ENQERE – Di çarçoveya “Civînên Civaka Demokratîk” de, di 25 civînên ku li Enqere û li Konyayê hatin lidarxistin de 50 hezar kes beşdarî civînan bûn. Hevberdevkê DBP’ê yê Anatoliya Navîn Ensar Bozkurt got: “Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriyê didin pêvajoyê.”
“Civînên Civaka Demokratîk” a ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya (DEM Partî), piştî “Banda Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de, ji bo agahdarkirina gel û wergirtina nêrîn û pêşinyariyan da destpêkirin li Tirkiye û li Kurdistanê bi beşdariya girseyan ve didomin. Di vê çarçoveyê de li bajarên Konya û Enqereyê yên Anatoliya Navîn 25 civîn hatin lidarxistin. Civînên ku di 20’ê Hezîranê de li navçeya Ereglî ya Konyayê hatin destpêkirin, jê 10 civîn li avahiyên bajêr û navçe yên DEM Partiyê, jê 8 civîn jî ji bo rêxistinên girseyî, 7 civînên din jî li gund û li taxan çêbûn. Di tevahiya van civînan de 50 hezar kes beşdar bûn.
Civînên ku endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan, Canan Caglayan, endamên Meclisa Partiyê, Hevberdevkên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Anatoliya Navîn Bedriya İrmak, Ensar Bozkurt û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan beşdar bûn, gel qala pêvajoyê berê kir û bêbaweriya xwe ya ji dewletê anîn ziman. Pirsa sereke têkildarî qonaxa pêvajoyê û rêveçûna pêvajoyê bû. Di civînan de gel bal kişand ser baweriya xwe ya bi Abdullah Ocalan û DEM Partiyê û di gotûbêjan de daxwazên hiqûqî û qanînî kirin. Herwiha di civînan de gel destnîşan kir ku temînatên qanûnî yên dewletê dê bibe mifteya baweriya gel.
Civînên heta dawiya meha Tebaxê bidomin. Hevberdevkê DBP’ê yê Anatoliya Navîn Ensar Bozkurt ê ku beşdarî civînan bûbû, civîn nirxand.
‘KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN PIŞTGIRIYÊ DIDIN DEWLETÊ’
Bozkurt, destnîşan kir ku bendewariyeke cidî di nava civakê de çevûye û ev tişt got: “Ji bo aştiya civakî, di destpêkê de divê nûnerên ku gel wan hilbijartî azad bin. Daxwazên ji bo bidawîkirina polîtîkayên qeyûm, berdana şaredaran û berdana girtiyên Doza Kobanê hene. Ev fikar, fikareke ewlehiyê ye û divê di çarçoveyekî de bê bicihkirin.” Bozkurt, diyar kir ku bendewariyên Kurdên Anatoliya Navîn bilind in û wiha pê de çû: “Gel bi kelecan û moraleke cidî ve di nava bendewariyan de ne û dixwazin bibin parçeyekî vê pêvajoyê. Gel dibêje ‘çi ji destê me bê em amade ne’. Kurdên Anatoliya Navîn bi temamî pişgiriyê didin pêvajoyê.”
‘PÊVAJOYÊ BI SER BIKEVE’
Bozkurt, rave kir ku ji bo daxwazên aştiyê civakî bibe, dixebitin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Partiya me li rêyên ku bi pêkhateyên cuda yên civakê, komên baweriyan, rêxistinên girseyî yên demokratîk, ode, sendîka û civakê re li deverên herî fireh bicive digere. Ji bo Tirkiyeyê û Kurdistanê me biryara 2 hezar civînan wergirt û ev yek tenê xebata mehekî ye. Bi berdewamiya pêvajoyê ve dê geşedanên nû jî rû bidin. Rêzdar Ocalan, di vê pêvajoyê de dê bi gotin û nirxandinên xwe ve rê nîşanî me bide. Hêviya me zêde ye, dê pêvajo bi ser bikeve.”
MA / Omer Gungor