* Li Çewligê kesên di CHP, DEVA û Partiya Saadetê de siyasetê dikin, di serî de mafê zimanê dayikê, dixwazin hemû maf bên mîsogerkirin. Her wiha ji bo pêşvajo bi erênî bi encam bibe destnîşan dikin ku divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin.
* Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan ku bal kişand ser bêhiqûqîtiya qeyûman, destnîşan kir ku ew dikarin bi têkoşîna bihevre tayînkirina qeyûman rawestînin.
* Di ser qetilkirina rojnamevan-nivîskar Mûsa Anter re 33 sal derbas bûn ku Abdullah Ocalan ji bo wî digot: "Welatparêzekî rasteqîn bû. Ji ber vê ji hêla kontrayan ve hat qetilkirin. Bi tena serê xwe wekî partiyekê tevgeriya."
* Derket holê ku Firat Acar ê xwe wekî pisporê Rojhilata Navîn, hiqûqnas, akademîsyen, nivîskar, mexdûrê KHK'ê û şêwirmendê malbata Barzanî dide naskirin û bi vî awayî têkiliyeke hestiyarî bi jinan re datîne û wan dixapîne, xwedî nasname û dîplomayeke sixte ye.
* Dayikên Aştiyê yên Êlihê diyar kirin ku dewlet ji destpêka pêvajoyê ve tu gavên berbiçav neavêtine û xwestin ku dewlet bi azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gava ewil biavêje.
* Dayikên Aştiyê dê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bicivin. (10.00)
* Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê dê têkildarî biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî "Mafê hêviyê" li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyê bide. (10.30) ZINDÎ
* MED TUHAD-FED, dê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji girtiyên jin re qertan bişîne. (12.30)
* DEM Partî di çarçoveya kampanyaya "Em aştiyê dixwazin" de dê li Semsûrê îmzeyan kom bike. (14.00)
* Li navçeya Hezexê ya Şirnexê dê şahiya ciwanan were lidarxistin. (18.00)