NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, diyar kir ku êdî têkoşîna çekdarî ji armancê ra xizmet nake û got, ew ji bo siyaseta demokratîk amade ne.
Di beşa dawî ya roportaja Rojnameya Yenî Yaşam a li gel Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik de ev tişt hatin diyarkirin:
RÊBERÊ GELAN
Di rewşa heyî de Rêber Apo ne tenê pêşengiyê ji gelê Kurd re dike; her wiha pêşengiyê ji gelên Rojhilata Navîn û hêzên ji bo sosyalîzm, azadî û demokrasiyê li cîhanê têdikoşin dike. Pozîsyona Rêbertî ya niha di vê astê de ye. Ji ber vê yekê divê tevger jî li gorî vê pozîsyonê tevbigere. Bi gotineke din, gavên tên avêtin divê xizmetê ji vê armancê re bikin. Di rastiyê de ji xwe ji bo vê paradîgma pêş xistiye. Niha jî hewl dide sîstema wê paradîgmayê bi pêş bixe. Ji ber vê yekê wek mînak me Akademiya Zanistên Civakî û Akademiya Modernîteya Demokratîk pêş xist. Em hewl didin xebatên sosyalîst ên ku Rêber Apo guncaw didîtin bimeşînin. Ji bo ku derdorên çepgir li Akademiya Zanistên Civakî lêhûrbin û nîqaş bikin em dixebitin. Ji bo ku ev xebat bigihêje astekê em kadroyên wê pêş dixin. Li aliyê din jî hawirdorên ku piştgirî didin me û dixwazin bi me re bixebitin lê tevlî nav enternasyonala sosyalîst nabin jî hene. Me şêwazekî xebatê yê ku li ser pêşvebirin û xurtkirina peywendiyan bi wan re disekine, esas girt.
‘ME DEV JI TÊKOŞÎNÊ BERNADAYE’
Ev tevger bi şêwazekî felsefî, îdeolojî, jiyan û têkoşînê meşiya. Berê jî bi vî rengî bû û di dawiya dawî de jî wê bi vî rengî be. Partî hebû an na, şerê çekdarî hebû yan na, ev yek ji bo me tiştek îfade nake. Armanceke me heye û em li ser bingeha wê armancê dimeşin. Me rê û rêbaz ji bo vê pêş xist. Ji bo vê jî dem bi dem me agirbest ragihand, li hev kirin û dema ku ev encam negirtin me ji nû ve dest bi têkoşîna çekdarî kir. Niha me stratejiyek daniye pêşiya xwe û em hewl didin bingehên wê bi cih bînin. Me dev ji têkoşînê bernedaye. Eger Tirkiye qanûnên xwe biguherîne, em ê jî biçin wê derê. Eger vê neke, em ê neçin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.
‘EM JI BO SIYASETA DEMOKRATÎK AMADE NE’
Bayik, diyar kir ku ji bo siyaseta demokratîk amade ne û got: “Helbet em li her derê têkoşîn dimeşînin. Em ne girêdayî zemînekê ne. Armanca me ya azadiyê çi bixwaze, em li gorî wê tevdigerin. Em li ku derê bixebitin divê em ber bi vê armancê ve biçin. Ji bo me ti pirsgirêk nîne. Rêber Apo çi got? Divê amûrên ku xizmeta armancê bike hebe, divê amûr û armanc hevdu temam bikin. Eger amûr xizmetê ji armancê re nekin, divê neyên bikaranîn.
'ÊDÎ ÇEK XIZMETA ARMANCÊ NAKE'
Çekê demekê xizmet ji bo armancekê kir. Êdî xizmeta wê armancê nake. Ji ber vê yekê divê ji dewrê bê derxistin. Ya ku divê bi têkoşîna çekdarî were kirin, hatiye kirin. Ji niha û pê ve divê qonax bi qonax bê rakirin. Divê rêyên din jî bên çalakkirin.Ji bo vê rola Tirkiyeyê heye. Pêwîste di qanûnan de guhertinan bike. Da ku civakeke demokratîk were birêxistinkirin û bikaribe bi pêş bikeve. Eger di vî alî de gavan biavêje, wê ti pirsgirêk rû nede; eger vê neke, ji bo ku gavan biavêje em ê têbikoşin.
Belê. Yanî em dest ji têkoşînê bernadin. Em ê ti carî dest jê bernedin. Em mirovên têkoşînê ne. Divê gelê me bi vê zanibe. Me têkoşînek bi rê ve bir û nirxên mezin afirand. Em hewl didin li ser vê yekê nirxên mezintir biafirînin.