* Şêniyên Rihayê daxwaza bicîhanîna biryara binpêkirina "mafê hêviyê" ya DMME'yê ya der barê Abdullah Ocalan de kirin û xwestin ku Komîsyona Meclisê jî pêşniyaza qanûneke li ser esasê hemwelatîbûna wekhev bike.
* DEDAŞ'ê fatûreyên ceyranê yên tesîsên pompeyên avê yên nehatine dayîn, li muxataran birî û ew dan ber heczê.
* Xebatên lêgerîna zêran ên ku ji hêla Şîrleta Koza Altinê ve li Giyadînê hatine destpêkirin, li ser qadeke 470 hektarî belav bûne û kana madenê jî ku Çemê Mûradê jî daxilî nava xwe kiriye, xetereyeke mezin dide der.
* Hevserokê GOÇ-DER'ê Mûrat Sari ku ji aliyê Komîsyona Meclisê ve hat guhdarîkirin, got ku ew dixwazin ji bo vegera gundên ku di salên 1990'î de hatine şewitandin û valakirin bingehek qanûnî were danîn û pergala cerdevaniyê ya ku rê li ber vegerê digire bê betalkirin.
* Nûnerên komeleyên herêmî û rêxistinên sivîl daxwaz kirin ku biryara "mafê hêviyê" ya DMME'yê ya der barê Abdullah Ocalan de bê naskirin û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd gavên berbiçav bên avêtin.
* Qeydên kursan ên Navenda Çandê ya Anatolyayê (NÇA) ku di 18'ê Îlonê de dest pê kirin, dê heta 20'ê Cotmehê bidomin. Ji damezrînerên navendê ku dê di nêz de çalak bibe, Adar Yildirim, got ku armanca wan domandina kevneşopiya NÇM'ê ye.
* Danişîna 4'an a rojnameger Mehmet Şahîn dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00)
* Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê dê li pêşiya Ceyla AVM'ê têkildarî "Mafê hêviyê" kampanyaya îmzeyan bide destpêkirin. (12.00)