NAVENDA NÛÇEYAN - Li Ingilistanê koma "Palestine Action" weke “rêxistinekê terorê” hate ragihandin. Bavê endama YPJ'ê Anna Campbell, Dirk Campbell ku tev li çalakiya li dijî vê biryarê bûbû, got: “Li dijî Palestine Actionê qanûneke neheq hate derxistin.”
Koma “Palestine Action (Çalakiya Filistînê)” ji hêla hikûmeta Ingilistanê ve weke “rêxistina terorê” hate ragihandin. Di 12’ê Tîrmehê de jî komekê li dijî vê biryarê li bajarên London, Cardiff û Manchesterê çalakî li dar xist. Polîsan êrişî çalakvanan kirin û di êrişan de li Londonê 41, li Cardiffê 13 û li Manchesterê jî 16 kes hatin binçavkirin.
Ji roja êrişên ser Xezeyê hatine destpêkirin heta niha Palestine Action li dijî şîrketên çekan çalakiyan li dar dixe. Komê ragihandibû ku ji çalakiya boyaxkirina Voyagerê ya li RAF Brize Nortonê ku di meha Hezîranê de hate kirin, berpirsyar e. Piştî bûyerê 4 kes bi îdiaya hevkariya sûc û bêyî destûr têketina qada qedexe hatin girtin.
Piştî bûyerê, hêzên ewlekariyê li balafirgehên leşkerî yên li Ingilistanê lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di 5’ê Tîrmehê de jî parlamenteran qebûlkirin ku Palestine Action weke “rêxistina terorê” were qebûlkirin û ev biryar bûbû qanûn. Wezgütü" ilan edilmesini yasalaştırmıştı. Wezîra Karên Hundir a Ingilistanê Yvette Cooper piştî biryarê gotibû; “Rabirdûya wan a dirêj a sûc heye” û wiha domandibû: “Em ê destûrê nedin kesên gefê li ewlehiya neteweyî dixwin.”
‘QANÛNEKE NEHEQ DERXISTIN’
Dirk Campbell ku keça wî Anna Campell a YPJ’î di sala 2018’an de li Efrînê di encama bombebarana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, di çalakiya Londonê de hatibû binçavkirin. Campbell ku bi kefaretê hatibû berdan, ji ajansa me re axivî. Campbell, diyar kir ku 35 kesan li pêşiya peykerê Nelson Mandela yê li Meydana Parlamentoyê ya Londonê çalakiyeke aştiyane li dar xistine û got: “Em ji ber yasaya ku Palestine Actionê weke ‘rêxistina terorê’ dibîne û destûrê dide endamên wê û yên piştgiriyê didin wan bên girtin, hatin binçavkirin.”
Campbell, têkildarî qanîna di 5’ê Tîrmehê de hatiye erêkirin, wiha got: “Ji ber piştevaniya bi Palestine Actionê re dikare heta 14 salan ceza li we were birîn. Di roja çarşemê de ez têkildarî vê qanûnê bi parlamenter James McCleary re axivîm. Ji min re got ku ev rêxistin û komên rastgir ên faşîst Maniacs Murder Cult (Terîqeta Cînayetê ya Haran) û Russian Imperial Movement (Tevgera Împaratoriya Rûs) mîna hev hatine dîtin. Got ku ji ber vê sedemê parlamenteran nekarîne ji bo her komekê cuda cuda deng bidin û neçar mane ku ji bo her sêyan bi hev re deng bidin. Ev tê wê wateyê ku wekîlên naxwazin Palestine Action were qedexekirin neçar bên hiştin ku an li dijî pêşnûmeyê deng bidin an jî xwe paşve bidin. Bi piraniya dengan hate qebûlkirin û li dijî Palestine Actionê yasayeke neheq hate derxistin.”
Campbell, da zanîn ku Servîsa Dozgeriya Qraliyetê (CPS) dê di meha Cotmehê de têkildarî darizandin û cezayan biryarê bide û axaftina xwe wiha qedand: “Divê neyê jibîrkirin ku daraza li vî welatî, bi bandora hikûmetên Qraltiya Yekbûyî yên li pey hev hatine, her ku diçe bêhtir cezayên giran dide kesên tev li çalakiyên aştiyane. Weke mînak, li çalakvanên avhewayê ku di nava rêxistinên ‘terorê’ de nayên qebûlkirin, çendek sal cezayê hefsê hate birîn. Lewma jî rewş ji bo min gelek baş xuya nake. Tekane dibêtiya bi leha min ew e ku bi hinceta ku yasa rast were cîbîcikirin, venêrîna darazê were kirin an jî yasa bê betalkirin.”
MA / Hîvda Çelebî