AMED - Endamê OHD’ê Emîn Gokdemîr, diyar kir ku ji bo naskirina statuya Kurdî guhertina Destûra Bingehîn bi tena serê xwe bes nake û got ku hewceye “Qanûna Herfan” û “Qanûna Tevhîd-î Tedrîsatê” û çendek qanûnên din ên astengiyan derdixînin bên guherandin.
Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî bi sala ye û çalakî tên lidarxistin û têkoşîneke mezin tê dayin. Kampanyayên bi vê daxwazê, piştî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, zêdetir bûn. Saziyên ku di qada ziman de xebatan dikin, ji bo statuya Kurdî daxwaza sereratkirina qanûnan dikin. Yek ji rêxistinên ji bo naskirina statuya Kurdî xebatan dimeşîne jî Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ye. OHD’ê, bi daxwaza naskirina statuya Kurdî, di 15’ê Tebaxê de kampanyayeke hiqûqnasan digire nav xwe da destpêkirin û ev kampanya dê heta 1’ê Cotmehê bidome. Îmzeyên heta vê dîrokê tên komkirin jî dê pêşkeşî Meclisê bên kirin.
Endamê Komîsyona Ziman a Şaxa OHD’a Amedê parêzer Mehmet Emîn Gokdemîr, têkildarî kampanyayê agahî da. Gokdemîr, da zanîn ku ji roja avakirina Tirkiyeyê heta niha ji bo bikaranîna Kurdî tu qanûn û sererastkirinên qanûnî tune ne û got: “Berevajî vê, yasayên Kurdî qedexe dikin hene. Sedema vê jî ew e ku dewlet xwe dispêre neteweya Tirk. Destûra Bingehîn a 1921’ê ku beriya avakirina netewe-dewletê hatibû derxistin de dihat gotin ku di her qada dewletê de Kurdî dikare were axaftin û dikarin sererastkirinên xwe bikin. Lê di destûrên bingehîn ên 1924, 1961 û 1984’ê de tu caran ji bo gelên herêmî û kêmaniyan ev maf nehatin dayin. Di van destûrên bingehîn de zimanê fermî, zimanê perwerdeyê tenê Tirkî hate qebûlkirin. Niha jî di madeya 42’yan de dibêje tenê dikare bi Tirkî perwerde were dayin. Her wiha di madeya 66’an de weke komên etnîkî tenê behsa Tirkan tê kirin û tu nasnameyên din ên neteweyî nayên qebûlkirin.”
'DIVÊ QANÛNÊN ÎNKILAPÊ BÊN GUHERANDIN’
Bi domdarî Gokdemîr destnîşan kir ku tenê bi guhertina destûra bingehîn re pêşiya bikaranîna Kurdî nayê vekirin û ev tişt anî ziman: “Divê qanûnên li pêşiya Kurdî dibin astengî jî bên guherandin. Qanûna Herfan a 1928’an ku bikaranîna tîpên Kurdî qedexe dike, Qanûna Têkildarî Herfên Tirkî û Tetbîqkirinê ya Hejmar 1353, Qanûna Tevhîd-î Tedrîsatê û Qanûna Paşnavê çendek ji wan qanûnan e ku divê bên guherandin.”
PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ
Di berdewamê de Gokdemîr bi bîr xist ku Tirkiyeyê di peymanên navneteweyî yên îmzekirî de şerh daniye ser xalên pêşiya bikaranîna zimanê dayikê vedikin û wiha pê de çû: “Divê ev şerh bên rakirin. Ev peymanên navneteweyî, berpirsyartiyê li dewletê bar dikin ku perwerdeya bi zimanê dayikê were dayin, mamoste bên gihandin û ji bo pêşxistina ziman xebatan bike. Divê Tirkiye hemû xalên şerh daniye ser betal bike û bi awayekî jidil ragihîne ku ew van xalan qebûl dike. Ev yek dê di mijara pergala hiqûqê de rê li ber guherînên girîng veke.”
'PRATÎKÊN WAN LI DIJÎ PÊVAJOYÊ NE’
Gokdemîr, astengkirina axaftina Dayikên Aştiyê ya li komîsyonê jî bi van gotinan rexne kir: “Hem ev hem jî daxuyaniyên AKP û MHP’ê yên neyînî yên têkildarî ziman û guherandina destûra bingehîn, nîşan didin ku ji xeyala guherandina qanûnên pêwîst û pir dûr in. Ev daxuyanî û pratîk, li dijî pêvajoyê ne. Astengkirina axaftina bi Kurdî ya Dayikên Aştiyê nîşan dide ku komîsyon li dijî armanca xwe tevdigere. Divê Tirkî û Kurdî wekhev bên qebûlkirin lê komîsyon Kurdî asteng dike. Ev jî zirarê didin pêvajoyê. Ev kiryar nayên qebûlkirin. Kirinên wan nîşan didin ku komîsyon jidil nîne. Dewletê piştî pêvajoya 2013-2015’an zimanekî terorîzekirinê bi kar anî û civakeke neteweperest ava kirin. Divê ev ziman û rewş were guherandin. Ev, berpirsyartiya îktîdarê ye. Di mijara mafên Kurdan de divê bernameyan çêbikin. Heke gel wekhevî û xwişk-biratiyê fêm bike, wê demê dê komîsyon bihêz bibe û ji bo guhertinan cisaretê bigire.”
KAMPANYAYA ÎMZEYAN
Gokdemîr, kampanyaya îmzeyan a hiqûqnasan bi daxwaza Kurdî bibe zimanê fermî daye destpêkirin bi bîr xist û axaftina xwe wiha qedand: “Armanc dikin ku Kurmanckî/Dimilî di qanûn û sererastkirinên yasayî de cih bigirin. Li dijî otoasîmîlasyonê em bang li her kesî dikin ku bi Kurdî biaxivin û j bo naskirina statuya Kurdî kampanyayan li dar bixin. Ji bo em nebin faîlên otoasîmîlasyoneke nû, divê em li her derê bi Kurdî biaxivin, statuya Kurdî biparêzin û daxwaza vê bikin.”
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel