* Parêzer Feyza Nûr Işik, têkildarî zêdebûna hejmara jinên tên qetilkirin got: “Polîtîkaya necezakirinê di zêdebûna tundiya li ser jinan de hêmaya herî xetere ye."
* Serokê EMEP’ê Seyît Aslan ku dê di komîsyona li Meclisê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd de nûnertiya wî were kirin, diyar kir ku divê komîsyoneke çareseriyê ya bi wekhevî û pêkvejiyaneke azad re be û got: "Em ê di komîsyonê de jî têbikoşin."
* Dayikên Aştiyê bang li komîsyona dê li Meclisê dest bi xebatên xwe bike kirin û xwestin xebatên wê aşkera bin û destnîşan kirin ku ji bo pêkanîna aştiyê divê Abdullah Ocalan bikaribe di mercên azad de bixebite û bijî.
* Hevserokên DEM Partiyê yên Edene, Mêrsîn, Antalya û Hatayê ku di çarçoveya pêvajoyê de bi gel re 54 civîn li dar xistin, gotin: “Gel ji AKP'ê bawer nake. Dixwazin îktîdar gavan biavêje."
* Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît dê li Meclisê têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyaniyê bide. (12.00) ZINDÎ
* Ji bo xebatkarên ku qeyûmê Wanê wan ji kar derxistibûn, dê Platforma Ked û Demokrasiyê û saziyên ziman meş li dar bixin û daxuyaniyê bidin. (16.00-18.00)
* Dê girtina Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê li Amed û Cizîrê bê protestokirin. (17.00-18.00)