STENBOL - Rojnamevan Alî Bayramoglû diyar kir ku ji bo kesên ku çekan deynin garantiyên qanûnî pêwîst in û got: "Ger AKP û MHP zemîna demokratîk vekin, pêşketin pêkan e. Lihevhatina civakî jî daxilî vê ye."
Piştî merasîma îmhakirina çekan a di 11'ê Tîrmehê de li Şikefta Casenê ya bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe, li meclisê çûnhatina hevdîtina lez da xwe. Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de serdana serokên CHP, MHP û Partiya Gelecekê kir. Nûnerên partiyan dû re li meclisê ji bo avakirina komîsyonekê civiyan. Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş û Serokê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin jî di çarçoveya vê pêvajoyê de dest bi serdana partiyan li meclisê kirin.
'AKP HÊDÎ TEVDIGERE'
Rojnamevan Alî Bayramoglû pêşketinên di pêvajoyê de nirxandin û pêvajoyên ku di salên berê de der barê çareserkirina pirsgirêka kurd de hatibûn destpêkirin bi bîr xist û got ku rewşa heyî guheriye. Bayramoglû destnîşan kir ku pirsgirêka kurd pirsgirêkek 200 salî ye û got: "Çareserkirina pirsgirêkek 200 salî bi çend biryarên meclisê an hikûmetê ne karekî hêsan e. Li aliyekî hêviyên kurdan hene, li aliyê din jî neteweperestiya tirk. Divê mirov van hemûyan bîne cem hev û gav bi baldarî bên avêtin. Ma AKP tiştan hêdî hêdî dimeşîne? Belê. Divê zûtir bimeşe? Bê guman divê zûtir bimeşe. Divê ji bo mehkûm û girtiyên PKK'ê, an jî ji bo kesên ku berê hatine mehkûmkirin, qanûnek were derxistin. Ji bo qanûnê divê serî li meclisê were dayîn. Dibe ku guhertinên destûra bingehîn hewce bin. Qanûnên efûya qismî hewce ne. Ev ne karên ku partiyek siyasî bi tena serê xwe hewl bide ne. Ev nîqaş dê bi îhtîmaleke mezin werin rojeva komîsyona ku were damezrandin. Li vir qonaxên curbicur hene. Ocalan vê yekê herî baş dizane û vî karî natengijîne."
'DAXWAZÊN KURDAN HENE'
Bayramoglû destnişan kir ku mafên kesên ku çekan datinın yek ji mijarên herî girîng ên vê pêvajoyê ye û got: "Divê qanûnên têkildar werin derxistin. Garantiya qanûnî pêwîst e. Mafên qanûnî yên çekdarên ku niha li derve nin dê çi bibe? Kî dê biçe ku derê? Kî dê were Tirkiyeyê? Ev pirsên bingehîn in. Mijara duyemîn a bingehîn rewşa kesên ku ji ber navê PKK'ê an partiyên siyasî yên kurd girtî ne. Ev ê qanûnên nû û qanûnek efûyê ya qismî hewce bike. Hem Ocalan û hem jî Bahçeli ji vê yekê haydar in. Ev piştgiriya raya giştî hewce dike. Tekane rêya temsîlkirina piştgiriya raya giştî avakirina komîsyonek li meclisê bi beşdarbûn û erêkirina hemû aliyan e. Li vir mifte ew e ku pêvajo bênavber berdewam bike û ev gav, gav bi gav werin bicîhkirin. Kurdan hin daxwazên bingehîn hene. Ev daxwaz şertek e ji bo beşdarbûna siyasî ya azad. Ev avakirina platformeke siyasî ya azad û sererastkirina qanûna partiyên siyasî û rêziknameya meclisê hewce dike. Ev projeyên mezin in. Ez hêvî dikim ku gav bi gav pêşveçûn çêbibe."
CIVAKÎKIRINA AŞTIYÊ
Bayramoglû bal kişand ser girîngiya rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û avakirina bingeheke demokratîk ji aliyê AKP-MHP ve. Bayramoglû got: "Ocalan çawa li entegrasyona Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (SGD) dinêre? SGD dê wekî herêmeke xweser bimîne? Gelo Tirkiye dê vê herêma xweser qebûl bike? Ev hemû mijarên sereke ne ku divê niha werin çareserkirin. Çawa ku Rojava pirsgirêk e, mijara duyemîn a sereke jî ev e ku gelo hikûmeta AKP-MHP dikare bingeheke demokratîk ava bike. Ez bawer dikim ku heke li wir lihevkirinek çêbibe û AKP û MHP hin zemînên demokratîk vekin, dê pêşveçûn çêbibe. Lihevhatina civakî jî daxilî vê ye."
Bayramoglû diyar kir ku civakîbûna aştiyê dem dixwaze û got: "Divê ev hemû werin çareserkirin û zemîna vê yekê guncaw e. Bayramoglû got ku ger AKP û MHP zemîna demokratîk vekin, pêşketin pêkan e. Lihevhatina civakî jî daxilî vê ye."