ŞIRNEX – Li Çiyayê Gabarê talana xwezayê didome, bi hezaran ton darên ku hatine birîn di bin çavdêriya leşkeran de bi TIR’an ve ji bo firotanê ber bi bajarên cuda ve têne veguhastin.
Di sala 2021’an de li Çiyayê Gabarê yê li Şirnexê, ji aliyê Şirîkatiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) ji bo lêgerîna petrolê bi sed hezaran dar hatin birîn. Daristan bi teqemeniyan tên tunekirin. Ev herêmên ku ji salên 90’î ve ji bo welatiyan bi hinceta “ewlehiyê” hatiye qedexekirin, talana xwezayê lê didome. Birîna daran bi destê cerdevanan, di bin çavdêriya Miduriyeta Daristanê ya Bajêr û leşkeran ve tê kirin.
DÎMENÊN DERBASBÛNA DI NOQTEYÊN CENDIRMEYAN DE
Dîmenên darên ku bi qamyonan ji Çiyayê Gabarê ber bi gundê Misûrî yê Cîzîrê ji nuqteya kontrolê ya cendermeyan de derbas dibûn, hatine kişandin. Di dîmenan de tê dîtin ku gelek qamyonên bi darên barkirî, bê pirsgirêk ji nuqteya kontrolê ya cendermeyan derbas dibin. Di dîmenan de hevkariya leşker, cerdevan û Miduriyeta Daristanan a Şirnexê di wêrankirina xwezayê de tê aşkerakirin. Hate ragihandin ku rojane herî kêm 10 qamyon bi vî rengî bo bajarên wekî Riha, Dîlok û Semsûrê têne veguhastin.
Baroya Şirnexe, rêxistinên ekolojîk û civakî li dijî talana xwezayê gelek caran serlêdan kirin. Lêbelê têkildarî mijarê tu gav nehatine avêtin.
MA / Zeynep Durgut