Kurekî wê jiyana xwe ji dest da û yek jî gerîla ye: Dora gavavêtinê ya dewletê ye

WAN - Serpêhatiyên malbata Kadriye Gezîcî ku du zarokên wê ji ber zextên dewletê tevlî PKK'ê bûne dîroka berxwedan û têkoşîna gelê Kurd kurteber dike. Kadriye Gezîcî diyar kir ku li gel zextên li wan tên kirin ew piştgiriyê didin pêvajoyê û ji bo baweriya wan bi dewletê bê divê gav bên avêtin.
 
Bi banga Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de gelek geşedanên têkildarî 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' pêk hatin. Dema ku bangên Abdullah Ocalan li seranserê cîhanê deng vedidin, daxuyaniyên piştgiriyê yên ji bo pêvajoyê berdewam dikin. Kadriye Gezîcî ya du zarokên wê tevlî PKK'ê bûn jî diyar dike ku ew piştgiriyê dide pêvajoyê. Jiyana Kadriye Gezîcî û malbata wê kurtejiyana kurdan e. Tevî ku malbata Gezîcî beriya 33 salan ji ber zextên dewletê ji warên xwe hatin koçberkirin jî, li dijî zilmê têdikoşin. 
 
Kadriye Gezîcî da zanîn ku tevî hemû zext û îşkenceyên tên kirin jî ew şer didomîne û wiha got: "Beriya 33 salan gundê me ji aliyê dewletê ve hat şewitandin û em neçar man koç bikin. Piraniya eşyayên me dan ber agir. Hin ji me neçar man koçî Wanê bikin, hinekan jî koçî Stenbolê kirin. Me xwest em vegerin gundê xwe lê em rastî şîdeta leşkeran hatin. Dema ku pismamê min jiyana xwe ji dest da, diya min, bav û apên min dema bombeya aîdî leşkeran teqiya birîndar bûn. Lê me ti carî stûyê xwe xwar nekir." 
 
Kadriye Gezîcî diyar kir ku di vê pêvajoyê de gelek ferdên malbata wê li dijî polîtîkayên zordar ên dewletê têkoşiyane û tevlî PKK'ê bûne û got kurê wê Sûat Gezîcî (Çiya Koçer) di sala 2011'an de tevlî nava refên PKK'ê bû û Hîkmet Gezîcî (Êrîş Garzan) jî di sala 2013'an de tevlî bû. Hîkmet Gezîcî di 1'ê Hezîrana 2021'an de di pevçûna li gundê Owanis a Xîzanê de jiyana xwe ji dest da. Yek ji birayên Kadriye Gezîcî 29 sal in di girtîgehê de ye.
 
Kurê wê Hîkmet Gezîcî ji ber xebatên siyasî 9 mehan girtî ma û piştî ku derket tevli PKK'ê bû û wiha got: "Kurê min li Stenbolê hat girtin. Tevî heyetê em çûn Stenbolê. Li pêşiya girtîgehê îşkence û heqaret li kurê min kirin. 9 mehan zilm lê kirin. Piştî ku hat berdan me agahî ji Hîkmet negirt. Pişt re agahiya ku jiyana xwe ji dest daye gihîşt me. Ez wê demê li zozanan bûm. Min dît ku li aliyê Xîzanê pevçûn derket. Piştre agahî hat ku kurê min li gundê Owanisê şehîd bûye. Cenaze birin Bedlîsê. Em çûn morgê, me cenaze wergirt, anî gundê xwe." Gezîcî da zanîn ku agahî ji kurê xwe yê din nagire. 
 
Kadriye Gezîcî diyar kir ku piştgiriyê dide pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin.
 
'OCALAN TIŞTA PÊWÎST KIR' 
 
Kadriye Gezîcî anî ziman ku yekane daxwaza gel a bi salan aştî ye û wiha axivî: "Birêz Ocalan û PKK'ê tişta pêwîst kirin, lê bi mehan e gaveke şênber ji aliyê dewletê ve nehatiye avêtin. Gel û rêxistinê tişta pêwîst kiriye. Divê dewlet jî baş bizanibe ku kurd êdî ne kurdên kevin in. Em ê ti carî serî li ber mirin û komkujiyê netewînin û em ê bi lîstikên dewletê nexapin. Temamiya têkoşîna Kurdan ji bo xwe ye. Di heman demê de divê ne tenê mafên Kurdan, mafên hemû gelên bindest jî bên naskirin. Bi salan e Birêz Ocalan û vî gelî ji bo aştiyeke bi rûmet têdikoşin û dixebitin. Lê dewletê her tim behsa şer kir, ne behsa aştiyê kir. Niha jî ji bo pêkanîna aştiyê têdikoşin. Heta ku aştî pêk were em ê têkoşînê bidomînin."
 
DAXWAZA JI BO WELATÎBÛNA WEKHEV 
 
Kadriye Gezîcî da zanîn ku polîtîkayeke redkirinê hînê di meriyetê de ye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Armanca me ew e ku şert û mercên welatîbûna wekhev, naskirina Kurdî weke zimanekî fermî, bikin zimanê perwerdeyê. Ez bang li hemû dayikan dikim; ji bo em vê aramiyê pêk bînin em bi xwe karê xwe bikin. Bila em li derdoreke ku ji her du aliyan hêsir nerijin, ku aştî û refah lê serdest e bijîn. Di vê serdemê de berpirsyariyeke girîng dikeve ser milê partiyên siyasî." 
 
MA / Bîlal Babat 
 

Sernavên din

03/08/2025
16:43 Ji bo taziyeya Karagol û Aydogmûş serdana girseyî
16:24 Kesên ku di fermanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Bila statûya Şengalê were nasîn
16:11 Li Siweydayê pevçûnên dijwar
14:49 Bafil Talabanî: Em ê piştgiriyê bidin daxwazên Êzidiyan
14:49 Li Îranê 8 roj in girtî di greva birçîbûnê de ne
14:39 Li Gundikê Melê şewat derket
14:38 Fîlozof Lisa Herzog piştgirî da pêvajoyê
14:38 SOHR: Di 5 mehan de herî kêm 3 hezar û 278 kes mir
14:27 Aqûbeta 400 kîlo ûranyûmê li Îranê nayê zanîn
14:26 Li Iraqê îxracatê petrolê ya ji bo DYA'yê kêm bû
14:15 Ji Avestayê bertek: Zimanê dayikê xeta me ya sor e
13:21 Êzidiyan berê xwe dan Çiyayê Şengalê
13:09 Kovara Jin bi sernavê 'Jinên Êzidî û Parastina Rewa' derket
13:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da û yek jî gerîla ye: Dora gavavêtinê ya dewletê ye
12:41 Banga hevrûbûn û naskirina komkujiya Êzidiyan
11:58 Fragmana 'Hey Hawar' ku texrîbata goran vedibêje hat weşandin
11:56 Erdhejê rê li ber vekir: Volkan piştî 450 salî çalak bû
11:33 QSD: Mafê parastina rewa hat bikaranîn
11:31 Bêrîvan aştiyeke bi rûmet dixwazin
11:20 Çîroka malbateke ku dîl ketiye destê DAIŞ'ê
10:30 Tesîsa dawerînê ye, lê qirêjî dike!
09:51 Ciwanên HDK'î: Çareserî bi guhertina destûra bingehîn mimkun e
09:42 Dadgehê giliyê têkildarî Soylu ji meclisê re hişt
09:00 Parêzer Kahraman: Ji bo pêkhatina mafê hêviyê hemû kes berpirsyar e
09:00 ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2025'AN
02/08/2025
16:38 11 rêxistin ji bo komkujiya Şengalê bangî Iraqê kirin
16:24 Li Silêmaniyê jinek hate qetilkirin
16:05 Sezaî Temellî: Dema avakirina rêya 3’yemîn e
15:35 Hat xwestin ku girtiyên nexweş Baltaci û Demîr bên berdan
15:33 Xizmên Windayan li 4 bajaran çalakî li dar xistin
14:50 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Bila komkujiya Êzidiyan bê naskirin
14:21 Bakirhan: Em bang li civaka sivîl dikin ku di pêvajoyê de bi awayekî aktîf rol bigirin
14:10 Dayikên Şemiyê ji bo Murat Aslan daxwaza edaletê kirin
13:54 Di bîranîna Pirsûsê de binpêkirin hatin aşkerakirin
13:23 KNK: Divê statûya Şengalê bê naskirin
13:10 Nerazîbûna li hemberî xûtbeya Diyanetê ya ku jinan dike hedef
12:59 Di civînên TÎS’ê de lihevkirin pêk hat
12:56 Êrişên li dijî bîrên petrolê tê lêkolînkirin
11:34 Rapora MKG'ê ya meha Tîrmehê
10:38 Nûnera CÎSST’ê: Mafê hêviyê pêwîstiyeke mirovahî ye
10:12 Li Amedê ‘Pêşandanên Fîlman ên li Derve’ dest pê kir
10:01 Navenda li Seravê ji bo jinan bû nefes
09:50 Li Depê konsereke bi coş
09:35 ICOMOS: Pira Deh Derî di xetereyê de ye, plana çalakiyê berpêş bikin
09:15 Dayikên Aştiyê bang li komîsyonê kirin: Girtiyên nexweş û siyasî berdin
09:09 Girtiyê nexweş ê dermanên wî nayên dabînkirin sewqî girtîgeheke din hat kirin
09:05 Hevdîtina ku jiyana mexdûra fermana 74'emîn guherand
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2025'AN
01/08/2025
16:22 Spot di weşanê de ye: Rojeva ewil a Dort 1 Yandan komîsyona Meclisê bû
16:09 Ji MHP’ê ji bo ‘girtiyên nexweş’ bang
16:05 Li Siwêdayê çalakî: Bila hêzên hikûmeta demkî ji bajêr derkevin
15:38 NY: Îsraîlê 1.373 Fîlîstiniyên li benda alîkariyê bûn kuşt
15:11 TÎS’ê daxwazên xwe rêz kir
14:53 Yuksel Koç tehliye bû
14:37 Deriyê Komeleya Awestayê hate mohrkirin
14:24 Der heqê rojnamevanê ku birîna darên li Şirnexê kiribû nûçe lêpirsîn hate despêkirin
14:03 Ji bo girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Dadê çalakî hate lidarxistin
13:18 Îranê cezayê hucreyê da 3 girtiyên jin
12:48 Erdogan cezayê bersûcê komkujiya Madimakê rakir
12:46 Şîna Bîşeng Kabakê bi girseyî hate ziyaretkirin
12:34 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
12:23 Bi roj li nav zevî bi şev jî di kon de dixebitin
11:52 DEDAŞ bêyî ku biçe gund ji bo 35 malan di navbera 60 û 450 hezar TL fatûre birî!
11:02 Klîba Derwêş û Edûlê hate weşandin
10:46 Li dijî birîna daran kampanya: Parastina xwezayê parastina welat e
10:45 Prof. Kieser: Êdî Kurdên li Lozanê nîn in!
10:28 Nûnera KCDP’ê: Ji bo aştiyeke mayînde em em amade ne ku piştgiriyê bidin komîsyonê
10:03 Ji bo xwezayê duqat xetere: Li aliyekî agir, li aliyê din jî maden
09:43 ‘Ji dêleva hebskirinê divê li ser sedemên sûc bê sekinandin'
09:17 Li Pira Deh Derî dagirkerî û keysprestî
09:10 Şahidê Fermana 74'an: Me terka axa xwe nekir
09:06 Dayikên ku çûn Casenê: Dê êşa me bi aştiyê sivik bibe
09:03 Deriyê ber bi Xwedê ve: Deriyê Aşûr
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2025'AN
08:53 Tax bi tax civînên gel hatin lidarxistin
31/07/2025
16:39 Belavkarê rojnameyê Bayram nehate berdan
16:24 Dîmenên nû yên Siwêdayê
16:16 Endamên komîsyona Meclîsê yên AKP’ê diyar bûn
15:37 Rojnamevan Yilmaz li bajarê xwe hate definkirin
15:26 Rojnamevan Erzument Akdenîz nehate berdan
13:49 Piştî 31 salan tehliye bû: Kêfxweşiya min nîvco ye
13:07 Partiya Yenî Yolê endamên xwe yên komîsyonê diyar kir
13:05 Ayşegul Dogan: Cihgirtina li ser maseyê beşdariya sedsala duyemîn a komarê ye
12:11 Ozel têkildarî endamên komîsyonê: Ne diyar in
12:09 Beriya darizandina rojnameger Akdenîz daxuyanî: Rastî nayê bêdengkirin
11:21 Li Afyonê 5 hektar daristan şewitî
10:48 Ger dilop bikira dê di 25 salan de bibûya gol!
10:28 Di şîna xûşka xwe de axivî: Bila her kes piştgiriyê bide pêvajoyê
10:26 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê 308 roj in nehatiye ronîkirin
09:58 33 sal in li ber deriyê girtîgehê ye: Bila bêhiqûqî bi dawî be
09:35 Erdogan greva karkeran qedexe kir
09:32 Krîza avhewayê mezin dibe: Hem ji ber germê hem jî ji ber baranê mirov dimirin
09:16 Kedkarên ku qeyûm ew ji kar derxistin dest bi çalakiyê dikin
09:06 'Şirnexê bi polîtîkayên eko-qirkirinê tê qirkirin'
09:04 Parêzer-nivîskar û netewperestekî tirk: Dê modernîzasyona kurd dirûv bide Rojhilata Navînê
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2025'AN
30/07/2025
21:35 Li Elkê civîna gel: Em ê bi hev re barê pêvajoyê hilgirin
21:32 Di civîna MGK'ê de îşaret bi pêvajoyê hat kirin
20:29 Li Siwêdayê hezar û 350 nexweşên pênceşêrê bê derman in
20:22 Hêzên rejîma Îranê kolberekî kurd birîndar kirin