî em li otobûsan siwar bûbûn û bi sedan kîlometreyan rê çûbûn. Çîgdem Kiliçgun Uçarê wê demê jî israra xwe ya di têkoşîna aştiyê de nîşan dabû. Niha jî bi bangê re pêşengtiya avakirina civaka demokratîk dike. Me jî ev firsend ji dest neda û em li ser pêvajoyê axivîn.
HEVDÎTINA BI DAYIKAN RE
Ji bo navbera xwarinê em li Cizîrê sekinînin. Li wê derê min ferq kir ka em çiqas qelebalix bûne. Dayikên ku jiyaneke biêş derbas kirin lê dîsa jî dev ji têkoşînê bernedayin bûn ronahiya wê derê. Dayikên Aştiyê ku firsenda girtina şînê zarokên xwe nedîtin û tev li têkoşînê bûn, bi dersokên xwe yên spî di vê roja dîrokî de cih girtin. Rûyê wan dikene, bi kelecan in lê çavên wan tije ne. Em bi dayika Kurdretê re hatin gel hev ku dema bavê min li Girtîgeha Panosê em bi hev re diçûn girtîgehê. Me silav da hev. Çavên wê tiştên pir cuda dibêje, tenê silavê nade, her wiha êş, hêrs û hêviya xwe jî vedibêje. Ez hest û nêrînên wê jê dipirsim. Dibêje ku êdî naxwaza hêsir bibarin û xwîn birije. Dibêje ku her dayikekê zarokên xwe di vê oxirê de da. Wê jî kurek û keçek a xwe di vê rêyê de daye û zarokek wê jî bi salan di girtîgehê de ma ye. Dibêje; ‘Min du zarokên xwe winda kir û niha destê xwe dirêj dikim ku ev xwîn bi dawî bibe.” Dibêje; “Divê dewlet gavan biavêje. Aştî bi yek alî nabe. Divê du aliyên wê hebin.”
Dayika Kurdretê bi domdarî got; “Min dixwest îro dayikên leşkeran jî li vir bin. Tenê dayik dikarin vî şerî bidin sekinandin.” Her çend firsendê nebînim ku bi hemû dayikan re biaxivim jî, kelecan û hewla wan her tiştekî vedibêje.
NIVÎSANDINA DÎROKÊ
Rêwîtiya ji Amedê heta Hewlêrê û ji wir jî heta Silêmaniyeyê 12 saet xuya dike lê belê rêwîtiya me, rêwîtiyeke şahidiya têkoşîneke 51 sala ye. Ji bo şahidiya kêliya veguherîna tevgerekê ku ji hêla gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn herka dîrokê guherandiye, em dikevin rê. Rêwîtiya me ya 12 saetan domiya, nîşanî me da ku ev torena em ê bişopînin ne dawiyek lê destpêkek e. Em xemgîn in ku dê van kêliyên dîrokî nekarin bi kamerayên xwe bikişînin lê em ji bo bi çavên xwe qeyd bikin ketin vê rêyê. Ber bi nivîsandina dîrokê ku dîrokê bexşî rojnamegeran kiriye.
MA / Dîcle Muftuoglû